Bi boneya 8’ê Adarê Roja jinan a Cîhanê, li Qada Stasyonê ya Amedê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) û bi dirûşma “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi 8’ê Adarê ve” mitîng li dar xistin. Mitîng bi gerandina govendê dest pê kir. Ji saetên serê sibehê ve jin bi pankarta “Jin, jiyan, azadî” û dovîzan herikin qada Îstasyonê. Polîsan bi hinceta saeta ketina mitîngê hewl dan jinan astengt bikin û jinan jî bi dirûşm û tililiyan ev helwesta polîsan protesto kirin. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên kurdî herikîn qadê, bi pankartên “Ji Amedê heta Enqereyê em Gultan Kişanak silav dikin”, “Em bi têkoşîna jinên beluc, afxan, îranî û pakistaniyan re ne”, “Bi jin, jiyan, azadiyê em ji şer re dibêjin na” û “Em ê xerabiya we ya birêxistinkirî, bi têkoşîna xwe ya birêxistinkirî têk bibin” qada mitîngê xemilandin.
Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê yên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk dest bi Nobeta Edaletê kirin jî li Parka Hazalê hatin gel hev û ber bi qada mitîngê ve meşiyan. Hevserokên DEM Partiyê yên navçeyê û namzetên hevşaredariyê jî tev li meşa dayikan bûn û pankartên “Jin jiyan, azadî” û “Bi felsefeye jinan azad em xwe birêxistin dikin” hilgirtin. Di meşê de jinan stran gotin û bi dirûşma “jin, jiyan, azadî” ketin qada mitîngê. Komeleya Jinan a Rosayê, DEM Partî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û TJA jî bi kortejên cuda ketin qada mitîngê. Di meşê de pankarta “Şoreşa me şoreşa jinê ye” vekirin. Jinên ku li qada mitîngê hatin gel hev, dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin û li ber stranên kurdî govendê digerînin.
Bernameya mitîngê bi deqeyek rêzgirtina ji bo bi hezaran jinên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştre jî li ser navê Komîteya Amadekar Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray axivî. Yaray, anî ziman ku jinan tu caran serî netewandine û dê serî netewînin û wiha got: “Em Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Hulya Alokmen û hemû jinên girtî silav dikin. Rêya wan rêya me ye.”
Bi domdarî Yaray bal kişand ser zextên li ser zimanê kurdî û bi bîr xist ku qeyûman weke karê ewil saziyên jinan û ziman girtine. Yaray, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê kurd dixwaze li ser vê xakê bi awayekî wekhev û azad bijî. Dê koletiyê qebûl neke. Em dibêjin ku dev ji tunehesibandina kurdan berdin. Bila kurd vê cîhanê xweşik bikin. Bila aştî vê vê xakê. Em jin her tim dibêjin ji bo aştiyeke birûmet dengê xwe bilind bikin. Em li Amedê ji hemû cîhanê re dibêjin ‘jin, jiyan, azadî.’”
Li ser navê Dayikên Aştiyê jî Muruvvet Demîr axivî û wiha got: “8’ê Adara me bi hezaran caran li tevahiya jinên kedkar, li şoreşgeran pîroz be. Ez girtiyên bi mehan e di greva birçîbûnê de silav dikim. Hêvîdarim bibe wesîleya aştiyê. Silav û rêz ji we tevan re.” ,
Namzetan jin slav kirin
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Amedê derketin ser dikê û jin silav kirin. Li ser navê namzetên hevşaredariyê, namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak axivî. Bucak, 8’ê Adarê li jinan pîroz kir û got ku şîara aştî, edalet û azadiyê ji jinên berxwedêr hîn bûye. Bucak, wiha domand: “Em ê tu caran dev ji rêya wan a giranbiha bernedin. Em bejna xwe birêzdarî li hemberî banga wan a aştiyê ditewînin. Ji bo vê rêxistiniya jinan, ji bo vê têkoşîna jinan em deyndarên wan rêhvalên xwe yên jin in. Silav ji girtîgehên Kandira, Sîncan û Xarpêtê re.”
Jinan bi yek dengî dirûşma “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kirin.
Qeyûm jin kir hedef
Di berdewamê de Bucak silav ji namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak re şand û li dijî feraseta yekperest dê bi înad aştiyê bînin vê xakê. Bucak, anî ziman ku dê di hilbijartinan de bi rêjeyeke zêde ya dengan bersivê bidin qeyûm û îktîdara yekperest û wiha pê de çû: “Rejîma qeyûman a 8 salan herî zêde destkeftiyên me jinan hedef girtin. Em ê careke din polîtîkayên jinan, midûriyetên jinan, navendên jinan vekin. Ez 8’ê Adarê li we tevan pîroz dikim.”
‘Em ê rê nedin şerê taybet’
Li ser navê TJA’yê jî Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya axivî û ev tişt anî ziman: “Ez jinên deverên cuda yên cîhanê yên ji bo nasnameya xwe û pêkvejiyanê li ber xwe didin silav dikim. Ez jinên belûc, efxan, pakistanî û îranî yên li dijî dîktatoran li ber xwe didin silav dikim. Em sûîqestên ku îstîrxbarata Tirkiyeyê li Başûr li dijî jinan dike şermezar dikim. Em ê rê nedin polîtîkayên şerê taybet. Her wiha girtiyên di greva birçîbûnê de silav dikim. Dayikên Aştiyê, berxwedana Nobeta Edaletê ya dayikan rêya me ronî dikin. Weke jin em dibêjin ku rêya çareserî û aştiyê eşkere ye. Daxwaziya me, azadiya birêz Abdullah Ocalan e. Abdullah Ocalan bi çareserkirina pirsgirêka kurd re dê aştiyê ji bo gelên me bîne. Em kurd in, em jin in, em li vir in. Em ê jiyana demokratîk û azad bi hev re ava bikin. Em serî li ber pergala me tune dihesibîne natewînin, em serî hil didin.”
