Girtiyên siyasî yên PKK û PAJK’ê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdarê de dest bi gireva birçîbûnê kirin. Piştî girtiyan dest bi çalakiyê kirin, Komekeleya Alîkariya bi Malbatê Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya Malbatê Girtî û Hikûmxwaran re Med (MEDHAUD-FED) jî bi dirûşmeya “Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî bibin dengê girtiyan” ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 4’ê kanûnê de dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin. Çalalî li avahiya Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Rêzan a Amedê bi beşdarbûna gelek malbat û saziyên sivil didome. Çalakger Aklîme Hanas ku beşdarî Nobeta Edaletê bû, diyar kir ku pêwist e, serokê xwe ji grava Îmraliyê azad bikin û wiha got: “Dema serok azad nebe dê tu kes azad nebe.”
Dîlek Baykan ku keça wê Seda Baykan girtî ye, diyar kir ku keça wê 15 meh in di hucreya yek kesî de li dijî hiqûqê girtî ye û wiha got: “Gelek caran axaftina telefonê asteng dike. Ez ji bo hemû girtiyên ku mafê wan tên xwarin û tên tecrîdkirin li vir im. Em edaletê dixwazin. Heyf e ku ew qas ciwanan li dijî hiqûqê dîl tên girtin. Ez bi vê rewşê gelek xemgîn dibim. Em vê edaletê naxwazin. Emazadiya mirovan dixwazin. Wekî her girtî mafê Ocalan jî heye ku hevdîtinan bike. Ez tirkim. Lê ez ji vê edaleta wan gelek şerm dikim. Niha wekî ku li kurdan zext tê kirin, li tirkan jî tê kirin. Êdî bes e, gel westiya ye. Bila êdî destê xwe deynin ser wijdanê xwe. Bila li gorî hiqûqê tev bigerin. Zarokên me heta îro zerar nedane tu zindiyan. Lê wan gelek zindî kuştine.”
Nameyan girtiyan nadin me
Dîlek Baykan anî ziman ku pergala dewletê li pêş her tiştî dibe asteng û wiha got: “Nameyên wan nadin me. Dema em ji wan re kincan dibin astengiyan derdixin. Gel çi anîye sere wan ku vê zilmê dikin? Em dixwazin demildest van zextan bi dawî bikin. Îro kesên tiryakê bikar tînin serbest in. Lê zarokên me ji ber fikrên xwe girtî ne. Em ê heta dawî li pey doza zarokên xwe bin.”
Tecrîd 33 meh in 25 sal e heye
Çalakger Aklîme Hanas jî diyar kir ku tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, tecrîdkirinahemû gelê kurd e û wiha got: “Hemû kesên dibêjin em xwedî wijdanin bila bibin bertek ji vê bêhiqûqiyê re. Ne 33 meh 25 sal in tecrîd heye. Zext li ser hemû civaka kurd heye. Zarokên me li dijî tecrîdê di girevê de ne. Îro tenê bedena wan heye. Divê em jî li vir bibin dengê wan. Tevî hemû şert û mercên xerab dîsa girtî peywira xwe pêk tînin. Ji bo em azadiya Rêber Ocalan û hemû girtiyan bi dest bixin, divê hemû kesên xwedî wijdan tev li çalakiyê bibin. Divê wekî cara din bi mehan dirêj nebe û zarokên me jiyana xwe ji dest nedin. Dema cenaze ji girtîgehan dertên kezeba dayîkan di perite.”
Hanas, bi lêv kir ku dewleta tirk û CPT’î hevkariyê dikin û wiha axivî: “Em bang li her kesî dikin ku erka xwe pêk bînin. Hemû kes dizanin dewleta tirk hov e. Heq, hiqûq û edaleta wê tune ye. Dibê CPT’ê daxuyanî bida. Ew jî bi dewleta tirk re bêhiqûqiyê dike. Em çiqas azadiya birêz Ocalan zû bidest bixin dê civaka kurd û hemû Rojhilata Navîn zû bigihêje aştiyê. Hewceye ku em serok ji Grava Îmraliyê azadbikin. Dema serok azad nebe tu kes ne azad e.”
Em bi fikr û ramanên serok zindî bûn
Endama Komeleya Rosayê, Nesrîn Moral jî, anî ziman ku piştî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan partî ava kir û şûnde civaka kurd hişyar û zane bû û wiha got: “Piştî civaka kurd fikr û ramanên serok nas kir, bû xwedî bîr û baweriyeke xurt. Wî hebûn û dîrok bi me da naskirin. Me xwe li ser bîrdozî û felsefeya wî bi rêxistin kir. Em di bin betonê de hiştibûn. Lê Serok em zindî kirin. Îro fikr û ramanên serok li hemû cîhanê belav bûne. Ji bo dewletên hegamon rê li pêşiya fikrên Serok bigirin tecrîdê giran dikin. Tecrîd li ser hemû civaka kurd û Rojhilata Navîn tê meşandin. Eger tecrî îro rabibûya, dê îro ewqas xwîn nehata rijandin. Îro edalet di destê kesan de ye û CPT bi kesan ve girêdayî ye.”
Çalakî bersiveke ji tecrîdê re
Moral herî dawî bal kişand ser fikr û ramanê Ocalan ên ku li cîhanê belav bûye û gotinên xwe bi dawî kir: “Hatina dayîkan a li vir ji bo azadiya serok û hemû girtiyên zîndanan e. Zarokên van dayîkan hemû di riya raste meşiyan e. Ji ber ku heqîqetek heye têkoşîn dimeşe. Eger ev rê şaş bûya, dê tu dayîk li pey vê şaşîtiye nemeşiyana. Her darbestek ji zindanê derdikeve, ji bo dayikekê êşek gelek mezin e. Kesên tên girtin, tenê fikr û bedena wan heye. Lê dîsa jî têkoşîna wan didome. Bi bedena xwe ji bo gelê kurd û serok têdikoşin. Girtî ne ji bo berjewendiyên tekakesî têdikoşin. Ji bo gelê xwe ne.