Çalakî, panel, semînre, civîn û xebatên ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didomin. Di çarçoveya van xebatan de civînên li ser danasîna rêze romana ‘Azadî wê bi ser bikeve-Abdullah Ocalan’ a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Olcana didome. Edîtorê projeya pirtûka “Azadî wê bi ser bikeve-Bi xetan Abdullah Ocalan” yê Alman Reimar Heider anî ziman ku li cîhaneke ku faşîzm gur bûye û şer geş bûye, fikrên Abdullah Ocalan ji bo gelan bûye hêviya şoreşekê. Nivîskarê pirtûkê Sean Michael Wilson ê Skoçyayî û edîtorê projeya jî, endamê ‘Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re’ Reimar Heider e. Heider li ser xebatan û fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî. Heîder, anî ziman ku eleqeya ji bo civînên danasîna pirtûkê gelekî baş e û got, “Girîng e ku ev pirtûk bi rêbaza rêze-romanê, bi rengekî hunerî gihîştiye ber destê xwendevanan. Hem jiyana Abdullah Ocalan hem jî beşek ji têkoşîna azadiyê ya Kurd bi wêneyan tê vegotin. Ev yek jî dike ku mirov hîs bike. Cudahiya bingehîn a vê pirtûkê ev e.”
Reimar Heider anî ziman ku wan beriya niha pirtûkek li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd bi zimanên cuda wergerand û weşand û wiha axivî: “Me edîtoriya wê kir. Lê belê ev hinekî cuda ye. Ne pirtûkeke welê ye ku xwendina wê zehmet e. Têkoşînê bi zimanekî welê vedibêje ku her kes dikare baştir fêhm bike. Bi rengekî welê tê vegotin ku ji zarokan heta bi extiyaran, ji akademîsyenan heta bi karkeran her kes dikare bi hêsanî peyda bike.”
‘Eleqeya gelan a ji bo Abdullah Ocalan pir zêde ye’
Heider bi bîr xist ku li Zanîngeha Cambridgeyê di civîna danasînê de xwendekarên ji gelek gelan tevlî bûn û got: “Piraniya yên beşdar bûn yek ji parêznameyên li girtîgehê hatine nivîsandin xwendibûn an jî broşurên wê xwendibûn. Hinek jî ketibûn bin bandora fikrê jineolojiyê. Hinek jê ji konfederalîzma demokratîk, hinek jî ji sîstema Rojava bi bandor bûbûn. Lê belê hemû jî li ser Abdullah Ocalan xwedî agahî bûn. Li Zanîngeha Cambridgeyê hinekî cuda bû. Hinek ewqasî bi bandor bûbû ku dayika xwe jî tevlî civîna danasînê kiribû. Ji Portekîzê, Îtalyayê, Îrlandayê, Îngilîstanê hebûn.”
‘Rêberê heviyê ye’
Heider qala nêrîna xwendekarên zanîngehê li fikrên Abdullah Ocalan kir û got: “Ji Abdullah Ocalan gelekî bi bandor bûbûn. Bi taybetî di demeke bi vî rengî ya zehmet de ku faşîzm li her deverê gur dibe, li Rojhilata Navîn û cîhanê ku olperestên tund mirovan dikujin, şer diqewimin, Ocalan bi rastî jî weke lîderekî hêviyê dibînin. Abdullah Ocalan weke ramangerekî dibînin ku hîmê Şoreşa Rojava daniye û bi vî rengî nîşan daye ku her tişt ber bi nebaşiyê ve naçe, hinek tişt baş jî diçin, şoreş hîn jî dikare bê kirin.”
‘Em ê xwe bigînin hemû gelan’
Heider destnîşan kir ku her kes hemfikir e ku tecrîd nayê qebûlkirin û anî ziman, ku tecrîd tenê bi têkoşîna gelan dikare bê şikandin. Heider got, “Lê belê eger em dixwazin têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan mezin bikin, divê em xwe bigihînin gelên ji bilî Kurdan. Potansiyeleke mezin heye. Kurd dibe ku li Ewropayê bi rêxistin bin, lê belê sînorekî vê yekê heye. Ji bilî wan, xwe gihandina gelan ji bo azadiya Abdullah Ocalan girîng e.”
‘Fikrên wî bandor li min kir’
Li ser baweriya xwe ya bi Abdullah Ocalan û sedema hewldana xwe ya têkoşînê jî Heider pirsa “Ya ku Abdullah Ocalan cuda dike çi ye?” bersivand û got: “Li dijî DAÎŞ’ê têkoşînek heye. Li dijî mêtingeriya dewleta Tirk têkoşîn û berxwedanek heye. Lê ji van jî wêdetir mirov ji fikrên Abdullah Ocalan bi bandor dibin. Ne tenê têkoşîna çekdarî û berxwedan, Abdullah Ocalan ji van jî wêdetir xwedî fikrekî ye û bandorê dike. Pêşniyarên ji bo afirandina sîstemeke nû û hîn demokratîk, vegotina vê yekê bi rengê herî baş, nîşandana kokên dîrokî yên vê yekê, afirandina felsefeya vê yekê; cudahiya Abdullah Ocalan ev e. Gotina ‘Em azadiya Rêberê xwe dixwazin’ mixabin bi tena serê xwe têrê nake. Fikrên wî girîng e. Ji ber ku bi fikrên xwe bandorê li gelan dike. Bandor li min jî kir. Weke xwendekarekî ciwan beriya bi salan min têkoşîna azadiyê ya Kurd nas kir. Min zilma li Kurdan tê kirin dît, berxwedan dît û vê yekê bandor li min kir. Lê belê herî zêde fikir û îdeolojiyê bandor li min kir.”