19 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

HBDHê Berxwedêrên Zindana Amedê bi bîr anî

HBDHê Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Zindanan a Amedê û berxwedêrên Rojiya Mirinê ya 1996an bi bîr anî.

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi daxuyaniyekê berxwedêrên rojiya mirinê bi bîr anî. HBDHê diyar kir ku berxwedana 14ê Tîrmehê bûye nîşaneya rûmetê ya têkoşîna li dijî mêtingeriyê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, berxwedana girtiyên PKKyî ya li Zindana Amedê ya 14ê Tîrmeha 1982an li dijî darbeya faşîst a 12ê Îlonê bû berxwedaneke dîrokî û hate destnîşankirin ku li dijî dîktatoriya faşîst, li dijî xiyanet û teslîmiyetê Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bedena xwe kirin çeper, li ber xwe dan û şehîd bûn.

HBDHê di daxuyaniya xwe de ev tişt got, “Li hemberî îşkence û êrişên ji bo teslîmgirtinê yên dîktatoriya faşîst, 14ê Tîrmehê di heman demê de berxwedana li hemberî qirkirin û mêtingeriyê ye ku li ser gelê kurd dihate ferzkirin. Berxwedana 14ê Tîrmeha 1982yan li hemberî mêtingerî û faşîzmê hêzeke mezin da têkoşîna hebûna neteweyî û azadiyê ya gelê kurd. Ev berxwedana gelê kurd a li zindanan bilind bû li dijî mêtingeriyê bû nîşaneya rûmeta berxwedanê. Xwedîderketina li biryardarî û ruhê berxwedanê yê 14ê Tîrmehê îro jî di têkoşîn û berxwedana li dijî faşîzm û mêtingeriyê de rê nîşan dide.”

Di daxuyaniyê de cangoriyên Rojiya Mirinê û Greva Birçîbûnê ya Bêdem a 20ê Gulana 1996an Aygun Ugur, Huseyin Demîrcîoglu, Ayçe Îdil Erkmen, Alî Ayata, Mujdat Yanat, Hayatî Can, Altan Berdan Kerîmgîller, Tahsîn Yilmaz, Osman Akgun, Ulaş Hîcabî Kuçuk, Îlgîç Ozkeskîn û Yemlîhan Kaya hatin bîranîn. HBDHê diyar kir ku şehadeta 12 şoreşgeran kevneşopiya berxwedanê û têkoşînê ya girîng di nava têkoşîna azadî û sosyalîzmê de afirandiye.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li kedkar, ciwan, jin, pêşverûyên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hate kirin ku têkoşîna şoreşgerî ya li dijî faşîzmê mezin bikin, bibin dengê girtiyên siyasî, ji bo tedawiya di nava şert û mercên mirovî de ya girtiyên nexweş têkoşînê mezin bikin, hesab ji faşîzmê bixwazin û ji bo vê jî yekîtî, rêxistinbûna xwe pêk bîne.