Havil Acar ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Bolvadînê ya Afyonê dihate ragirtin piştî 31 salan tehliye bû. Acar, li gundê xwe yê Xincika yê girêdayî Êlihê bi dîlanê ve hate pêşwazîkirin. Tevî malbata Acar, rêvebirên Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), nûnerên partiya siyasî û saziyên civakî beşdarî pêşwaziya bûn. Acar diyar kir ku, kêfxweşiya wî nîvco ye û daxwaza tehliyeya girtiyên nexweş kir.
Acar, di sala 1994an de li Êlihê hatibû girtin. Acar, li girtîgehên Êlih, Yozgat, Dîlok, Mêrdîn, Tokat û herî dawî Girtîgeha Tîpa T a Bolvadînê ya Afyonê hate ragirtin.