Bêguman piraniya we ev gotina pêşiyan bihîstiye û wateya wê jî baş dizane. Lê dixwazim bi wê gotinê ve girêdayî hinekî behsa mijarên germ ên di rojevê de bikim. Gotina pêşiyan ya ku behsa wê dikim ev e: “Heft çîrokên hirçê hene, her heft jî li ser hirmiyê ne”. Her wiha ereb jî dibêjin “hemû rê diçin ber bi aş de”. Îca heke em bala xwe bidin tevgerên dewleta tirk ên di mijara kurdan û pirsa kurd de, em dibînin ku ev herdu gotin jî gelekî li bejin û bala wê tên.
Dewleta tirk jî ne tenê heft lê heftê çîrokên wê hene û her heftê jî li ser kurdan e. Heke em li gorî wê pêşgotina ereban jî biçin hemû rê ber bi aş ve diçin, bê guman ew aş jî ji bo dewleta tirk pirsa kurdan e.
Em bala xwe bidin siyaseta dewleta tirk ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve hemû rê û rêbazên bikar anîn ji bo pêşîgirtina li statuyeke kurdan bû. Bi navê piştgiriya gelê Sûriyeyê piştgiriya komên çekdar ên radîkal kir û di encamê de gelê Sûriyeyê ji ber şer û pevçûnan neçarî koçberiyê bû.
Bi navê mirovahî û cîrantiyê deriyên xwe li pêşiya penaberên Sûriyeyê vekir û malovanî ji wan re kir. Lê di pratîkê de ew ji bo berjewendiyên xwe bikar anîn. Hem wekî gefekê li dijî welatên Ewropayê bikar anîn hem jî bi navê vegera malê wan penaberan li herêmên ku dagir kiriye bicih dike. Ereban li herêma kurdan bicih dike, demografiya rojavayê Kurdistanê diguherîne.
Bi wê yekê hem pêşiya statuya kurdan digire, hem jî di navbera kurdên bakur û Rojava de korîdorekê ava dike, di wê korîdorê de malbatên komên çete ên alîgirên xwe bicih dike.
Wekî di serî de jî min got hemû çîrokên wê der barê kurdan û statuya kurdan de ne. Niha jî herî dawî di mijara dijderketina daxwaza Swêd û Fînlandiyayê ya tevlêbûna NATO’yê de dîsa dewleta tirk ew bi meseleya kurd ve girêdaye. Dewleta tirk dibêje ji ber ku Swêd û Fînlandiyayê piştgiriya PKK û YPG’ê dikin nabe ku ew tevli NATO’yê bibin. Dewleta tirk şertên xwe li ser welatên NATO’yê ferz dike û dibêje divê ewlekariya Tirkliyeyê li ber çavan bigirin. Lê di rastiya xwe de dîsa meseleya fobyaya dewleta tirk ya di mijara mafê gelê kurd de ye.
Dema ku mesele dibe kurd ewqasî xwe winda dikin û kef bi devê wan dikeve. Wezîrê Karên Derve yê dewleta tirk Mevlud Çavişoglu ku Swêdê bi piştgiriya YPG’ê ‘tewanbar’ dike , xwe winda kiriye û tiştekî ku di rêbazên dîplomasiyê de nabe kiriye. Kef bi devê Çavişoglu ketiye û bi ser Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde ve qîriyaye û gotiye: “Em ji polîtîkayên we yên femînîst bêzar bûne”.
Bêguman berê jî dewleta tirk di têkliyên xwe yên bi Rûsya û DYA’yê de jî wê herdem mijara kurdan dikir nava bazara bi wan herdu welatan re. Bi saya wan bazaran û berjewendiyên wan welatan herî dawî deverên wekî Efrîn, Girêspî, Serêkaniyê û hin deverên din dagir kirin û li wan deveran li şûna kurdan ereb bicih kirin ku piraniya wan malbatên komên çete yên alîgirên wê ne.
Yanî wekî dibêjin bi kurt û kurmancî; her çendî ku dewleta tirk van kar û barên xwe di bin navên cuda de dike, lê di rastiya xwe de hemû çîrokên dewleta tirk li ser rê û rêbazên astengkirina kurda ye. Her wiha hemû rêyên wan ên xap û fenan ji bo dahfkvedana li pêşiya mafê gelê kurd e.
Heft çîrokên hirçê