Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di 15’ê Sibata 1999’an de bi komploya navdewletî radestî Tirkiyeyê kirin, ji 1999’an heta niha di hucreya yek kesî de tê girtin. Rêber Abdullah Ocalan 41 meh in bi her awayî têkiliya wî û derve hatiye qitkirin. Her 3 mehan carekê cezayê dîsîplînê li wî dibirin û bi vê hinceta cezayê wî heye destûr nadin malbat biçin Îmraliyê. Dadgeh her ji 6 mehan carekê cezayê qedexeya parêzeran lê dibire û destûr nadin ku parêzer biçin Îmraliyê. Serlêdanên parêzer û malbatan bêbersiv dimîne. Heta niha baroyên Amed, Riha, Wan Enqere û bi hezaran parêzeran serî li Wezareta Dadê dan û xwestin biçin Îmraliyê. Lê wezîr û dozger guhê xwe girtine.
Agahiyê parve nakin
Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Rihayê Prz. Meral Halat li ser bêhiqûqiya tecridê, helwesta CPT û Konseya Ewropa û mafê heviyê nirxandinên girîng kir. Prz. Meral Halat anî ziman ku 41 meh in bi tu awayî agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên li tenişta wî nayên girtin û wiha got: “Raya giştî jî dizanin ku mînaka tecrîd û îşkenceya li Girtîgeha Îmraliyê li cîhanê tune ye. Ev rewş rasterast li dijî mafên mirovan ên gerdûnî ye. Bi îdîaya cezayê dîsîplînê heye, serlêdana parêzeran red dikin. Lê kengî cezayê dîsîplînê dan, çima dan, bi kîjan sedemê dan, vê sedemê bi parêzeran re parve nake. Wekî geşedanên di pirtûka nivîskar Franz Kafka ya bi navê “Dava” de pêş dikevin. Bêyî ku agahiya parêzeran ji dosyayê û sedema cezayê lê hatiye birin çêbibe, ceza dibirin. Bi hincetên xeyalî ceza dibirin. Ji ber vê yekê parêzer nikarin îtîrazek zanistî û rast jî bikin. Gelek caran piştî pêvajoya îtîrazê cezayê dîsîplînê diqede, parêzeran ji ceza agahdar dibin.
Hevseroka OHD’ê Meral Halat, bal kişand ser sedema asstengiyên li pêş malbat û parêzeran û aliyê qanûnî yê cezayê dîsîplînê û her wiha helwesta CPT’ê û ev agahî dan: “CPT piştî serî li rayedaran da, çû li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi girtiyan re hevdîtinek kir. Lê CPT daxuyanî da û diyar kir ku bêyî destûra dewletên alîgirê peymanê tune be, em nikarin raporê bi raya giştî re parve bike. Mixabin dema mijar dibe Birêz Ocalan her tişt diguhere û vê carê destûrê ji dewletan dixwazin. Li dijî vê rewşê jî mixabin saziyên mafên mirovan ên navdewletî bêdeng in.”
‘Dewlet sûc dike’
Hevseroka OHD’ê Meral Halat der barê serlêdana parêzeran û OHD’ê ya Wezareta Dadê jî axivî û ev agahî dan: “Ji bo qedexeya li ser malbat û parêzeran rabe û ji bo malbat û parêzer karibin biçin Îmraliyê û bi Birêz Ocalan û 3 girtiyên din re hevdîtin bikin, me wekî OHD’ê ji Baroya Rihayê xwest serî li Wezareta Dadê bide û Wezareta Dadê vê daxwaza me pêk bîne. Lê Wezareta Dadê heta niha tu bersiv nedaye OHD û Baroya Rihayê. Bi tu awayî agahiya der bare daxwaznameyê de nedane. Pêvajoyê didin rawestandin û gavan pir dereng davêjin. Dema mijar dibe Birêz Ocalan êdî hiqûqê ji bîr dikin. Hiqûqê naxin meriyete. Biryarên DMME’yê bi israr taloq dikin û bi israr pêk naînin. Dewleta tirk, mafê azadiya mirovan binpê dike û sûc dike. Dewleta Tirkiyeyê gefan li azadiya mirovan dixwe û sûcê gefxwarinê dike. Girtina Birêz Ocalan a heta niha sûc e. Ji ber ku parêzer û malbat nikarin biçin Îmraliyê û ev mafê wan ê hevdîtinê tê binpêkirin, me wekî Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (KHA) Komîteya, li dijî îşkence û qedexeyan serî li Komîteya Peşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) û Neteweyên Yekbûyî (NY) dabû. Me di serlêdanê de cih dabû raporê. Me di raporê de cih dabû tecrîda mûtlaq a Abdullah Ocalan, Veysi Aktaş, Birêz Omer Hayri Konar û Hamili Yildirim. Me di raporê de xwestibû tecrîda mûtlaq û qutkirina agahiyên mutlaq bi dawî bibe.”
