2 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hatem Ozdemîrê HPGyî bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ye

Hatem Ozdemîr ku ji hêla Îranê ve bi birîndarî hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin, bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ye.

Endamê HPGê Hatem Ozdemîr di 2yê tîrmeha 2019an de li navçeya Makû ya bajarê Urmiyeyê ya li rojhilatê Kurdistanê kete kemînê û ji aliyê pasdarên Îranê ve dîl hat girtin. Cezayê darvekirinê li Hatem Ozdemîr hatibû birîn. Parêzerên Hatem Ozdemîr, ji bo betalkirina biryarê di 6ê hezîrana 2024an de serî li Dadgeha Bilind da bû.

Rêxistina Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê der barê mijarê de daxuyaniyek parvekir. Li gorî rêxistinê, duh Dadgeha Şoreşê ya Urmiyeyê, daxwaza ji nûve dadgehkirina Hatem Ozdemîr red kiriye û cezayî wî pejirandiye.

Hat gotin ku cezayê darvekirinê bi tometa ‘çekdarî’ li Hatem Ozdemir hatiye birîn û niha metirsiya darvekirinê li ser Hatem Ozdemîr heye.