‘Em ê jiyanê ji nûve ava bikin’
Piştre jî Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçak axivî û da zanîn ku ji cihên kar heta nav zeviyan û girtîgehan, wan li her qadê newekheviya zayendan tecrûbe kirine. Koçak, diyar kir ku li dijî êrişên îktîdarên rastgir wan tu caran li qadan dev ji têkoşînê bernedane û ev tişt anî ziman: “Ji bo keda me bêhtir xuyanî bibe, em neçarin ku jiyanê jinûve ava bikin.”
Hatîmogullari: Me tu carî serî netewand
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di mitînga li Qada Stasyonê ya li navçeya Bajarê Nû ya Amedê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê tê lidarxistin de axivî. Hatîmogûllari, beşdar bi kurdî silav kir û wiha got: “Hûn hemû bi xêr hatin, ser çavan hatin. Merhaba gelî jinan, merhaba Dayikên Aştiyê, merhaba dayikên me yên di Nobeta Edaletê de, merhaba jinên hêja yên xwe fedayî vê têkoşînê kirin. Silav li hemû jinên seranserî cîhanê. Silav ji Sakîneyan re, ji Pakîzeyan, ji Fîgenan, ji Gultanan, ji Sebahatan û ji hemû jinên di zindanan re.”
Hatîmogûllari, anî ziman ku ev 5 hezar sal in jin di bin pergala mêrê serdest de tên eziqandin û keda wan tê xwarin. Hatîmogûllari, wiha domand: “Di heman demê de ev 5 hezar sal in em li dijî vê pergalê têdikoşin, me serî netewand û mohra xwe li têkoşîna dîrokî da. Keda me hate xwarin, tundî li me hate kirin, em hatin qetilkirin lê me tu caran serî netewand. Êrişî pergala me ya hevserokatiyê kirin lê me tu caran serî netewand. Silav ji hemû jinên di têkoşîna azadiyê de bedel dayîn re, silav ji kesên bi xweliya xwe dîroka 8’ê Adarê nivîsandin û diyarî me kirin re.”
Di berdewamê de Hatîmogûllari got ku jin di her qadên jiyanê de rastî zext, komkujî û tundiyê tên û Gulistan Doku û jinên hatine qetilkirin bi bîr xist. Hatîmogûllari, destnîşan kir ku ji bo valaderxistina polîtîkaya şerê taybet a li Kurdistanê tê meşandin, li Qada Amedê bi hev re dirûşma “Jin, jiyan, azadî” diqîrin. Hatîmogûllari, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em jin dê tu caran dev ji mafê xwe yê jiyanê bernedin. Em jin dê li hemberî şerê taybet ê li Kurdistanê serî netewînin. Em jin dê dev ji parastina Peymana Stenbolê bernedin, dê dev ji parastina qanûna hejmar 6284’ê bernedin. Em ê dev ji mafê xwe yê nefeqeyê bernedin.
Jinên hêja, weke DEM Partî û hemû hêzên bi me re dixebitin, me got ku pergala hevserokatiyê xeta me ya mor e. Êrişa herî mezin a li dijî vê pergalê, bi rejîma qeyûman re dest pê kir. Qeyûman herî zêde êrişî polîtîkayên me yên jinan kirin. Hewl dan pergala me ya hevserokatiyê û nûnertiya wekhev bidin ber nîqaşê. Lê em jin dê destûrê nedin vê. Niha li Kurdistanê 5 hezar namzetên me yên hevşaredariyê û namzetên rêveberiyên herêmî yên jin hene. Li Tirkiyeyê tu partiyan nekarîn vê yekê pêk bînin. Ya ku ev yek pêk anî ne tenê partî, vîna we jinên hêja ye.
Hevalên hêja; em ê li Amedê li dora namzetên xwe yên hevşaredariyê feraseta xwe ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê pêk bînin. Em ê vê pergalê bi feraseta jinê bi hev re ava bikin. Meclisên jinan mîsogeriya vê ne. Em ew jinin ku me di 8’ê Adarê de ji xweliya xwe têkoşîn afirand.
Heta ku têkoşîna birêxistinkirî ya jinan û hêza wan hebe dê tu rejîmên zilaman nekarin me têk bibin. Bi qasî ku ji dest tê dixwazim bi zimanê dayikê bibêjim; Mehsa hate kuştin, nexêr bû al, Mehsa bû alaya hemû jinên têkoşer, bû alaya hemû jinan. Pora wê bû alaya têkoşîna me. Ew nemir di nav me de ye û em bi hev re dirûşma “Jin, jiyan, azadî’ berz bikin û Jîna Emînî dîsa bi bîr bînin. Heta ku ev têkoşîna jinan hebe, heta ku ev hêza wan a birêxistinkirî hebe ne li Tirkiyeyê ne jî li Kurdistan û Rojhilata Nvaîn dê tu rejîmên otorîter ên zilaman nekarin me têk bibin. Jin dê bi ser kevin, em ê bi ser kevin.”
Piştre jî hunermend derketin ser dikê û mitîng didome.