De ka ez çi bêjim, çi bibêjim, çawa bipêjim ku wî bidim nasîn.
De bila ew bipêje; “Kuro we tiştê wisa dîtiye, navê min Hecero. Tê çi wateyê qet nizanim. Rihmetiyan bi awayekî ev nava wek fîstanê ereban li min kirine. Ka bisekinin, tew li ba dewletê jî navê min; Çaçan e, Çaçan Yavuz. De were û neteqe û bi vê sergêjiyê bijî.”
De hûn ê pir lê guhdar bikin.
Peşî çend peyvan rêz bikim.
Hecero mirovekî rengîn e; henekçî, xeberok û hilbet xwe-ecêb, pir xwe diecbîne, kesî di ser xwe re nabîne. Pir henekên xwe bi mirovan dike, kes ji ber qerfên wî nafilitin, tew Dêrîşî ji ber di emana Xwedê de ne. Piştî valabûna gund, mala xwe bar kir Mêrdînê. Îca Dêrîşî li wir jî ketin ber berê dasa wî ya palehiyê. Ku meleyê mizgeftê salayekê bixwîne ku kesek miriye, Dêrîşî dibêjin “Înşale Hecerê Dengizî ye ku em jê xelas bibin.” Lê her dem hêviya wan vala dertê. Bi nexweşiyek giran ket, hêvî ket dilê dêrişiyan, lê wî ev jî dehf da.
Pir peyvên rengîn bi kar tîne.
Ku wê tiştekî ecêb bibêje, dibêje; “Îssss, arrrek. Ma bera werê ye!”
Ka mînakekê bidim.
Ew û hevalekî xwe diçin palehiya beriyê, li vegerê tên Mêrdîn. Xort in, tiştina dikirin, herdu ji qumaşekî têra kurtikekî ji xwe re dikirin ku li malê bidin dirûtin. Paşê tên Darika Zava qala serboriya xwe dikin, hevalê wî dibêje min û Hecer ji qumaşekî kurtik kirî, Hecero dipengize;
“Arrrrekk, îssss. Ma tu çi dikari vir bikî! Ma dibe ku kurtikê yekî weke min û te ji qumaşekî be!” Ka em serboriyên wî têxin rêzê.
Bila ya pêşî yeke dêrişiyan be, wiha tavêje wan;
“Xelk ji ber neçariyê diçûn Îskenderûn xebatê. Qureyekî Dêrîşî jî wisa. Rojekê li qada rêncberê ku li hêviya kar in, bendewar in, çima tabûta miriyekî di wira re derbas nabe! Qureyê Dêrîşî dertê pêş, ‘gelo kiloya wî bi çi qeysî ye?’ ên derdorê tev şaş dimînin û dibêjin; ‘Kuro ev tabûta cenaze ye.’ Ew jî dibêje; ‘Herê min fêmkir cenaze ye, kiloya wî bi çi qeysî ye?’ Nizane cenaze çi ye. Yek dibêje; ‘Kuro miriye, mirî, dibin ser qebrê.’ Camêr qed li xwe danaxe û dibêje; ‘Ha, çima win werê nabêjin!”
Bila hevalekî wî bibêje;
“Me got em herdu herin Sêrtê şewqeyan bikirin, bînin li gund bifroşin, hinek pere qezenc bikin. Beriya em biçin, me li mala me lengeriyek, leganek şorbeya nîskan bi du-sê pîvazan qedand û em ketin rê. Di serî de got: “Em pereyê te li mesref û heqê rê bidin û bi pereyên min şewqa bikirin.” Min got. “Temam!” Li rê me hinek nanê hişk bi xwe re bir ku mesrefê me nebe, me li rê her û her nanê hişk porsinand, kursinand, birçîbûna xwe tepisand.’ Me çû şewqe anîn li gund firotin, dema parvekirina pereyan û qezencê hat. Got; ‘Pereyê te lê rê çû, çû.’ Me bi yê min kirî, wê çaxê kar ya min e. Raje perê xwe, qezenc a min e, ma ne bi perê min qezenc hat.’ ‘Ma werê dibe.’ ‘Dibe. Ma tu di guhê gê de yî? Tacirî wiha ye?’ Min got: “Em herin şerîetê.” Kurê meleyê gund Hecî Sîrac zavê wî bû, dikandarî dikir. Got: “Em herin cem wî.” Wî hêvî dikir ku mele aliyê wî bigire. Em çûn me meseleya xwe anî ziman. Mele keniya, got: “Ka perê xwe birijînin vê rastê.” Me pere rijand erdê. Got: “Her kes rajin perê xwe.” Me wisa kir. Û Mele pereyên ku ma li me parê kir, kir du ciyan, çend qurûş zêde man, ew jî dan zarokên xwe û got: ”Bila ev jî xêra we be, de oxir be!” Xorto qet serê xwe ranekir, di ber xwe de minminand û got: “Çend qurûşik jî çûn.”
