Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî Anthony Blinken herî dawî daxuyaniyeke şok da her kesî ku cîhan bêyî serokatiya Amerîkî nabe. Di van gotinan de ewqas quretî, “jixwebawerî” û hovîtî heye ku mirov bi kîjan xeletiyên serokê dîplomasiya Amerîkayê dest pê bike dikeve zehmetiyê.
Beriya ku Amerîka weka dewletê derkeve holê jixwe cîhan rêxistinkirî bû û piştî hilweşîna wan jî dê bi vî karî rabe. Nexasim heger bi aramî ji lawazbûna Washîngtonê rizgar bibe. Di ser de jî Neteweyên Yekbûyî (NY) ji wê zêdetir ji vê prosedûra xwerêveberiyê asteng dike: Di serdestiya Amerîkayê de heta niha li ser rûyê cîhanê ji tu kesî re aştî, aramî û bextewarî neaniye. Şerên li Yûgoslavya, Iraq û Afganistanê ya yekem e. “Bihara ereban” û şoreşên rengîn – ya duyem e. Ya sêyemîn jî qeyrana darayî ya cîhanî û pirsgirêkên li borsayên cîhanê û Amerîkayê derketine holê, krîza enerjiyê bi awayekî qayîl îspat dikin ku xitimiye.
Fikra ku di nîzama cîhanê de rêberek yekane heye ku li ber çavên me tê avakirin jî pir xelet e. Washîngton êdî nikare barekî wiha hilgire, Pekîn teqez hîna nikariye û ne dilxwazê hilgirtina vî barî ye. Ji bo parastina statûyek wiha jî hewceyî bi xerckirineke mezin a çavkaniyan heye, dîsa jî bi qeyranên demdirêj tijî ye. Lîstikvanên girîng ên qada navneteweyî ji bo rola navendên herêmî yê hêzê be, pir tişt ceribandin. Sedema vê yekê ew e ku hêzên cîhanî ji bo welatek xwedî statûyek wiha xetereyên cîhanî vedihewîne. Di heman demê de hêzên li herêmê bi giranî ji ber parastina berjewendiyên hebûnî yên lîstikvanên sereke ye.
Di axaftina Blinken de xaleke din a ku pirsan derdixe pêş. “Tiştên nebaş” ên ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê behs dike, bi giranî ji ber hewlên Washîngtonê yên ku fikrên xwe yên baş û xerab li ser wan gelên ku wê qebûl nakin ferz bike, zêde bûne. Mînaka vê ya berbiçav jî “Bihara ereban” e ku li jor hat gotin. Şoreşên ku ji aliyê çalakvanên tundrew ên demokrasîxwaz ve hatin çêkirin, yên ku bi riya Facebookê gazî kesên hemfikir kir ku li Qada Tehrîr kom bibin û lê dijberên xwe anîn ser desthilatdariyê. Weke mînak Misirê bînin ziman ku piştî çûna Husnî Mubarek, Birayên Misilman bi serokatiya Muhammed Mursî hatin ser desthilatê. Rûsya jî wekî gelek dewletên din, ev rêxistin wek rêxistineke terorîstî nas dike. Artêşê karîbû ku deshilata hikûmetê ji destê wan bigire.
An jî wan welatên wekî Amerîka qaşo alîkariya avakirina demokrasiyê bikin û bînin Sûriye, Iraq û Lîbyayê. Di ya yekem de şerê navxweyî hîn berdewam e. Ya duyem riya damezradina “Dewleta Îslamî” ku di dîrokê de rêxistina herî terorîst ya bihêz e, vekir. Ya sêyem jî hîn bersiveke qayîl nedaye li ser pirsa gelo ew ê bi tevahî yek welat bimîne yan na. Bala xwe bidinê em li ser van hemûyan tenê ji xala “teqlîdkirina nirxên amerîkî” diaxivin, xwe dispêrin samîmiyeta niyeta Neteweyên Yekbûyî. Blinken bi taybetî behsa hewldana serkeftina “demokrasiyê” ya li seranserê cîhanê dike. Mînakên li jor piştrast dike ku ramanek wisa ne pêkan e: hewl didin vê yekê tenê ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin.
Hegemonyaya Amerîkayê gav bi gav ber bi dawiyê ve diçe. Hêzên herêmê yên azwer serê xwe bilind dikin. Ne tenê bi aşkerayî berjewendiyên xwe radigihînin, di heman demê de riyên parastinê jî peyda dikin. Ev jî wêneyek ji paşeroja cîhanî radixîne ber çavan.
Piştî Amerîkayê bertek nîşanî welatên OPEC’ê yên ku berhemanîna petrolê kêm kirin, hat zanîn ku Erebistana Siûdî dixwaze beşdarî BRICS bibe. Arjantîn û Îran, hevrikê Riyadê yê demdirêj in, berê jî planên bi vî rengî ragihandibûn. Ji ber vê yekê komele vediguhere platformek ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkên herêmî û hevrêzkirina pirsgirêkên girîng ên cîhanî.
Helbet di warê tengbûna pêwendiyan de bi NATO’yê re nayê qiyaskirin. Tenê serokê Fransayê Emmanuel Macron mirina mêjiyê hevbendiyê berî krîza Ukraynayê ragihand û ne mimkûn e ku kiryarên hevkarên rêxistinê wî berovajî vê yekê razî bike: Pir zehmet e ku mîna hevalbendiyek bihêz xuya bike dema ku yek ji endamên wê yên herî girîng (Tirkiye) li ber şer e bi yekî din re (Yewnanistan) û blokê bi xwe jî ev hema 6 meh in nikare li ser qebûlkirina du endamên nû li hev bike.
Ev hemû nîşan dide ku pêşeroj dê ne cîhana hevalbendan be, yê mekanê be. Ev format ji bo beşdarên wê pir hêsan e. Dibe ku berjewendiyên wan her gav ne li gorî hev bin lê ew ê her gav hesabê vê yekê bikin.