13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP sibê li Amedê mitînga “Çareserî em in” lidar dixe

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê sibê bi dirûşmeya “Çareserî em in ji şer û dagirkeriyê re na!” li Amedê li Qada Stasyonê ya navçeya Yenişehîr a Amedê mîtîngekê li dar bixe.

Rêveber û xebatkarên  HDP’ê doh li navçeyên Amedê li nava gel geriyan û banga tevlêbûna mitîngê kirin ku roja şemiyê 6’ê tebaxê gel bi girseyek mezin li qada Stasyonê be.

Di çarçoveya xebatên mîtîngê de parlamenterên HDP’ê Huseyîn Kaçmaz, Dersim Dag û Erdal Aydemîr li navçeya Rezanê serdana esnafan kirin û li kolanan gel vexwendin mîtîngê. Kaçmaz, ê di serdanan de axivî diyar kir ku ji bo tecrîd bê rakirin û şer bi dawî bibe divê gel tev li mitîngê bibe û bêje “çareserî em in.” Dîsa parlamenterên HDP’ê Dersim Dag û Erdal Aydemîr jî serdana Bazara Semta Rezanê kirin û belavok li gel belav kirin.

Rêxistina HDP’a Sûrê jî, bi tevlibûna Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca û Parlamenterê Şirnexê Hasan Ozguneş li navçeya Sûrê serdana gel û esnafan kirin. Di serdanê de hunermendan û ciwanan jî piştgirî dan û li park, kolan û qehweyên Sûr a Amedê belavok belav kirin û gel vexwendin mitîngê.

Parlamenterên HDP’ê Sezaî Temellî, Nûsrettîn Maçîn, Remziye Tosûn û Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy li ser Cadeya Nazim Hîkmet û Cadeya Sîpan bi çepik û tilîliyan belavok belavkirin. HDP’iyên ku serdana kargeh û kafeyan kirin, gel ew bi çepikan pêşwazî kir. Wesayîtên li ser cadeyê ji HDP’iyên ku li ser cadeyê meşiyan re li korna xistin û welatiyên di apartmanan de jî bi çepikan piştgirî dan. HDP’iyan li kargeh û kafeyan li dijî şer, tecrîd, qirkirina jinê û mêtîngeriyê welatî vexwendin mîtîngê.