16 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

HATê li Reqayê 8 çeteyên DAIŞê girtin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku yekîneyên têkoşîna li dijî terorê li Reqayê li dijî çeteyên DAIŞê operasyonek kirin û di encamê de 8 çeteyên DAIŞê hatin girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê mijarê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hemahengiya Hêzên Antîteror (HAT), berbanga 13ê Îlonê operasyonek ewlehiyê li bajarê Reqayê li dar xist. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama operasyonê de şaneyeke DAIŞê ku ji 8 çeteyan pêk dihat hat girtin û miqdarek çek û cebilxane ku li gel wê hate dîtin, hat desteserkirin.

Li gorî daxuyaniyê, şaneya hatî girtin plana pêkanîna êrişan li dijî ewlehî û istiqrara herêmê dikir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dê operaasyonên li dijî komên çete bidomîne û bang li şêniyan kir ku eger tevgerên biguman bibînin hêzên ewlekariyê agahdar bikin.