24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hatîce Oncu: Em ê li ber xwe bidin

Endama TJAyê Hatîce Oncu got: “Ji bo aştiya ku Abdullah Ocalan dixwaze pêk bîne em ê li ber xwe bidin. Çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêya demokratîk dê bandor li jiyana gelan, kedkaran, jinan û hemû zindiyan bike. Ji bo ev pêk were wek jinên ku dixwazin bi hemû gelan re wekhev bijîn û di nav jiyanê de xwedî biryar bin em ê ji bo mezinkirina siyaseta demokratîk û azadiya jinan têbikoşin.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) di 24-26ê çileyê de li Amedê bi şîara “Em azadiya fizîkî ya Rêbertî pêk bînin, bi seferberiya rêxistinkirinê pergala xwe ya konfederalîzmê ava bikin” 5emîn Konferansa Asayî li dar xist. Konferans, di şexsê Sakîne Cansiz (Sara), Gulistan Tara, Hêro Bahaddîn û Cîhan Bîlgîn de diyarî jinên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dayin hat kirin.

TJAyê piştî encamnameya xwe ya konferansa xwe parve kir di 5ê sibatê de bi dirûşma “Jin ji bo azadiya Rêbertî, ji bo çand û zimanê kurdî, li dijî tundiya li ser jinan têdikoşin” hemleyeke nû da destpêkirin.

Em der barê armanca xebatên ku Tevgera Jinên Azad daye destpêkirin bi aktivîsa TJAyê Hatîce Oncu re axivîn.

We di destpêka deklerasyona xwe de got ku ‘ji bo xelasbûna krîzên modernîteya kapîtalîst pêdivî bi konfederala demokratîk a jinan heye’. Tu dikarî behsa vê mijarê bikî?

Em di pêvajoyek dîrokî re derbas dibin. Tişta ku serdema em têde dijîn dîrokî dike potansiyela  guherînê ye. Di gelek warên jiyanê de, ji civakê bigire heta siyasetê, ji aboriyê heta ekolojiyê serûbinbûnên cidî hene. Divê di asta kurewî de tifaqên rêxistî bên avakirin û ev rêxistinbûyîn pergalî bibe. Encax li cihê ku tevgeriyek hebe guherîn pêk tê. Lê belê dê ev guherîn li gorî kê be? Li aliyekî modernîteya kapîtalîst, li aliyê din jî modernîteya demokratîk. Lê em di wê baweriyê de ne ku li gorî modernîteya demokratîk û bi pêşengiya jinên azadîxwaz, bi têkoşîna ji bo demokrasî û ekolojiyê dê ev guherîn pêş bikeve. Veguherîna sedsala 21an a şoreşa jinan bi konfederalîzmê mimkun e. Ji ber ku ew hîn jî têkoşînek yekgirtî ye û em negihiştine asta rêxistinbûnê. Hem welat û herêm û hem jî cîhanê di nav tevgerên jinan de li seranserê cîhanê hê jî qutbûn û parçebûneke cidî heye. Ev pêvajoya demokratîk a ku têkoşîna jinan tê birêxistinkirin, pêwîste bi ser bikeve. Lewre avakirina pergala rêxistinbûyîna demokratîk e.

Zayendperestî, neteweperestî, olperestî û faşîzma ku modernîteya kapîtalîst pêş dixe li ser vê erdnîgariyê  bi destên rêxistinên selefî-cîhadî bi giştî li ser civakê veguheriye qirkirinekê. Bi zêdebûna faşîzma li cîhanê re ev rastî bi şêwazên cuda xwe dide der. Di vê wateyê de polîtîkayên komkujiyên jinan li erdnîgariyên cuda dibe sedema xizanî, cudakarî, girtin, kuştin, mehkûmkirina di bin çanda tecawizê de û hwd.  Xwe bi rêbazên curbecur weke tevgerên jinan ên li cîhanê bi rê ve dibe.  Em di wê baweriyê de ne ku li ser amûr û rêbazên têkoşîna hevpar ango pergalê nîqaşeke nû ya kolektîf  bimeşînin û derbasî pêvajoyeke nû bibin. Gelek mijar hene ku divê bên çareserkirin: Mirov çawa qutbûn û parçebûna di navbera tevgerên jinan de çawa çareser bike? Em çawa dikarin bi ser bikevin? Em çawa dikarin sendîkayên jinan ên bi bandor û bikêr pêş bixin? Em çawa dikarin têkoşîna hevpar berfireh bikin? Em çawa dikarin tevgera jinan a navneteweyî bi rêxistin bikin?  Weke Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê di vê mijarê de em piştgiriyê didin Konfederalîzma Demokratîk a Jinan a Cîhanê.  Di vê çarçoveyê de em ê bi rêhevalên xwe yên jin ên li çar aliyên cîhanê bidin û bistînin, pêkhateyên jinan birêxistin bikin. Ji ber ku em wek jinên cîhanê bawer dikin ku çareseriya me bi hev re, li ser esasê kolektîvîzma jinan dikare pêk were. Ji ber vê yekê, ji bo sedsala me veguhere serdema şoreşa jinan, divê em xwedî pergaleke demokratîk bin.  Divê em bi hev re dest bi avakirina pergala xwe bikin.

