61 sal berê şeva 13`ê Mijdara 1960’î agir bi sînemaya Amûdê ket. Sînemaya Amûdê (Sînemaya Şehrezad) tevî zarokan şewitî. Dema ku zarokan li fîlmê Şebeh Muntesef El-Leyl “Cinê Nîvê Şevê” temaşe dikir, şewat derket an jî hate derxistin. Di wê şewatê de zêdetirî 250 zarokî jiyana xwe ji dest da. Li gorî hin çavkaniyan 283 û li gorî hin çavkaniyan jî 298 zarok şewitîn. Di şewatê de can dan.
Şewata Sînemaya Amûdê di dîroka Kurdan de bûyereke ne tenê dilşewat e. Ji ber ku ser gelek aliyên wê hat girtin birîneke nekewiyayî ye. 61 sal di ser şewatê re borî. Hîna trawmaya û êşa wê jan dide. Şewat û bêhna kizîrê ji bîra Amûdiyan neçûye. Hêj wekî îro di bîra civaka kurdan û gelê Amûdiyê deye.
Rûdana bûyerê girêdayî rejîma Sûriyeyê bû. Sûrî tevî Misrê bûbû Komara Erebî. Ji bo piştgiriya Şoreşa Cezayîrê, filmeke bi navê Cerîmet Nisif el-Leyl (“Cerîmeya nîvê şevê”) ji aliyê dewleta Misrê ve hatibû çêkirin. Rejîmê ew li navçe û bajaran li sînemayan dida nîşandan. Li zarokên dibistanê yên Amûdê jî hat ferzkirin ku biçin sînemayê û li vê filmê temaşe bikin. Li hola sînemayê cihê 200 kesî hebû. Lê 500 zarokên dibistanê tê de hatin bicihkirin. Dema agir bi sînemeyê ket an jî hat xistin, zarok tirsiyan û ji tirsê xwe li deriyan qelibandin. Lê ji ber ku ew derî li ser wan hatibû girtin, 283 -298 zarokan di nava agirê Sînemaya Amûdê de can dan.
Şewata Sînemaya Amûdê di dîroka kurdan de bûyereke reş û giran e. Zarokên Amûdê di nav pêtên agir de şewitîn. Li gorî gelek çavkaniyan dewleta Sûriyeyê ev bûyer pêk aniye. Lê li gorî hin şahidên şewatê jî agir bi xwe ji ber elektrîkê derketiye. Agirê Sînemaya bajarê Amûdê wek semboleke zilm û neheqiya li gelê Rojavayê Kurdistanê hîn jî hildibe.
Hêj nehatiye ronîkirin
Bûyer nehat rohnîkirin û trawmaya bûyerê jî heta roja me ya îro dimîne. Xelk rasterast dewleta Sûriyeyê wek kiryarê bûyera şewatê nîşan dide. Çima li cihê 200 kesan 500 zarok bi cih kirin?
Qehremanekî wê rojê heye: Mihemedê Seîd Axayê Daqorî. Wî bi destê xwe ji nava şewatê gelek zarok xilas kirine. Di şeva şewata Sînemaya Amûdê de, ji sînemayê bi dehan zarok derxistin. Di dawiyê de stûnek bi ser wî de hat xwarê û di bin de can da. Gava Mihemedê Saîd Axayê Daqorî bi tevahiya hêza xwe, xwe dide xilaskirina zarokan, hin kesan jê re gotin: “Tu li kurê xwe digerî? Kurê te ne li wir e, va ye li wê derê ye.“ Mihemedê Daqorî gotibû: “Ew hemû zarokên min in. Ez ne li pey kurê xwe me!”
Mihemedê Seîd Axayê Daqorî bi wan gotinên xwe di nav dîroka birîna şewata Amûdê de navê xwe weke lehengekî da nivîsandin.
‘Armanca komkujiyê gelê Kurd bû’
Hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Îlyas Seyît di daxuyaniyên borî de wiha gotibû: “Navçeya Amûdê bi berxwedan û tekoşîna xwe tê nasîn. Çavkaniya rewşenbîrî û ronakbîriyê Amûdê di sala 1960’an de hat hedefgirtin. Armanca komkujiyê qirkina gelê kurd bû. Gelê kurd li dijî wan plan û komployên dagirkeran bi israr ku wan bi bin bixe.”
Endamê Komîna Sînemayê ya Rojava Sarê Agir jî di daxuyaniyekê de wiha gotibû: “Encama hijmendiya zordar, navendîperest û neteweperestan ev komkujî pêk hat. Em soz didin ku xewnên 283 dilên biçûk ên sînemayê zindî bikin.
Şahidê bûyerê Abdulselam Şahîn jî di daxuyaniyekê de gotibû “Komkujiya sînemayê hejî li ser gelê me didome. Dewletên tirk a dagirker li bajarê Girê Spî zaroka 6 salî Sara Mihemed qetil kir.
