Di dema xîlafeta Harûn Reşîd de mirovek bi navê Behlûl hebû ku gelekî jîr û zana bû. Lê di nav gel de wekî Behlûlê Dîn jî dihate nasîn. Behlûl tu caran ji gotina rastiyê xwe nedida paş û tirsa wî jî ji kesekî nebû.
Behlûl heta ji destê wî bê millet ji xerabiyê dûr dikir. Hingî ku Behlûl rastî digotin û xerabî rexne dikirin, gelek kesên derdora wî ji Behlûl gelek aciz bûbûn. Mirov çûn ba xelîfe Harûn Reşîd û li Behlûl gilî kirin û jê re gotin: “Ey emîrê mumînan! Behlûl me pir aciz dike, têkilî her tiştê me dibe, lê tu dizanî ku her mî ji lingê xwe ve tê daliqandin, ji ber vê tu heqê wî tune ye ku têkilî me bibe.” Xelîfe Harûn Reşîd, bangî Behlûl kir û ew hişyar kir ku têkilî karên xelkê nebe û wiha jê re got: “Her mî ji nigê xwe ve tê daliqandin û hemû kes cezayê xwe dikişîne, lewra nabe tu têkilî kesî bibî.”
Behlûl dengê xwe nake û ji hizûra xelîfe derdikeve. Ji xwe re miyekê dikire û dibe mala xwe. Behlûl wê miyê serjê dike, nava wê diqelişîne û li hewşa mala xwe dadileqîne. Piştî çend roj derbas dibin, êdî bêhneke genî ji termê miyê tê. Derdor dîsa diçin ba Harûn Reşîd û giliyê wî dikin. Xelîfe dîsa gazî Behlûl dike û jê re dibêje tu doza çi dikî?
Behlûl wiha bersivê dide û dibêje: “Ya xelîfe! Ma we ne gotibû her mî ji lingê xwe ve tê daliqandin? Min jî miya xwe li mala xwe daliqand. Heger xelk ji vê bêhnê nerihet dibe, ez jî ji gunehên wan nerihet dibim.”
Gelêrî