Hejmara 7an a Kovara Hunerê derket. Kovarê du mijarên sereke daniye pêşiya xwe: “Danasîna Şehîdên Hunerê” û “Komunên Hunerê”. Kovar ji 88 rûpelan pêk tê.
Kovarê danasîna şehîd Zîlan Elodîe Şahîn (Zenda) kiriye. Şehîd Zenda li Parîsê beşdarî koma govendê bûye û koma wê du caran li Mîhrîcanê bûye yekemîn.
Ji bo cangoriyên Enqereyê (Asya Alî û Rojger) stran û helbestên nû derketin. Kovarê analîza strana “Zîlana Hemdemî” kiriye û helbesta bavê Asya Alî parve kiriye.
Nurettîn Demîrtaş jî ji bo kovarê danasîna wênesaza şehîd Besê Çiya kiriye û kovarê pênc wêneyên ku Besê Çiya xêz kirine weşandiye.
Her wiha li ser şehîdên hunerê ev nivîs jî hene:
Huseyîn Şahîn: Serva Elî Heyder Kaytan û Riza Altûn
Hekîm Sefkan: Helbesta Nûredîn Sofî
Ji NÇMê Mersînê ber bi Şoreşê: Arvîn Çirav Botan
Stara Êzda: Hunermend û Şervan-Şiyar Meletî
Hunermendê kamaçayê Memedê Hezexî heya îro bi sedan stran çêkirine. Wî bo şehîdan û tekoşînê jî gelek stran derxistine. Firaz Baran stranên li ser şehîdan û tekoşîna parve kiriye û li ser çanda kamaçayê nivîsiye.
Di kovarê de çend nivîsên li ser danasîn û lêkolîna hunerî ev in:
Dîroka Awazê Çiya
Felekxan Serhad: Dîroka Koma Agirî ya Helebê
Weliyê Botî: Cil Pêlav û Aksesûarên Botanê
Evîndara Cizîrê: Narînxan
Bahadîn Robar: Di çanda kurdî de bisk û kezî
Danasîna Memozan
7emîn Festîvala Govendê ya Şehîd Ronahî Bawer
Di Antolojiya Dengbêjan I-II de Danasîna Jinên Dengbêj
Beşa Komunên Hunerê
Kovara Hunerê ji manîfestoya nû li ser navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotarek parve kiriye û di beşa “Komunên Hunerê” de weşandiye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje: “Berdela têkoşîna me civaka demokratîk e. Em dixwazin peymanekê nû çêbikin û em ê rihekî komunal pêşaroja xwe amade bikin.”
Kovarê ji “Komuna Çand û Hunera Azad” jî nivîsek girtiye û weşandiye. Di nivîsê de ev gotin bala xwendevanan dikişîne: “Modela rêxistinî divê çawa be? Divê afirîneriyê xurt bike û ramana rexnegir teşwîq bike. Piştgiriyê bide kûrahiya estetîk û polîtîk. Modelek wisa beşek girîng a paradîgmaya civaka demokratîk e.”
Nivîsên din li ser komunên hunerî û niqaşên fîlozofiya muzîka Kurdî ev in:
Zeynel Aslan: Li Ewropayê Komunên Çandê
TEKO-JIN: Hêza Afirîner
Kemal Yildirim: Niqaşên Muzîka Kurdî
Nîmet Sevîm: Qatîlê Kastîk
Ismaîl Kardas: Huner li ber Semûga Rastiyê
