25 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hejmara nû ya kovara ‘Berxwedan Jiyan e’ derket

Hejmara nû ya kovara ‘Berxwedan Jiyan e’ ya gaziyên şer bi şîara “Şehîdên me soza me ya rûmet û mirovatiyê ne” derket.

Hejmara heştan a kovara ‘Berxwedan Jiyan e’ ya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  bi şîara “Şehîdên me soza me ya rûmet û mirovatiyê ne”  derket.

Di kovara her du mehan carekê bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin de nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kar û xebatên gaziyên şer, nivîsên îdeolojîk, teorîk û siyasî cih digirin.

Di berga kovarê de wiha tê gotin, “Îro hê zêdetir hatiye dîtin û fêmkirin ku Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rê dide ber mirovatiya azadîxwaz û ji bo jiyana bi sedê salan mirov bi hesreta wê ne model û mînakeke herî bi qîmet û pîroz e. Ev helbet nîşan dide bê bîrdozî, felsefe û ramanên Rêber Apo ji bo jiyana azad û wekhev a gelan çiqasî pêwîst in. Lewma ya dikeve ser milên me ew e, em şoreşa bi xwîna hezaran şehîdan û berdêlên giranbiha yên gaziyên şer ava bûye heya dawiyê biparêzin.”