7 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hedefgirtina Efrînê û çanda berxwedaniyê

Îbrahîm Êzidî

Xwestin her kesek ku qurteke ji ava Meydankê vexwaribe, qir bikin. Bi hemû hêza xwe ya hovane û desteka ji NATO digirin, dest bi êrîşê kirin lê gelê Efrînê bi hêza xwe ya ku ji dapîr û bapîrên xwe girtibû deştên Şera ji neviyên osmaniyan re kir goristan

Di roja me ya îro de, her kesek li kîjan quncikê cîhanê dibe bila bibe, ewlehî û xweparastin bûye yek ji fikirandina wan ya bingehîn. Eger em berê xwe bidinê, ji ber çi ev guhertin di nava çend salan de li seranserî cîhanê geş bû û gelek herêma şerên dijwar diqewimin. Însan însan dikujin, şerê ku dibe, çek û amorên ku di şer de tên bikaranîn jî ji aliyê mirovan ve tên çêkirin. Gelo mirov neçare hewqasî şerê hev bike?

Eger em bi pey bersiva vê pirsê bikevin, em dikarin bi hêsanî bersiva wê peyda bikin, ji ber ku hêzên desthildar ku xwe li ser cîhanê kirine serwer, çavkaniya derxistina van şeran ne, li hember van hêzan tu kesek ranabe ji bilî civakên ku di çanda wan de berxwedanî hatiya çandin û li ser koka xwe ya berxwedaniyê mane. Ji ber ku ev civak bi tu awayî ne amadene dest ji çanda xwe berdin û teslîmî rasmaliyê bibin, teslîmî cîhanê kapîtalîzmê bibin û bi israrin bi çanda xwe, li ser bîr û baweriya xwe j jiyan bikin, ev civak  dibin hedefa hêzên serdest yên cîhanê.

Di Rojhilata Navîn û giştî cîhanê de, kokên qedîm yên çanda gelên berxwedêr ji her tiştî zêdetir bûne hedefa dijminê mirovahiyê. Xwestine di şexsê van gelan de mirovahiya ku li ser rûyê erdê maya qirbikin û mirovan nû li gor sîstema xwe ya serdemê biafirînin.

Ji van civakan, ku di dîroka gelê kurd de mohra berxwedaniyê li dîrokê dane, serê xwe li ber dijminan netewandine û bi îradeya xwe ji pola karibûne, di nava gelê kurd de bi çand, ziman û nasmeya xwe heta roja ya me îro bimînin.

Wek tê zanîn, Efrîn yek ji cihên herî stratejîk ê di Rojhilata Navîn de ye. Bi dar û berên xwe, av û çiyayên xwe bûye mak ji bo gelek berxwedêr ku ji ber zilma osmaniyan xwe di himbêza çiyayê Kurmênc girtine û parastine. Ev gel bi sedên salan  bi jiyana xwe ya xwezî bi mistek av ji çemê Meydankê, bi darên zeytûnên Basûfanê derbas kirine. Ev gelê berxwedêr dîroka xwe ya berxwedaniyê di nava kevirên keleha Nebî Horî de hilgirtine. Lê dijminê xwînvewêr ji bo ku çanda berxwedaniyê di geriya wan de bihêlin, bi sedên êrîşan li ser wan pêkanîn û xwestin vê çandê ji kokê rabikin.

Dewleta Tirk a dagirker di sala 2018an de carekî din êrîşê Efrîna ku dapîr û bapîrên wan ji ber dilerizîn, diketin tayê, kirin.

Xwestin her kesek ku qurteke ji ava Meydankê vexwaribe, ji qirkirinê derbas bikin. Tevî ku bi hemû hêza xwe ya hovane û desteka ji NATO digirin, dest bi êrîşê kirin jî lê gelê Efrînê bi hêza xwe ya ku ji dapîr û bapîrên xwe girtibûn deştên Şera ji neviyên osmaniyan re kirin goristan.

Herî dawî ev gel neçarî koçberiyê hat kirin. Gelê Efrînê yê ku neçarî koçberiyê bûne, li Navçeya Şehba li bin keviyên bayê Çiyayê Lîlon di nava çadiran de bi hêvî û îradeyê ji bo vegera warê xwe dest bi jiyanê kirin. Ev jiyana ku tije bû ji hêvî û îradeyê, bibû kelemek di çavên dijminê dagirker de. Ji ber vê jî, rojane bi balafir, tank û topan, ev jiyana li vê qadê şîn bû dikirin hedef. Lê gelê berxwedêr bi tu awayî dest ji warê xwe bernadin û bi israr bûn ku ew ê bi azadî bijîn.

Di 27ê Mijdara 2024an decarekî din çeqelên Enqerê ku devê wan ji xwîna zarokên Şengalê sor bû, êrîşek berfireh birin ser gelê sivîl, jin, zarok û kal ku li benda vegera li Efrînê bûn, ev gel neçar ma bo cara  dûyemîn serî li koçberiyê bidin.

Rast e ku gelê Efrînê qonax bi qonax ji warê xwe dûr ketiye, lê hêvî û îradeya wan ne şikandin. Di bin çadiran de zarok ji serma dimirin, gel rastî  hetîketiya çeteyan hatiye. lê dema mirov bi hestekî ji dil li nav çavên zarokek ji Efrînê binêre ew kîna bi sedên sala di nava çavên wan de dibîne. Hêviya vegera li warê wan ji nav çavên zarokên Efrînê dibiriqe.