Hevseroka OHD’ê Prz. Meral Halat, da zanîn ku di sala 2014’an de DMME li gorî PMME’ê gotibû Mafê Hêviyê heye û xwestibû herî zêde piştî 25 salan Abdullah Ocalan bê berdan û wiha lê zêde kir: “Tecrîd wekî îşkenceyê pênase kiribû. CPT; ji bo ku dewletên alîgirê peymana Komîteyê, cezayê muebeta giran ê li girtiyan hatiye birin rake, ji dewletan dixwaze ku Qanûnên Der Barê Tedbirên Înfazê ya Tedbîrên Ewlehiya Ceza ya hejmara 5275’an di ber çavan re derbas bikin. Li gorî vê yekê dewletên alîgirê peymanê, divê rewşa girtiyên ku rastî cezayê heta heta (heta mirinê) hatibûn, li ber çavan bigire û piştî demekê an girtiyan serbest berde, an jî cezayê wan kêm bike. Dewletên alîgirên peymanê dîsa divê li gorî rêgezên Nelson Mandela ya 43 (3) û xala 61’emîn tev bigerin. Li gorî vê xalê divê, Abdullah Ocalan, Hamili Yildirim, Omer Hayriî Konar û Veysî Aktaş serbest berdin. An jî rê li pêşiya berdana wan vekin. Lê tevî vê yekê dewleta Tirkiyeyê li dijî hiqûqê tev digere. Li gorî pîvanên navdewletî tev digere. Belge û qeydên navdewletî îspat kiriye ku divê êdî birêz Abdullah Ocalan û girtiyên li cem wî bên berdan.”
‘Ocalan bû mifteya çareseriyê’
Prz. Halat li ser bandora tecrîdê ya li ser hiqûqê û mafên mirovan jî rawestiya û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê hiqûq diyar be. Şênber be. Divê pêşiya xwe bibine. Kes kijan çalaki pêk aniye, bi çi re rû bi rû maye û divê bê zanîn. Hiqûqek xeyalî, kiryarên xeyalî nabe. Lê niha li Îmraliyê hiqûqa xeyalî û kiryarên xeyalî hene. Ji ber vê yekê li vir hiqûq û navê hiqûqê tune ye. Nûnertiya ku Birêz Ocalan niha dike, bi taybetî piştî li Îmraliyê Nexşerêya Demokratîk pêş xist, bu aktorê sereke yê gelê kurd. Bi taybetî piştî fikrên ji bo aştiya gelên Rojhilata Navîn pêş xist, bû mifteya çareseriyê. Ji ber vê yekê tecrîda li ser Birêz Ocalan li ser gelên Rojhilata Navîn e. Mirov nikare cudatir bigire dest. Di şexsê birêz Ocalan de li ser hemû gelên Rojhilata Navîn tecrîd tê meşandin. Li ser hemû gelan tecrîd heye. Hiqûq bi destê darazê tune tê hesibandin. Ev bêhiqûqiya ku bi deste darazê pêş dikeve, li ser hemû mirovan û civakê belav bike. Dewlet darazê wekî darê zorê li ser serê gelan dimeşîne û dixwaze serweriya xwe pêş bixe.”