12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP’ê li Sûrê serdana esnafan kir

Parlementera HDP’ê Remziye Tosûn li navçeya Sûrê serdana esnafan kir û bi gel re hat gel hev.

Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosûn û rêvebirên HDP’ê yên bajêr li nav esnafan geriyan û bi gel re hatin gelhev. Hevdîtin bi tevlêbûna Partiya Kedê (EMEP) û serdana esnafan li navçeya Sûrê ya Amedê  pêk hat.

Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn bi xebatkaran re li nav esnafan geriya û qala hilbijartina li pêşiya me kir û wiha got:  “Em hemû jî zanin ku di nava parlementoyê de planên wan çi ne. Lê em zanin kurd, hebûna kurdan û ya partiya me ji bo wan xetereyeke gelekî mezin e. Ev bi rojan e hevalên me  yên wekîl li çalakiya nobeta bêdem û dorveger li ber deriyê wezareta edaletê ne. Armanca me ew e ku heta deriye Îmraliyê û tecrîda li ser Rêber Apo û hemû girtiyên zindanan ranebe em ê li vir nobeta xwe bidomînin. Ger ku tecrîda li ser rêber Apo bişkê dê tecrîda li ser hemû girtiyên di zindanan de rabe. Îro em dizanin ger ku rêber Ocalan were azadkirin û bi paradigmaya xwe bi rol û mîsyona xwe di nava gelê Rojhilata Navîn û nava gelê Tirkiyeyê û Kurdistanê bilîze civak dê azad bibe. Lê desthilat ji vê paradigmayê û ji vê felsefeya wî ditirse.”

‘Grîngiya vê hilbijartinê sedsala pêşiya me diyar dike’

Remziye Tosûnê bal kişand ser rewşa şerê ku niha diqewime û got bi şer re diçin hilbijartin. Ew dixwazin bi şer hilbijartinê pêk bînin û wiha axivî: “Ew bi şer diçin li qesr û salnatên xwe re rûdinên. Dîsa dubare dikim girîngiya vê hilbijartinê sedsala pêşiya me diyar dike. Ji ber vê jî hevalên me yên hêja ev 10-15 roj in li ber deriyê wezaretê çalakiya nobetê digirin. Lê polîs dibin asteng, nahêlin çapemenî biçe wir û daxuyanî bide. Ji bo wê çi tiştê ku bikeve ser milê me û xebatkarên me em ê pêk bînin.”

‘Ew naxwazin em fikr û ramanên xwe bînin ziman’

Tosûn di dawiya axaftin xwe de ev tişt gotin: “Li gorî anketên ku di dawiyê de hatin parvekirin nuifûsa kurdan bi giştî gihiştiye 56 milyonan. Îro em 10 milyon deng digirin, beriya vê partiyê 3 heb partî hatine avakirin. Çiqas jî hejmar gihîştibe milyonan jî dîsa êrîşan li partiya me û sîyaseta me dikin. Ew naxwazin em fikr û ramanên xwe derxin holê û li derve behs bikin.”