12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hecî: Bi girtina PADÊ ew ê bi ser nekevin

Hevserokê Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidî (PADÊ), Hesen Hecî ani ziman ku biryara der barê partiya wan de siyasî ye û got: “Piştî Erdogan hat Bexdayê der barê partiya me de biryara girtinê dan.”

Desteya Dadgerî ya Hilbijartinan a  Konseya Bilind a Dadgeriya Iraqê, di 3’yê tebaxê de biryara girtina 3 partiyên siyasî yên li Iraq û başûrê Kurdistanê da. Dadgehê biryar da ku Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî), Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê bên girtin.

Têkildarî mijarê Hevserokê Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidî (PADÊ), Hesen Hecî nirxandin kir û wiha got: “Em rêveberiya PADÊ û miletê Şengalê biryara siyasî dibînin. PADÊ nêzî 20 sal in xizmeta milletê xwe dike. Heta niha ji bo xizmeta civakê û tifaqa civakê di aliyê siyasî de rolek mezin lîstiye. Bi tayetî di salek dawî de di aliyê tifaqa eniyên siyasî de rolek mezin lîst.  Di aliyê nûnertiya siyasî de 4-5 hezar endamên wê hene. Millet û baweriyên cuda di bin baneya PADÊ de cih girtin. PADÊ di aliyê siyasî de mirov dikare bibêje nûnertiya hemû gelê Şengalê kir.”

Hecî da zanîn ku piştî Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan serdana Iraqê kir biryarek bi vî rengî hat dayîn û wiha axivî: “Hatina Erdogan bandora xwe li ser siyaseta Iraqê kir. Herî zêde PADÊ li dijî siyaseta PDK’ê bû. Hevalbendên PADÊ li dijî siyaseta PDK’ê bû. Ji ber vê yekê PADÊ kirin hedefa xwe. Lê êdî nikarin bi ser bikevin. 10 salên wan temam bûn. Hemû plan û lîstikên wan di van 10 salan de vala hatin derxistin. PADÊ têkiliya wê û hikûmeta navendî û dewletên devre xurt bû. Li Almanya, Swîsre, Fransa û gelek dewletên Ewropayê re têkiliyên dîplomasiyê pêş xist. Der barê rewşa Şengalê de rapor amade kirin, daxwaz û pirsgirêkên gelê Şingalê bi raporan bi van dewletan re parve kir. Ji fermanê heta niha bi serê Şengalê de hat, çiqas mafê wan hat xwarin û gelê Şengalê çawa xwe parast wekî rapor bi dewletên derve re hat parvekirin. Ji ber ku PADÊ nûnertiya civakê dikir û rol û rista xwe ya siyasî pêk dianî kirin hedefa xwe.”

Ji bo DAIŞ’ê efû bikin PADÊ girtin

Hecî da zanîn ku Meclisa Rêveberiya Xweser û gelê Şengalê hemû li pişt PADÊ bûn û wiha domand: “Di aliyê siyasetê û hilbijartinê de li pişt PADÊ bûn. Bi daxuyaniyan nerazibûnên xwe yên li dijî girtina PADÊ anîn ziman. Li dijî biryara dewletê bertekên xwe anîn ziman. Beriya ku Parlamentoya Iraqê biryara efoya endamên kujer ên DAIŞ’ê bide, Dadgeha Bilind a Iraqê di serê meha 8’an de biryara 3 partiyan da. Dadgerê mafê îtîrazê daye me. Em wekî rêveberên PADÊ, li dijî vê biryarê di aliyê zagonî, şeriî û milên din de em ê mafê xwe biparêzin. Em ê serî li Bexdayê bidin û li dadgehan îtîraza girtinê bikin. Ev ne biryarek di cih de ye. Ji bo em vê biryarê rawestînin em têdikoşin. Girtina PADÊ berdewamiya plana fermanê ye. Civaka êzidî hêj di bin bandora fermanê de ne. Hêj mafê wan nehatiye dayîn. Hêj hesabê komkujiyê nehatiye pirsîn. Em ê îtîraz bikin û li benda biryarê bin. Partiyên din jî dê îtiraz bikin.”

Hecî herî dawî destnîşan kir ku hinceta girtina wan têkiliya bi PKK’ê re nîşan didin, lê ev ne rast e.