Meclisa Partiyê ya HDP’ê di civînê de biryar da ku kongreya awarte di 27’ê tebaxê de pêk bîne.
Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rojeva kongreya awarte civiya. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar serokatiya civînê kirin û dîroka kongreya awarte ya HDP’ê diyar bû. Meclîsê di civînê de biryar da ku Kongreya Awarte di 27’ê tebaxa 2023’yan de li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê pêk bîne.