Mînaka modernîteya demokratik a ku li Rojava di meriyetê de ye guherînê çawa di civakê de pêk aniye û çima dibe hedef?

Weke ku me di danezana dawî ya 5emîn konferansa xwe ya asayî ya TJAyê de jî diyar kir AKP-MHP tifaqa faşîzan îro piştî hilweşîna rejîma Baasê ya Sûriyeyê dixwaze gelê kurd di pergala ku bê avakirin de bêstatu bihêle. Ji bo vê jî her roj li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşê herêma xweser dikin û komkujiyan pêk tînin. Ev yek dijiminatiya li dijî kurdan e.  Êrîşa li dijî Rojava di bingeha xwe de êrîşa li dijî şoreşa jinan, modela jiyana azad a bi hev re ya gelan e. Pergala neteweya demokratîk ku Şoreşa Rojava li ser hatiye avakirin wek modela ku nexweşî, neteweperestî û zayendperestiyê red dike tê pênasekirin. Pergala netew-dewletê li ser yek ziman, yek çand, yek ol, yek al hatiye avakirin. Lê berovajiyê wê pergala neteweya demokratîk li ser esasê pirzimanî, pirçandî û azadiya jinên demokratîk e. Pergalek dihewîne û modeleke alternatîf a pergala netew-dewletê ye. Ev pergala ku ji Şoreşa Jinan îlham girtiye îro li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Bi pêşengiya jinan ji aliyê kurd, ereb, ermenî û gelek kesên din ve hatiye avakirin û  tê pêşxistin. Li ser ev kûrkirina êrîşên li ser Rojava û hedefgirtinê gelek xalên balkêş hene: Ji bo herêmê û heta cîhanê jî mînakek  hebûna aliyên ku dikare bibe yekem; pergala neteweya demokratîk e. Ji ber vê yekê ji dewleta netewe re wek alternatîf neteweya demokratîk pêş ket. Wek hûn jî dibînin, heta niha kurd, ereb, çerkes, asûr-suryan, tirkmen, ermen hemû bi hev re neteweyekê ava dikin. Neteweya demokratîk ava dikin. Neteweya demokratîk a gelan e wekhevî, aştiya di navbera gelan de, bedewî, hevdu qebûlkirin,  rengînî, dewlemendî û demokrasiyê temsîl dike.

Aliyekî wê yê din jî Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku encama şoreşa jinan e derket pêş. Pergala jinan û pergala hevserokatiyê pêş ket. Ev pergalek nû ye ku dikare ji bo cîhanê bibe mînak. Demokrasî tenê di navbera wekheviya jin û mêr de pêk were. Pêşketina vê yekê dikare civakek demokratîk înşa bike. Di vê wateyê de pêşengiya jinan roleke girîng dilîze. Li vir em dikarin gelek aliyên din ên Şoreşa Rojava rêz bikin ku ev taybetmendî nahêlin ku netew-dewlet xwe li ser civakê ferz bikin. Ji ber vê yekê, êrîşê Şoreşa Rojava dikin.

Dema em li hemû cîhanê dinêrin jin di bin desthilata mêrperest de tên perçiqadin. Lê jinên ku îro di asteke din de li ber xwe didin. Tişta ku hêza berxwedanê dide jinan û dihêle ku ji hemû cîhanê re bibin mînak çiye?

Clara Zetkîn dibêje ‘Dema mêr dikujin şerkirina ji bo parastina jiyanê para me dikeve’.

