12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hamas: Wê dîlên biyanî bên berdan

Li ser navê Hamasê Berdevkê Tûgayên Kassamê Ebû Ûbeyde, diyar kir ku ew ê hin dîlên biyanî yên di destê xwe berdin û ev tişt got: “Pêwistiya pê nîne ku em wan li Xezayê bigirin.”

Şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de k udi 7’ê cotmehê de li ser êrîşa Hamasê ya bi navê “Tofana Aqsayê” dest pê kiribû, di roja 26’an de bi hemû dijwariya xwe didome. Îsraîl ji bejahiyê ve hem jî ji hewayê ve êrîşên xwe yên li dijî Hamasê ji Xezayê berdewam dike. Ji ber êrîşên Îsraîlê her ku diçe bilançoya şer jî giran dibe.

Di pêvajoya ku şer giran dibe de ji aliyê Hamasê ve daxuyaniyeke balkêş hat dayîn. Hêza biçek a Hamasê Tûgayên Kassamê, der barê dîlên di destê xwe de daxuyanî da. Berdevkê Tûgayên Kassamê Ebû Ûbeyde, diyar kir ku ew ê hin dîlên biyanî yên di destê xwe berdin û ev tişt got: “Me ji navbeynkaran re ragihand ku em naxwazin dîlên biyanî yên di destê xwe de li Xezayê bigirin. Pêwistiya pê nîne ku em wan li Xezayê bigirin.”

Deriyê Refahê vebû

Li aliyê din Deriyê Sînor ê Refahê yê Xezayê yê bi Misrê re bi navbeynkariya Qetarê û bi koordinasyona Amerîkayê bi awayekî bisînor vebû. Li gorî peymana ku bi navbeynkariya Qetarê û bi koordinasyona Amerîkayê di navbera Misr, Îsraîl û Hamasê de hatiye îmzekirin, wê derî ji bo birîndarên giran û kesên xwediyê pasaportên biyanî bê vekirin û bikaribin ji xezayê derkevin.

Kesên ji Xezayê derkevin wê derbasî Misrê bibin. Tê gotin ku wê bi qasî 500 biyaniyên xwedî pasaport terka Xezayê bikin û derbasî Misrê bibin. Ji bo pêşwazîkirina van kesan Misrê jî li Nîvgirava Sînayê dest bi amadekariyan kiriye. Li vvir Misrê nexweşxaneyeke mobîl ava kiriye û 10 ambûlansan şandiye ser sînorê Xezayê.