Erdogan qubleta misilmanên xwe eşkere kir. Got; ‘Kesên berê xwe bidin Şam û Enqerê wê bi serbikevin.’ Ev “qibleya” nû ya Erdogan e.
Em jî di aliyê taktîkî û îdeolojîk de li van gotinan dinerin û dibêjin; ‘Ev gotin, armanc û ajandeya veşartî ya Erdogan e.’ Ev gotin, hem di aliyê polîtîk de, hem di aliyê felsefeya stratejîk de aşkerekirina armancên dewleta Enqereyê ne. AKP, MHP û dewlet kefika mêzîna çarseriyê giran dike.
Herçiqasî dewlet û desthilatdariyê bi devê Devlet Bahçelî banga dexaletê kiribin jî; aliyê çareseriyê kurd in, Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiya Kurd û gel, bi înîsiyatîfeke dîrokî tevgeriyan.
Di ser banga Devlet Bahçelî re gelek dem borî. Dewlet-AKP-MHP li şûna gavan biavêjin, pêvejoyê dixetimînin. Kurdên li nava sînorên Kurdistanê (Tirkiye, Sûriye û Iraqê) dikine armanc û dixwazin hemûyan bihilînin.
Ev aqil pir melûl e. Encama aqilê dewşîrmeyan e. Navê wê jî “zar”a bi hîle ye. Bi gotina kurdan, dewlet-AKP-MHPê “kab”ên xwe cuda diavêjin. Tirk ji berdêla “kaban” mînaka “zar”an didin. Lê gotina “kab” baştir e. Ji ber ku eger kab, ‘çik’ bikevê têkçûn e. ‘Pîk’ bikave serketin e.
Di çend demên vê pêvejoyê de, li qadê her dem Kurd hebûn, aliyê dewletê tenê di gotinê de hebû. Gotinên wan yek in û weke “papagan”an dubare dikin. Dibêjin; “Sedsala komarê ya bêteror û divê PKK û hemû şax û baskên wê, li ku dibin bila bibin divê çeken xwe bêşert deynin.” Gelek caran, van şax û baskên ku bi îdeolojî û fikrê Abdullah Ocalan tevdigerin, bi nav jî dikin. Bi taybetî Rêveberiya Xweser a Kurdên Rojava dikin armanc. Bi awayekî fîzîkî siyasî û bîrdozî êrîş dikin û dixwazin wan û modela wan tune bikin. Herî dawî wezîrê karên derve “pençîk” Hakan Fîdan kîna xwe vereşiya. Berdevk û aqilmendên wan, yan jî stratejîsyenên wan jî di ekranên televizyonan de, sistematik gotinên weke; “tu şert, tu bazar li holê nînin”, dubare dikin.
Ya herî giring û balkêş, piştî du-sê hevdîtina malbatan, tecrîda li Îmraliyê jî dijwar kirin. Ev taktik e û di çarçoveya planekê de têne meşandin. Di tevahiya pêvejoya çarseriyê de, şerê psîkolojîk heye û ev şer jî dewam dike. Armanc û taktik “zara” bi hîle ye.
“Zara” bi hîle karê mafyayê ye!
Yanî hal-î pir melûl aqlê dewleta Enqereyê ye û hîn kurd û Tevgera Kurdan nas nekirine. Ji bîrdoziya ku pênc hezar sal in hatiye parzûnkirin fêhm nekirine. Aqilmend û stratejîsyenên wan dibêjin; Di pêvejoyê de, alî, ji bo dijberên xwe lawaz bikin, wê serî li taktîkan bidin. Aliyê ku vê yekê neke dê darbeyeke stratejik bixwe. Ev gotin jî aşkerekirina plan û armanca veşartî ya dewlet-AKP-MHPê nîşan dide. Kurd aşkere dibêjin; demokrasi, civaka demokratik, siyaseta demokratîk û desturnameya demokratîk. Dewleta Tirk, mixabin gavavêtinên PKKê û şewitandina sembolîk a çekan, baş nenirxandin; weke serketina xwe û têkçûna tevgerê nirxand. Fêhm nekir ku kurdan, li gorî paradigmeya nû ya Abdullah Ocalan stratejiya xwe guhertiye û ji bo civaka demokratîk, siyaseta demokratîk û demokrasiyê têdikoşin.
Kurd karaktere mîratzadeyên dewşîrme baş nas dikin. Dizanin ku ew, di rewşeke paradoks de ne. Bi siyaseta karakteristîk û spekulatîf tev digerin. Dixwazin kurdan bixapîbnin, lê xwe dixapînin. Ya rastî, şerê kurdan û faşîzma mîratzedeyên dewşîrme dewam dike. Tenê amûr û qad hatine guhertin.