Di sedsala borî de jinan ji bo karibin dîsa azadî, jiyan û rûmeta xwe bi dest bixin gavên mezin avêtin. Mixabin qasî ku dixwestin bi ser neketin. Lê ev tecrûbe ji bo îro bûn ders. Dirûşma Jin Jiyan Azadî wek encama van tecrûbeyan li Rojhilata Navîn pêşengtiya şoreşan kir. Ev dirûşm dibe dersivên daxwaz û pêdiviyên vê sedsalê.  Têkoşîna jinan a ku li dora vê manîfestoyê tê meşandin bû destpêka pêvajoyeke nû.

Manîfestoya Jin Jiyan Azadî bû çavkaniya civakek wekhev û azad. Di roja me ya ku komkujiyên fizîkî û manewî ewqas zêde bûne de wek ku Rêber Apo jî dibêje Jin Jiyan Azadî formûleke efsûnî ye. Ji bo emkaribin xwe û jiyana xwe biparêzin divê ev formûl bi hevgirtina me li her qadan belav bibe. Di encama vê hevgirtin û formûla ku hatiye diyarkirin dê pergala mêrperest were hilweşandin û jiyaneke azad were afirandin.

Wek tê zanîn piştî hevdîtinên bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re deklerasyoneke ku ji heft xalan pêk dihat hat parvekirin. Wek TJA hûn van xalan çawa dinirxînin û ji bo pêkanîna van xalan pêdivî bi çi heye?

Birêz Abdullah Ocalan Meclisa Tirkiyeyê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd wek navnîşaneke girîng pênase dike û dibêje: “Cihê ku kurd lê tune hatine hesibandin wir e. Divê vegerin û li ew tîfaka ku me kiribû binêrin’. Divê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê hemû partiyên siyasî nêrînên xwe bînin ziman û pêşniyarên xwe bikin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê em hemû xwedî gotin bin. Di nav desthilatiya AKPê a ku 22 sal e berdewam dike de xwestin pirsgirêka kurd wek pirsgirêkek ku nayê çareserkirin nîşan bidin. Li Kurdistanê hiqûqeke din xistin dewrê. Bi hiqûqa şerê taybet tecrîd û qeyûmê ji gelê kurd re rewa dîtin. Deshilatdariya AKPê ya ku pirgirêka kurd kiriye girêk, Tirkiyeyê jî bênefes hiştiye.

Îro girtîgehên ku ji bo kurdan hatine avakirin û tecrîda ku li wir tê meşandin bandora xwe li hemû Tirkiyeyê dike. Ev rewş jî wek tê zanîn li Îmraliyê dest pê kir û li hemû qadan belav bû.

Ji bo ev pirsgirêkên heyî ji holê rabin Abdullah Ocalan 7 xalan bi rêya heyeta DEM Partiyê bi raya giştî re parve kir. Ji bo mayîndekirina azadî û demokrasiyê û aştiya ku Abdullah Ocalan dixwaze pêk bîne divê em karibin zêdetir li ber xwe bidin. Çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêya demokratîk dê bandor li jiyana gelan, kedkaran, jinan û hemû zindiyan bike.

Ji bo ev pêk were wek jinên ku dixwazin bi hemû gelan re wekhev bijîn û di nav jiyanê de xwedî biryar bin em ê ji bo mezinkirina siyaseta demokratîk û azadiya jinan li ber xwe bidin.

We deklerasyoneke parve kir û diyar kir ku heta azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk were dê xebatên we bidomin. Tu dikarî behsa çerçoveya xebatên wê bikî?

Wek ku me di deklerasyona xwe de jî anî ziman em ê di serdema pêş me de avakirina Konfederalîzma Demekratîk a Jinan bikin navenda xebatên xwe. Herwiha azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî dê rojeva me ya sereke be.

Îro sedema bingehîn a kuştina jinan, qeyrana aborî, qeyrana ekolojiyê û rizîna di nav civakê de ew tecrîda ku tê kurkirin e. Ji ber vê zanînê divê em ji hemû demam zêdetir li dijî tecrîdê li ber xwe bidin.

Jixwe me di deklerasyona xwe de jî got ku em ê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li xebatên me werin meşandin û wek Tevgera Jinên Azad em ê li her dêrê Rêbertî û paradîgmaya wî bidin belavkirin. Em ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di qada navneteweyî de jî xebatên xwe bidin meşandin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê