Li ser vexwendinê, Mesûd Barzanî, 29ê mijdarê, derbasî Cizîra Botan bû û li vê derê beşdarî Konferansa Melayê Cizîrî ya Navneteweyî ya 5emîn bû. Ev konferans, ji aliyê Parêzgeriya Şirnexê, Zanîngeha Şirnexê û Qeymeqamiya Cizîrê ve hatibû amadekirin û van saziyan bi fermî Mesûd Barzanî vexwendibû.
Herwiha Cîgirê Wezîrê Karên Hundir Munîr Karaloglu, berdevka Dem Partiyê Ayşegul Dogan, parlamenterê AKPê Arslan Tatar û parlamenterê HUDAPARê Şehzade Demîr jî, hem pêşwaziya Barzanî kir, hem jî li gel wî beşdarî konferansê bûn.
Hem hatina wî ya vê herêmê û vî bajarî, hem şêwaza hatin û pêşwaziya wî gelek ket rojevê û gelek guftûgoyên erênî û neyînî li ser hatin kirin. Ji aliyê kurdan ve, hatin û gera wî ya vê herêmê û bi tevahî hatina wî ya Kurdistanê, bi piranî erênî hat dîtin û pêşwazîkirin.
Lê ji aliyê hinek partî û kesên nijadperest ên tirk ve neyînî hat dîtin û hinek helwestên neyartî û nemirovî ji aliyên hinek erkdarên dewleta tirk ve hatin nîşandin û heta hinek gef jî hatin xwarin. Van aliyên dijber, ger û hatina wî şibandin Koma Aştiyê ya 34 kesan ku sala 2009an ji deriyê Xabûrê derbasî Bakur bûbû, gotinên tund ên dijminane bi kar anîn.
Ev jî tê wê wateyê ku ev kes û alî çawa ku dijberên pêvajoya yekê bûn, dijberê vê pêvajoya duduyan in jî.
Herwiha Mesûd Barzanî, di axaftina xwe ya Sempozyûma Melayê Cizîrî de, peyamek erênî ji bo pêşvebirina vê pêvajoyê nîşan da û spasiyên xwe ji bo gavên wî yên erênî û hêja, ji Rêber Apo re pêşkêş kirin. Wî got: ‘’Ez li vira aşkere radigihînim ku em jî, bi hemû hêza xwe destekê didin vê pêvajoyê û çi ji me bê xwestin û ji destê me çi were, em amade ne ji bo pêvajoyê pêk bînin.’’
Li beramberî vê helwesta erênî, hinek erkdarên dewletê, weke midûrê ewlekariya Cizîrê, şaredarî nekiriye hevpara vê konferansê û nehişt ku hevşaredarên Cizîrê derbasî salona konferansa otêlê jî bibin û di ser de jî gef li wan xwarin.
Parlamenterên DEM Partiyê yên vî bajarî jî, roja duduyan di dawiyê de hatin vexwendin! Em bînin bîra xwe, Rêber Apo demek berê nameyek ji Mesûd Barzanî re şandibû, da ku ew çalaktir be ji bo yekîtiya neteweyî û piştgiriya pêvajoya çareseriyê.
Di van rojên dawî de, tevgereke berbiçav haye ji bo yekrêziya kurdî; li aliyekî şandeyên DEM Partiyê li gel hêzên Başûr û Rojava civiyan, li aliyekî germbûna têkiliyen navbera Rojava û Başûr û her wiha çûna Dihoka Başûr a Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed ji bo beşdariya li Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn a 6emîn.
Li aliyê din, hilbijartin li Iraqê pêk hat û her çend ne li gor dilê wan be jî, DYA wê rêveberiyek ji ya berê xurttir av bike da ku dikaribin bi wan re baştir bixebitin. DYAyê, 3yê vê kanûnê, li Hewlêrê bi resepsiyoneke balkêş konsolxneya xwe vekir ku ew li cîhanê ya herî mezin e.
Tê gotin ku wê di van rojên nêzîk de Mark Savaya Nûnerê Karên Taybet ê Iraqê yê Trump, biçe Bexdayê û li gorî daxuyaniyên wan ‘wê li Iraqê guhertinên girîng û balkêş pêk bên’.
Bêguman di nav dewleta tirk de, bi gotina Rêber Apo hinek kes an aliyên derveyî norm-dewletê hene û li dijî pêvajoyê dixebitin, astengan derdixin, provakasyonan dikin. Helbet, van alî û kesan, ji van pêşketinên erênî yên navbera hêzên kurdistanî, têkiliyên navbera Başûr û Rojava (yên nêzî felsefeya Rêber Apo) gelek aciz in û wê hewl bidin ku van têkiliyan erênî têk bibin.
Weke ku tê xuyakirin, DYA dixwaze bi lez û bez dest bavêje kar û barên Iraqê. Jixwe di van rojên dawî de, êrişên dijwar hatin ser qada xazê ya Kormorê û ji bo van êrişan hêzên Heşdî Şebî û bi gelemperî Îran tên tawanbarkirin.
Li gel vê, Trump berê êrişên daye gelek dewletan, wek Venezuelaya bi rêveberiya Madûro, lê diyar e ku nîşaneyên xurtkirina êrişên li ser Îranê zêdetir in.
Helbet ji ber ku li herêmê hêza diyarker a herî li pêş e, divê rêveberiyên hêzên Kurdistanê van pêşhate û siyasetên hegemon baştir bibînin, bizanibin, berfirehtir bişopînin û li gorî wê jî amadekariyên xwe bikin, da ku ji nişka ve, ji xafil ve neyên girtin!
