12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP: Desthilatdarî êrîşî îradeya gelê Kurd dike

HDP: Desthilatdarî êrîşên xwe yên li dijî vîna gelê Kurd didomîn. Hûn ê nikaribin vî gelî bi destgîrkirin, zext û girtinan bitirsînin

Di daxuyaniya nivîskî ya Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a HDP’ê de hat gotin, “Desthilatdariya ku ji sala 2016’an û vir ve bi polîtîkaya qeyyûm îradeya gel desteser kiriye, bi operasyona li dijî şarederiya me ya Patnosê careke din nîşan daye ku wê îradeya gel nas neke.”

Di dûmahîka daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Hevşaredarên me yên Patnosê Muşerref Geçer û Emrah Kiliç jî di nav de, gelek xebatkarên me yên şaredariyê vê sibehê bi awayekî bihûqî hatine destgîrkirin. Ev destgîrkirin berdewama operasyonên qirkirina siyasî ye. Di pêvajoya hilbijartinê de kesên ku qal kirin wan çawa bi awayekî kêfî îradeya gel desteser kirine, piştî hilbijartinê jî xwestine vê bêhiqûqtiyê bidomînin. Bi aşkereyî diyar kirine ku wê bi desteserkirina vîna gel, sûcan bidomînin.

Bêyî ku ji bo îfadedayînê gazî wan bike hevşaredarên me û hevalên me yên şaredariyê hatine destgîrkirin. Kesên ku hewl didin îradeya gelê Kurd careke din desteser bikin, divê baş bizanibin ku wê gel heta dawiyê xwedî li îradeya xwe derkeve.

Hûn ê nikaribin bi destgîrkirin, zext û girtinan vî gelî bitirsînin. Em diyar dikin ku em ê xwedî li îradeya xwe derkevin. Divê hevşaredar û hevalên me yên ku xebatkarên şaredariyê ne, werin berdan. Li hemberî polîtîkaya we ya desteserkirina gel em ê heta dawiyê têbikoşin.”