Di karesera medenê ya li navçeya Amasra ya Bartinê 40 karkeran jiyana xwe ji dest da. HDP’ê ji alîkarên xwe yên hevserokên giştî û endamên Lijneya Birêveberiya Navendî (MYK) ava kir û şand herêma karesatê ya Bartinê. Alîkarên hevserokên giştî yên HDP’ê Şaziye Kose û Ridvan Tûran û endamên MYK’ê Huseyîn Taka û Endamê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Zekî Tonbak pêk tê.
Heyeta HDP’ê wê li Bartinê li cihê ku karesat lê pêk hatiye lêkolîn bike û serdana malbatên kakerên jiyana xwe ji dest dane û karkerên birîndar ên rakirine nexweşxaneyê bike.