Kurd li gorî denge û siyaseta nû ya cîhanê tev digerin. Dibêjin; yekane rêya çareseriyê civaka demokratîk û siyaseta demokratik e. Paradîgmeya nû ya Rêber Abdullah Ocalan. Helwesta Tevgera Azadiya Kurd jî vê rastiyê nişan dide. Lê dewlet-AKP-MHP di vê çarçoveyê de tev nagerin. Hîna di prensîbên “muxlaci” û “çeteyên akinci” de tev digerin. Lê pergala kurewî û mercên gelan, ku bi xêra paradigmaya Rêber Apo, ketiye qonaxeke nû, vê qebûl nakin. Edî stratejiya gelan, ya zanist û pêşengên gelan civaka demokratik e, xweserî ye, sosyalîzma demokratîk e.
Tirsa dewlet, AKP, Erdogan û MHPê
Demokratên Tirkiyeyê êdî aşkere dibêjin; Erdogan qodên Îxwaniyan û Rejîma Mollayên Îranê bijartine. Me li jor got; Tirkiye îzole bûye. Ev rast e. Amerîka, Îngilistan û monarkên ereb ne Enqere, Riyad bijartine. Di civîna 20an a li Hindistanê de Tirkiye tunebû. Xeta enerjiyê li ser Iraq û Sûriyeyê re digihe Derya Spî û Îsraîlê. Mînaka duyemîn jî koridora Zengezor e!
Dewlet, AKP, MHP van rastiyan dibînin. Lê hîna jî Erdogan, xwe di neynika dêwan de dibîne. Hem gefan li kurdan dixwe, hem gefan li Rojava û cihana ereb û Amerîka dixwe. Lewma Enqere û Şamê weke “qible” nîşan dide. Lê cîhan dizane ku Tirkiye bi rêya rêxistina îstîxbaratî, artêş û çeteyên paramîlîter, Colanî û desthilatdariya wî dorpêç kiriye.
Lê ‘kabê’ wan ‘çik’ ketiye, ‘zar’a wan jî yek-du nişan dide. Her du reng jî têkçûn e. Taktîk û stratejiyên xapandina kurdan têkçûne û wê nikaribin serketineke “mîskîn”î bidestbixin.
Misoger e ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê misyona xwe ya dîrokî biparêze. Ev model wê bibe bingeha yekgirtina stratejîk a gelên Sûriyeyê. Ev dê encameke erênî derbixe holê.
Divê AKP-MHP û hemû hêzên antî kurd, tirsa xwe ya ji kurdan deynîn aliyekî. Divê dev ji dînamîtkirina pêvejoyê berdin. Divê kemîna li ber hev û kurdan vedidin ji holê rakin. Nabe ku her roj li girtîgehan kurd bêne kuştin. Nabe kesên ku 30 sal in girtîne neyên berdan. Nabe ku tecrîda li Îmraliyê bidome.
Eger dewletê çareserî qebûl kiribe, divê li gorî wê jî gavan bavêje. Tirkiyeyê ji cîhanê cuda nîn e û çareseriya li bakurê Efrîqayê ji bo çarseriya meseleya kurdan li Tirkiyeyê mînaka herî baş e. Bi berdana Mandela pirsgirêk hat çareserkirin. Ji bo vê jî divê mîmarê pêvejoyê Abdullah Ocalan demildest bê berdan û tev li pêvejoya çareseriyê bibe. Bi avakirina Komisyona Meclîsê “dengeyeke ne denge” hatiye avakirin. Gotinên Erdogan ên “qible”ya Enqerê û Şamê, hevkariyeke neçarî, lewaz û xapandinê ye. Beriya vê jî wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, gefa neçariyê xwaribû. Ev lîstikên polîtîk in. Dibe ku mirov van gotinan di çarçoveya hevkariya siyasî de jî binav bike. Dewleta Enqereyê xwedî mîrateyeke heydudî ye. Desthilatdariya Şamê jî xwedî mîrateyeke çeteyî ye. Di rastiyê de dewleta Enqereyê û Erdogan, Colanî û HTŞê bikartînin. Ev jî tê wateya ku dê berdêla xwe, wan bikin gorê. Divê Colanî û HTŞ bibînin û bînin bîra xwe ku demekê Erdogan ji bo Esed jî heman gotin digotin. Ev fikr-î mel’ûn, fikr-î akît û seqet e û “îcazet”ê nabîne. Kî kê dixapîne gelo?