Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskin Bayindir, bertek nîşanî helwesta desthilatê da û got: “Dest dirêjî gelê kurd kirin, lê niha dest dirêjî vîna gelê kurd dikin.” Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Baydir, anî ziman ku gelê Kurd û Kurdistanê qeyûman qebûl nake û wiha got: “Em ê li kolan, tax û li her qadê li vîna xwe xwedî derkevin. Em li her derê Kurdistanê li vîna xwe xwedî derkevin. Em ê her qada Kurdistanê bikin qada tekoşîn û berxwedanê. Van dagirkeran her tişt ji fesalê derxistin. Plana wan ewe ku êrîşî gelê kur6 bikin. Serkeftina gelê kurd têk bibin. Plana Erdogan û Bahçelî îro li Êlih û Mêrdînê derket holê. Bersîva me jî em ê heta dawî li dijî dizî, înkar û hemû planên wan tekoşîna xwe berdewam bikin.”
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Talay Hatîmogulları û Tuncer Bakirhan, piştî tayînkirina qeyûm hatin Êlihê û li Êlihê daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de li gel Hevserokên DEM Partiyê, hevserokên DBP, rêveberên DEM PArtî û DBP, Endamên meclisa şaredariyê, aktîvîstên TJA û gel amade bûn. Di çalakiyê de ewil Hatîmogullari axivî û wiha got: “Şaredarî yên gel in. Gel bi xwe ye. Şaredarî gelê Êlihê bi xwe ye. Yên çar dîwar xesp kirin, bila zanibin ku tevî qeyûman gel dîsa şaredariyên xwe hilbijartin. Dê dîsa hilbijêrin.”
‘Bi jopê polîsan vîna gel didizin’
Hatîmogullari, da zanîn ku bi tayînkirina qeyûm darbe li vîna gel xistine û wiha got: “Ji ber di aliyê siyasetê de nikarin bi me, bi tonan polîs anîne li vir kom kirine. Bi destê darazê darbeyê pêk tînin. Ev darbe bi qasî siyasî ye ew qas darazî ye. Di 12’ê Îlonê de darbeya leşkerî pêk anîn. Niha bi jopê polîsan darbeyê pêk tînin. Piştî destnedayîna Hevserokên me Figen Yuksekdag, Selahattin Demirtaş rakirin niha di salvegera wan de qeyûman tayînî şaredariyan dikin. Di salvegera darbeya siyasî de darbeya qeyûman pêk tînin. Hatin gotin ‘Em ê aştiya navxweşî pêk bînin’ Tu armanc û derdê vana yê aştiyê tune ye. Me got ‘Em ji aştiyek bi rûmet re amade ne.’ Lê wan li şûna aştiyê qeyûm tayîn kir. Bila zanibin ku gelê me li dijî van qeyûman bêdeng namînin. Gelê me û DEM Partî dê vê lîstikê xera bikin. Em ê li rûmeta xwe û aştiya bi rûmet xwedî derkevin.”
Bakirhan: Tasfiye plan kirin
Bakirhan jî bal kişand ser destdirêjkirina Serokê MHP Devlet Bahçelî û wiha axivî: “Ev kumpasê dikin. Diz in, tasfiye plan kirin û dest dirêjî me kirin. Me jî destê xwe yê paqij dirêjî wan kir. Me got belkî muzakereyan bikin. Lê mixabin plana tasfiyeyê pêş xistin. Xwestin bi înkar û plana çokdayînê têk bibin, lê bi ser neketin. Vê carê tasfiye plan kirin. Plan kirin ku dê çawa qeyûm tayîn bikin. Plan kirin ku dê çawa kurdan înkar bikin. Em we hişyar dikin. Dest ji van polîtîkayên înkara vîna gelê kurd berdin. Dest ji tayînkirina qeyûman berdin.”
Bakirhan, anî ziman ku ew înkar dikin, rantê pêş dixin û diz in û wiha bi dawî kir: “Hûn li aliyekî dest dirêj dikin, li aliyê din, li aliyê din înkar dikin. We rewatiya xwe winda kiriye. Em ê we li ser vê axê bikin partiya tabelayan. Gel baş dizane ku we çi kiriye ji van şaredariyan. Hûn diz in. Hûn bi ziman û çanda kurdan dilîzin. Em ê li ser vê axê têkoşînê mezin bikin.”
Piştî axaftinan girseyê bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevvin” û “Jin, jiyan, azadî”, “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin.
Rawestîna gel a li pêş şaredariyê didome.