Meşvanên “Meşa rêzgirtina vînê” ku di 30’ê Hezîranê de ji herêma Ege û Marmarayê dest pê kir û li Wanê gihiştin hev, îro 8 roje bi meşa dirêj didome. Duh Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Baydir beşdarî meşê bû. Îro jî Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari beşdarî meşê bû. Di meşa piştî nîvro de ku niha li Geliyê Zapê de didome Tuhay Hatîmogullari axivî û wiha got: “Di vê meşa me li dijî qeyûman daye destpêkirin de em dixwazin ku rêz ji îradeya me re, ji mafê me yê bijartin û hilbijartinê re, ji qanûn û destûra bingehî re were girtin. Hevalên me ji milê herêma Marmara û Egeyê ji Anatoliya Navîn û herêma Çukurovayê berê xwe dan Kurdistanê. Ji Tirkiye û Kurdistanê hatin tev li meşê bûn. Em dixwazin hürmete nîşanî vîna gel bidin. Mixabin zîhniyeta qeyûmparêz vînê nas nake û qeyûm tayîn dike. Li dijî vê feraseta darbeya siyasî dike, li her derê çalakî tên lidarxistin. Em li her devera Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo rêzgirtina îradeya xwe dimeşin. Rêzê ji bo hilbijêran û encamên sindoqan bigirin û hevserokên meclisê nas bikin. Em dibêjin em ê bi têkoşîn û berxwedanê bi ser bikevin. Vîyan Tekçe wekî hevşaredar bila bê ser şaredariyê.”
Piştî axaftinê girseyê dirûşma “Bijî berxwedana Colemêrg”, “Wê roj bê dewran bizivire. Qeyûm dê hesab bide gel” berz kirin.
Di 3’yê hezîranê de li Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de qeyûm hatibû tayînkirin û li dijî xespkirina îradeyê “Meşa rêzgirtina ji îradeyê re” hatibû destpêkirin. Meş di roja 8’emîn de didome.
Piştî daxuyaniyê meşvan dîsa ketin rê.