Ji bo piştgiriya Cezayirê çûbûn
Yek ji Şahidê bûyerê Reşîdê Fatê yê 73 salî ku dema şewat derket 12 salî bû anî ziman ku wan zarokan tenê ji bo piştgiriyê bide xelqê Cezayîrê bîleta sînemayê kirîn û çûn sînemayê. Reşîdê Fatê wiha got: “Wê demê ez di pola 5’an de bûm. Hatin gotin dê ji xelqê Cezayîrê re tişt bên şandin, bileta sînemayê firotin me. Serê biletê 20 wereqe an jî 30 wereqe (qûrûş) bûn. Em hatin sînemayê, axûr jê saxlemtir bû. Ez û bi çend xwendekarên ku 12 salî çûbûn li ser balqona text rûniştibûn. Her kesî bi bêdengiyek mezin li filmê temaşe dikir. Piştre dengê wekî ku teyare nizim difire dengek wisa hat. Me dît pêtên agir ji kuleka odeya ku film li wir hatibû hazirkirin derdiket. Ji nişka ve agir gur bû. Me jî li ser balqonê bang kir. Em ên ku li ser balqonê çûn ber derî, lê me dît derî hatiye kilîtkirin. Qîjawîja wan bû û diqêriyan. Em beziyan deriyê din ê aliyê başur, me dît ku hemû zarok bi ser hev de ketine erdê. Her kesî dixwest bireve û xwe xilas bike. Deriyek şikest û yên ku derketin li derve ketin erdê. Ez derketim derve bêhna min hinek derket. Hêdî hêdî min nefes rehetî girt û berda. Ez paşê pê hesiyam ku lingê min şewitîne.”
Hin kesên di şewatê de can dan wiha ne:
Celal Hesen Elumrî
Cemîl Mela Ebdilkerîm Mela Ehmed
Derwîş Mecîd Debax
Ebdilezîz Bin Ebdilxelîl (1946)
Ebdilezîz mehmûd Elumrî (1948)
Ebdilîlah Şêxmûs
Ebdilqehar Mehmûd Emumrî (1946)
Ebdilrehman Osman
Ebdilrezaq Bin Ebdilxelîl (1949)
Ebdilrezaq Ibrahîm Kermî
Ebdilselam Mihemed Saleh Elhac Elî Elkermî (1951)
Ebdilsemed Şêx Tewfîq Elhuseynî
Ebdo Ehmed Mihê Silê
Ebdo Hac Umer Tauus
Ebdoi Ehmed Tauus
Ednan Mecîd Ezîz
Ehmed Ebdilhadî
Ehmed Ebdilrehman Axa Deqorî
Ehmed Ferhan
Ehmed Hemo Helqa
Ehmed Mela Newaf (1950)
Ehmed Mihemed Elî Hiso (1948)
Ehmed Mihemed Kermî
Elî Mela Sîrac mela Mihemed (1948)
Elî Şêxmûs Celo
Emîn Selfîc Emîn
Ezîz Mihemed Emîn Reşwanî (1948)
Faris Seîd Hesen
Fehed Şêxmûs (1949)
Fêsel Mustefa Tauus
Fewzî Elî Şêxo
Fuad Dawid Şêxmûs Hefskê
Hewas Emîn Bengo (1953)
Hesen Hac Mihemed
Hisên Ehmed Elkermî
Hisên Hac Mihemed
Hisên Mihemed Kermî
Ibrahîm Ebdilrehman Axa Deqorî
Ibrahîm Emîn Reşwanî (1948)
Ibrahîm Hac Îsa (1949)
Ibrahîm Mela Ebdilkerîm Mela Ehmed
Ibrahîm Mihemed Elî
Ibrahîm Mihemed Yûsiv (1946)
Ibrahîm Silêman Bengo
Ibrahîm Temo Omer (1950)
Ismaîl Şukrî Rezo (1948)
Izedîn Ebdilkerîm
Mecmeldîn Ebdilkerîm Seyid Necim
Mehî Mihemed Emîn Kalo (1946)
Mehmûd Hac Mistefa
Mehmûd Hac Silêman
Mehmûd Hac Xelef (1952)
Mehmûd Ismaîl Remo
Mehmûd Nezîr Axa (1950)
Memdûh Nezîr Axa (1948)
Merûf Silêman Ibrahîm
Mesûm Hac Ezîz (1945)
Mihemed Ebdilcelîl Mela Ibrahîm
Mihemed Elhac Mehmûd
Mihemed Hac Ismaîl Hiso (1946, sinfa 5an)
Mihemed Hac Xelef (1947)
Mihemed Izedîn Elebasî
Mihemed Mesum Xelîl (1950)
Mihemed Reşad Mehmûd Beşar (1948)
Mihemed Saleh Mihemed Yûsiv (1950)
Mihemed Saleh Şêxmûs Mihemed Kurdî
Mihemed Saleh Xelîl (1947)
Mihemed Salih Silêman
Mihemed Seîd Axa Deqorî (1928)
Mihemed Silêman Mercî (1948)
Mihemed Xalid Bin Şêx Ebdilrezaq Elbancî
Mihemed Yasîn Bin Essed Elribat (1951, Şam)
Mihemed yûnis Zeyf
Mihemed Zekî Şêx Musa
Mihyeldîn Zekî Eljac Qasim
Nurî Hac Hisên (1950)
Nurî Mihemed Sebuhe (1947)
Remedan Hesen (1946)
Remedan Mihemed Elî
Saleh Felemez
Saleh Xelef
Sebrî Şukrî Elî
Sîrac Umer Şêxmûs (1946)
Subhî Ehmed Mihemed Remedan (1952)
Subhî Elî Mihemed
Şêxmûs Elhac Têlo
Şêxmûs Ibrahîm Berazî (1946)
Tariq Şerîf Xelîl (1954)
Umer Ebdilhelîm Debax
Umer Elî Mihemed Elo
Umer Sofî Ferec
Xidir Şêxmûs Zeyf
Xorşîd Mela Sîrac (1950, gora tevayî)
Yehya Elhac Mihemed
Zuher Ebdilezîz Ebdilqadir Derwîş
Zuhêr Ehmed Husên (1946)