Meseleya wî û rihmetiyê Evdî her li ser zimanê gundiyan e, jixwe ji me zarokan re bûbû metelok!
Ew û Evdî bi hev re bi hevkariya nîskan datînin, sal xweş e û bêndera nîskan lod e. Gotin; ‘Ya qaweta bavê kal, bêşirîk û bêheval” û dest bi karê bênderê kirin, gêre û dor hat ser dêranê. Lê wan salan dewlet bi dû qaşo eşqiya û mehkûman ketibû, digotin mehkûm diçin alî Mele Mistefa. Dixwestin mehkûma bigirin, bavêjin hepsê. Şikriyê pismamê Evdî jî mehkûm bû, yekî tirsedar, lê digeriyan.Ew li ser kar in, dêranê dikin, neqla dişînin malê. Esker derdikevin operasyonê. Tên ser bêndera wan, li wan dipirsin ku Evdî nav û paşnavê xwe dibêje. Doza Şikrî lê dikin, ew jî dibe nizanim li ku ye. Hecer dikeve navberê, bi tirkiyeke şikestî rewşê rave dike, lê leşker fêhm nakin, lêpirsîna Evdî didomînin. Tirkiya wî jî tevlîhev e, bi tenê “Şikrî Arasan.” “Mehkûm” fêhm dike û dibêje; ‘Nizanim.’ Esker tif Evdî dikin û lêdixin, ew jî tif wan dike. Hecer dîsa dikeve navberê wî jî didin ber kotekan, wan dixin halekî miriyan. Hê wiha fermandar tê dibêje mesele çi ye, Evdî dibêje; “Wilahî, bilahî qomitan, o ewildakî tifî gotî bena.” Fermandar “tifî-gotaş fêhm dike, dibejê qey dibêje ez “tifî qûna te dikim,” ew jî dest bi lêdanê dike, Evdî her bi gazin e; “Welehî bilehî qomîtan, o ewildakî tifî gotî bena, bi Xwedayê şev û rojan derewan nakim.” Û her dubare dike, fermandar jî lêdanê didomîne, heta ku yekî gundî ku hebikî bi tirkî, dizane li wan dertê, meseleye îzah dike. Lê ew ketine halê mirinê, eciqî ne, parxwanê wan şikestiye, wan li keran bar dikin dişînin. Nêzîkî mehekê li erdê man, lebixe li canê wan kirin, derman-merman, bi zor hatin ser xwe, ji halê mirinê filitîn. Lê her peyva Evdî li ser zar û zimanan e ku Hecero her qala wê bûyerê dikir û qaşo jêhatîbûna xwe derdixist pêş; “Wilahî, bilahî qomitan, o ewildekî tifî gotî bena.”
De ev ji malkambaxiya bindestiyê ye.
Ku peyv hat ser meseleya eskeran divê em qala vê bûyerê jî bikin.
Rojêkê esker tên gund, ji Hecerê min û te mala muxtar dipirsin. Ê xorto bi tirkî nizane, lê ji ya xwe jî danayê. Mala Muxtar li dawiya bestê, li jora gund e, darek tûyê jî li hewşa wî ye.
Hecer bi tiliya xwe rê şanî dide;
“Bestik û bestiklere, sergo û sergolere, tehtik û tehtiklere, bidin ber rizdiklere, buyuk cam û pencere. Ma tu kor î, darek tû jî li hewşa wî ye.”
Hecero hê nû dielime, avjeniyê. Tê delav, ber çem, her kes xwe dixe gola Elo, ew nikare. Sikreke Çimento li wî jêrî heye, qam e, mirov jê natirse. Dibêje; ’Ez ê li wira diavêkevim û pesnê xwe bidim ku ez bi va avjankî zanim.’ Xwe tazî dike, dere ser çîmento; bi dengekî hêl dibêjê; ’Serê min neêşe, bila yê qijaka gurî biêşe. Serê min neşkê yê qijaka gurî bişkê!’ Û ser serî xwe tavêje avê. Çima serî li himekî binê avê nakeve ku radibe ser xwe, xwîn ji eniyê diherike û dibe hawar-hawara wî, quretiya wî vala dertê. Wey li min ê!
