8 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hejmara şaredarên CHPê ên ji pêywirê hatin dûrxistin zêde bûn

5 şaredarên CHPî yên di çarçoveya lêpirsna gendeliyê ya li Stenbolê de hatibûn girtin, ji aliyê Wezareta Karên Hundirîn ve ji erka xwe hatin dûrxistin.

Şaredarên ku di çarçoveya lêpirsînan de bi îdiaya “gendelî” ya li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB), Şaredariya Beşîktaşê û Şaredariya Buyukçekmece hatibûn desteserkirin û piştre hatibûn girtin, ji peywirê hatin dûrxistin.

Şaredarên ku ji erka xwe hatine dûrxistin ev in: Şaredara Avcilarê Ûtkû Camer Çaykara, Şaredarê Buyukçekmeceyê Hasan Akgun, Şaredarê Gazîosmanpaşayê Hakan Bahçetepe, Şaredarê Ceyhanê Kadîr Aydar, Şaredara Seyhanê Oya Tekîn.  Li gel van 5 şaredaran hejmara şaredarên CHPyî yên ji erka xwe hatine dûrxistin, gihîşt 11an.

Beriya wê jî tevî ku Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer û Şaredarê Şîşliyê Resûl Emrah Şahan ên CHPyî di çarçoveya ‘’Lihevkirina Bajêr’’ de hatibûn hilbijartin jî ji erka xwe hatibûn dûrxistin û li şûna wan qeyûm hatibû tayînkirin.

Şaredarên din ên CHPyî yên ji erka xwe hatine dûrxistin ev in: Serokê ÎBBê Ekrem Îmamoglû, Şaredarê Beşîktaşê Riza Akpolat, Şaredarê Beykozê Alaattîn Koseler û Şaredarê Beylîkduzuyê Mehmet Mûrat Çalik.