12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serdegirtina MED-DER û Payîz Pirtûkê hat protestokirin

Li Amedê di çarçoveya lêpirsîna der barê MED-DER’ê û Payîz Pirtûkê de heta niha 22 kes hatine binçavkirin. Partî û saziyên sivîl li ber deriyê MED DER’ê binçavkirin û êrîşên li ser ziman protestokirin

Vê sibehê li Amedê polîsan bi ser avahiyên MED-DER’ê û Pirtûkxaneya Payîz de girtin. Polîsan li avahiyên her du saziyan jî kelûpelên wan belawela kirin û bi sedan materyalên perwrdehiyê, pirtûk, kovar û hard dîskên computeran desteser kirin.

Di çarçoveya lêpirsîna der barê MED-DER’ê û Payîz Pirtûkê de gelek kes jî hatin binçavkirin. Di nav binçavkiriyan de rêveberên MED-DER’ê, perwerdekarên dersên zimanê kurdî û xwediyê Payîz Pirtûkê jî hene.

Heta niha li gorî agahiyên li ber destan 22 kes hatine binçavkirin. Tê gotin ku dibe hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.

 Navên kesên binçavkirî

Navên kesên heta niha hatine binçavkirin û tên zanîn în wiha ne: Hevserokên MED-DER’ê Mehmet Remzî Azîzoglû û Şukran Yakut, Rifat Ronî, Dîlan Guvenç, Nazan Çelîk, Cîhat Guneylî, Îlyas Gun, Bêrîtan Gurbet Orak, Mîne Karakaş, Ramazan Holat, Hebûn Yagmûr, Ayhan Karatekîn, Bêrîvan Duman, Mehmet Salîh Ongun, Rabia Karayil, Rêzan Aktulum (Hrant), Belkisa Suleymanoglû Bitkîn, Fatma Îgîn, Ahmet Boltan, Mustafa Açmaz, Hasan Gorpinar, Îpek Oyûr.

Binçavkirin hatin protestokirin

Rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên Amedê serdegirtina MED-DER û Payîz Pirtûkê û binçavkirinên ku di encama van serdagirtinan de çêbûn li ber deriyê MED-DER’ê bi daxuyaniyekê protesto kirin.

Rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên bajar têkildarî serdegirtinê li pêşiya MED-DER’ê daxuyaniyek dan, binçavkirin û zextên li ser zimanê kurdî şermezar kirin. Saziyan di daxuyaniya xwe de biryardariya xwe ji bo têkoşîna ziman anîn ziman û bal kişandin ser wê yekê ku bi zextan dê dewlet nikaribe zimanê kurdî inkar bike.

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser zext û zordariyên ku bi salane li dijî zimanê kurdî tên meşandin û peyama berdewamiya têkoşîna ziman hat aşkerkirin.

Daxuyanî ji alî xebatkarê MED-DER’ê Mehmet Asena ve hat xwendin. Asena diyar kir ku ev êrîş jî di çarçoveya êrîşên li dijî gelê kurd, ziman, çand, nasname û nirxên wî ye. Ev êrîş li dijî daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê, rewşa zimanê kurdî û hemû nirxên wê yên dîrokî ye.

Zimanê kurdî xeta me ya sor e

Asena got: “Hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê divê baş bizane ku em ê li dijî van êrîşan têkoşîna xwe bidomînin. Zimanê kurdî nasnameya me ye. Xeta me ya sor e. Zimanê kurdî zimanê mirovahiyê ye. Heta îro bûye çavkaniya gelek çandan. Lewma êrîşên li ser zimanê kurdî ne tenê li dijî kurdan, li dijî mirovahiyê ye. Bi êrîşên li ser saziyên kurdan dixwazin zimanê kurdî ji holê rakin. Divê baş bê zanîn ku em wek kurd bi dehan sal in ji bo azadiya zimanê xwe têkoşîneke mezin didin. Me tu carî serî netewand, em ê tu carî serî netewînin. Em ê têkoşîna xwe hîn mezintir bikin. Berdêla wê çi dibe bila bibe, heta ku zimanê kurdî nebe zimanê perwerdehiyê em ê dest ji têkoşînê bernedin.”

Bal kişand ser tecrîdê

Asena banga berdana girtiyan kir û got: “Astengiyên li pêşiya zimanê kurdî rakin. Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê çi pêwîst be bikin. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan rakin. Em bi taybetî bang li hemû gelê xwe, sazî, rewşenbîr, welatparêz, demokrat û kesên xwedî wijdan dikin: Werin em bi seferberiyê têkoşîna zimanê kurdî mezin bikin. Werin em her derê bikin cihê perwerdehiya zimanê kurdî. Ev êrîş bi tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan ve girêdayî ne. Ji ber vê yekê em têkoşîna xwe li her derê mezin bikin û berfireh bikin. Zimanê Kurdî hebûna me ye.”

Beriya daxuyaniya çapemeniyê were xwendin hevseroka DBP’ê Sultan Yaray û dawî jî parlementerê DEM Partiyê yê Amedê Serhed Eren axivîn.

Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sultan Yaray bi şermezarkirina serdegirtinan dest bi axaftina xwe kir. Yaray diyar kir ku gelê kurd tevî hemû êrîşan jî dest ji hebûna xwe bernedaye û got: “Tiştek nema ku bi serê gelê kurd nehatiye lê dîsa jî dest ji hebûna xwe berneda. Bila hemû cîhan van zextên li ser gelê kurd bibîne. Di serdema perwerdeya îsal de 2 milyon zarokan dest bi perwerdehiyê kirin. Lê zarokên kurd nikarin bi zimanê xwe dest bi perwerdehiyê bikin. Kurd ne kurdên sed sal berê ne. Hûn nikarin bi girtin û zextan kurdan bitirsînin. Kurd ji mirinê netirsiyan, her tim zimanê xwe parastin. Hevalên me yên ku perwerdeya ziman didin binçav kirin. Divê baş bizanibin ku em bi ziman û nasnameya xwe hene. Tu kes nikare me pêşiya daxwaza me ya azadiyê bigire.”

Yaray diyar kir ku ev êrîş rasterast bi tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û got, “Di şexsê Abdullah Ocalan de dixwazin dengê kurdan qut bikin. Lê hûn nikarin dengê kurdan qut bikin.”

Parlamenterê DEM Partiyê Serhed Eren jî anî ziman ku ne îro lê sed salê li dijî ziman û çandên cuda zext û zordarî hene. Eren bi bîrxist ku tevî hemû zext û zordariyan gelê kurd dikaribû xwedî li zimanê xwe derkeve û dê her xwedî lê derkeve.

Eren di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser binçavkirina mamoste û xebatên zimanê kurdî û wiha got: Îro ew mamoste û xebatkarên ziman di bin çavan de ne lê bi binçavkirin û girtinê dê têkoşîna zimanê kurdî raneweste, ev têkoşîn dê her berdewam bike û her kurdek mamosteyek e.”