Sal diherikin, halê wî xweş e, li Mêrdîn. Divê here ser tixtorê Carbekir, berîka wî tije pere, lê dibe derengî li Carbekir. Telefona merivekî wî, ya Miheme pê re heye, lê ew nizane li telefonê bixe. Ji yekî re lava dike mêrik ji Miheme re telefonê vedike, cî rawe dike ku bê û mêvanê xwe bibe malê. Pêxwasek jî li wan guhdar dike. Demek dirêj derbas dibe, Miheme nayê, pêxwas nêzî Hecero tê, silavê didiyê, dibe ez Zavê Miheme me, kerem bike em herin malê. Rewş nakeve serê Hecero, xwe dibe-tîne, gumanan dike, dibê eceleya me tune ye, ez ê herim ciyekî din. Zilam dide ser, dibê xalo ji eceleyê min pere bi xwe re neanîne, ka em texsiyekê bigirin. Hecer hê bêtir şiphe dike, dibêje; ’Pereyê min tune ne, hebûna ez ê bîçûna hotelekê.’ Na, zilam eks e, dibêje; ’Xalo hevsera min, li xestê ye, perê me tune ne, va ez û apê Miheme em ê bi hev re herin, ka hinek pere, em herin xestê ji wir jî em ê herên malê, hayê apê min jê heye, wî min şandiye. Hecero yekser dipirse: “Navê hevsera te çi ye?” Lewra zavê Miheme Elî ye û mala wî li Batmanê ye, navê hevsera Elî Bedriya ye.
Pêxwasê me dibêje; ’Int-mint’, ’Yaho, tu çi mirovakî eks î, ez dibêm wî min şandiye.’
Talî bi pênc wereqa jî razî dibe. Hecerê min û te, ditirse, kêrkê filan lêxe, yekî dixe çavê xwe û dikeve mile wî,
“Va Miheme hat, hadê bi xatirê te.” Pêxwas li ortê dimîne, zilamê din jî heyirî. Hê wiha Miheme tê. Bêhna wî tê ber.
Hecero li pêxwas vedigere:
“Zilamek dixwaze bi şev here ber serê yara xwe, bi şaşî dere ber serê diya yara xwe. Tu jî îşev şaş şiyar î. Tê min bixapîn î. De heydê, bimeş.”
Hê Miheme şaşwaz e, dibê mesele çi ye. Hecer dibêje de haydê ez ê paşê derdê xwe bibêjim!
Wele pênaseya Hecero zor e. Welatparêzekî heja ye jî. Ji çalakî û xebatên partiye jî namîne. Beriya ku “qayim” were ser şaredariyan, biçûna kîjan çalakiyê, digot: “Ka Şaredarê we li ku ye, çima nehatiye.” Wek mifetişê partiyê, xwe berpirsiyar didît, talî jî lê zêde dikir; “Pişş, filankes jî zilam e, kirine şaredar, heq ez bibûna’m şaredar, heqê min xwarine.”
Herê wile, ma jiyanê heqê kê nexwariye!
Em wek Dengizî bi qerfbazê xwe şanaz in, Xwedê emrê dirêj bidiyê.
Dixwazim taybetiyek gundê xwe jî parve bikim, bi destûra we be.
Axa; xwediyê axê, mezinê eşîrê ye. Ku axê rihmet bike, kurê wî dikeve dewsa wî û her peyva wî ferman e, kes nikare li ber rabe. Rewş, ji aliyê rêveberiyê maqül û li gorî dema xwe ye, paşê ji rê derketiye, xera bûye. Lê li vir wekhevî û peyva civakê ya eşîrê û ya gundî û xizanan tune ye. Demokrasî tune, rewş ji tehde, zilm û kedxwariyê re vekirî dimîne. Jîr-jîrik; li gund û warên bêaxa û bêrêveber, kom, civak an gundiyan di nav xwe de wek demokrasiyek dêrîn, kesê jêhatî, jîr, heqxwaz, biaqil, biedalet hildibijart û dikirin rêveberê xwe. Ku wefat bikira, kurê wî nediket dewsa wî, bi hilbijartinê yekî jehatî yanî jîrikekî din dihat hilbijartin. Yanî rêveberî ne ayidî malbatekê, şexsekî ango ne tapoya hineka bû. Pêşiya tehde û zilmê dihat girtin; rewşek bêtir mirovhezî bû. Îca kesên eşîran, ji jîrikan didexisîn û her û her henekê xwe bi wan dikirin. Carinan jî dostanî datanîn û henek dibû wek xweşhaliya dostanî. Rewşa Dengiza hebikî wisa ye. Di nav eşîrên mîna Sûrgiçya-Barava-Omeriya-Begên Ereba (Stewrê)-Derêvera de diman û rehya bûn; yanî ne girêdayî axayekî, hebikî serbixwe û rasterast bi dewletê re muxatab bûn. Hilbet kêmanî hebûn, lê îradeyek azad jî hebû, jîrikê wan demek dirêj ew bi rê ve dibirin.
Îca Dêrîşî di serî de gundên derdorê tev henekên xwe li ser jîrikê dengiziyan ava dikin û her tinazê xwe bi wan dikin, hêla hezkirinê jî ne kêm e. Wek agahî, min got bila ev jî nîşeyek be.
Zanîn baş e.
Dem û dewran e, jiyan her herikbar e, guherbar e.