Kovara kurdî Destar a wejeyî ku sê mehan carekê tê weşandin bi hejmara xwe ya 3’yan gihişt ber destê kurdîhez û wêjehezan.
Kovara Destar, ku bi dirûşma ‘Destarê Kurd-î Hûr Dihêre’ dest bi weşanê kiribû, piştî hejmara yekemin hejmara dûyemîn jî rastî eleqeyek gelek mezin hatibû. Kovarê, bi konsept û naveroka xwe ya dewlemend û bi destargerên xwe yên kedkar, wêjekar û şoreşgerên ziman, di demeke kin de di qada wêjeya kurdî de cihek girîng û taybet girt.
Kovara Destar, bi heman dirûşmê û konsepta xwe ya xweser, di hejmara 3’yan de jî cih dide gelek nivîsên wêjeyî yên cihêreng. Di vê hejmarê de jî, bi dehan destargerên kurd-î yên ji her çar parçeyên Kurdistanê, ji Ewropayê heta Qafkasyayê û ji gelek welatên cuda yên cîhanê bi nivîsên xwe yên têr û tijî û naverokên cur bi cur destarê wêjeya kurdî bi bîr û baweriyeke xurt fireh digerînin û hûr dihêrin; di qada wêjeyê de, rêgeh û bergeheke nû diyar dikin, rêçeke nû vedikin, wêjegeheke nû saz dikin.
Destarekî neteweyî
Kovara Destar a ku bi armanc û hişmendiya wêjeya kurdewar û gerdûnî tevdigere, ji bo sazkirina wêjeya kurdî ya hevgir û tevgir a li tevahiya Kurdistanê jî di nava hewldanê de ye. Ev yek ne tenê di naverokê de, di bikaranîna hemû zaravayên kurdî de jî xwe dide der. Kovara ku di hejmarên xwe yên berê de cih dabû nivîsên kurmancî, kirmanckî û soranî, di vê hejmara 3’yan de cih daye zaravayê hewramî jî û bi vî awayî hemû zaravayên kurdî di kovarê de cihê xwe girtine û ji aliyê zimên ve jî bûye destarekî neteweyî.
Hejmara 3’yan a kovarê ji 208 rûpelan pêk tê. Ev hejmar jî, wek hejmarên din, li gor mijar û naverokên cuda beş bi beş hatiye sazkirin û bi nivîsên bi dehan nîvîskaran hatiye honandin û raçandin. Di beşa destarê kurmancî de; li gel destarê lêkolîn, nirxandin û dahûrandinên teorik-ramanî-zanyarî û rexneyî yên wêjeyî; bi mijarên dengbêjî, destan, gotinên pêşiyan û destarê wêjeya devkî jî hatiye gerandin û hêrandin. Her wiha, li gel destarên wek roman, çîrok, ceribandin, bîranîn, helbest, kovargeriya kurdî û wergerê, destarê kirmanckî, soranî û hewramî jî wek beşên bingehîn bi mijarên dewlemend ên cuda hatine gerandin û hêrandin.
Wêjeyeke xwebûnî û gerdûnî ya jineolojîk
Kovar, di vê hejmarê de jî bi felsefe û hişmendiya jineolojîk, nêrîn û rengê wêjeya jinê jî derdixe pêş û çavkaniya xwe ji rasteqîniya dîrokî û gerdûnî digire, bi taybetî jî ji rasteqîniya hiş, giyan û jiyana jina azad. Bi taybetî lêkolîn-vekolîn, nirxandin û dahûrandinên ramanî û teorik ên derbarê mijarên wêjeyê û wêjeya kurdî de, hişmendiya wêjeyî ya gelemperî ya ku heta niha serwer bû ji nîqaşê re vedike û hişmendiyeke nû ya wêjeyê pêş dixe.
Ji naveroka kovarê jî diyar e ku, destarê wêjeya kurd-î, li dijî her cureyê wêjeya çêker a ku çavkaniya xwe ji dîroka desthilatdariyê digire, wêjeya ku çavkaniya xwe ji dîroka rasteqîniyê digire ji xwe re dike bingeh û çavkanî. Li ser vê bingehê bîr û baweriyeke zindî û hişmendiyeke xwenûkirî ava dike, pêwîstiya nîqaş, dahûrandin, honandin û sazkirina wêjeyeke jineolojîk, kurdewar û gerdûnî radixe ber çavan. Bi vê ve girêdayî di sernivîsa kovarê ya li ser navê ‘Destar’ wiha tê gotin: “Em ê bîr, hiş, têgeh, felsefe, teori û bîrdoziya xwe ya wêjeyî ji nû ve saz bikin û bi hemû celebên berhemên wêjeyî tacîdar bikin. Bi vê mebestê, hewl didin ku, bi tevnsazî, honandin, raçandin û ristina bîr, hiş, bext, giyan, mijar, ziman û vegotina wêjeya modernîteya demokratîk a ku me wek ‘wêjeya xwebûnî û gerdûnî’ bi nav kiriye saz bikin û pêş bixin, di vê mijarê de jî pêşengiya wêjeya cîhanê bikin.”
Di deryaya wêjeyê de keştiyeke nû
Her wiha, di sernivîsa kovarê de balê dikişîne ser têkiliya di navbera wêje û hemû qadên din ên jiyanê û rêgeha wêjeyê wiha tê destnîşankirin: “Gelek bextewar û serfiraz in ku, em di serdemeke ewqas reşbîn û hêvîşikestî de, bi gerandin û hêrandina destarê xwe, di qada wêjeya kurd-î de jî, bi awayekî şênber xweşbînî, hêvî û bendewariyê bi pêş dixin/xurt dikin. Daxwaz, armanc û hewldana me ew e ku em êdî di deryaya wêjeya cîhanê de ne tenê bibin dilopek, bibin pêl û wê deryayê bireqisînin; li dijî hemû qiyamet û tofanên ‘bazane’, ‘şêrane’, ‘nêrane’ û ‘bîrmirin’ ên serdemê, bi keştiya xwe ya wêjeyî, bi pêşengî, bergeh, rêgeh û rûgeha ‘mak’a xwe ya ‘dilkevok’, ‘çavxezal’, ‘hişmê’ û ‘giyanjîn’, bikevin pey lêgerîn, vedîtin û jinûvesazkirina jiyan û cîhaneke azad a wêjeyî û li dijî bayê vejenkujiyê bayê vejeneriya wêjeyî, li şûna bayê mirin û xwînê, bayê vejîn û jîna wêjeyî bigerînin. Bêguman, wekî ku me di destpêka rêwîtiya xwe de gotibû; em ê heta dawiyê, vê yekê bi hev re bikin û bi serfirazî bi ser bikevin.’’