12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hakkari’de Bir Mevsim*

Tuna Altinel

Hakkari’de Bir Mevsim… Ev navê filmeke li ser serpêhatiya rewşenbîrekî tirk e ku xizmeta xwe ya leşkeriyê di salên 1960’î de li Colemêrgê kiriye. Bingeha ev filma li ser bîranînên Ferit Edgu ne ku nivîskarekî tirk e. Di wan salan de li şûna xizmeta leşkeriyê ya klasîk, hîndekariya di dibistanên seretayî yên li herêmên “paşvemayî” yên Tirkiyê de gengaz bû. Edguyê ku ji vê derfetê sûd werdigire, li gundekî Colemêrgê dixebite. Ev bi rewşên zivistanê yên gelekî dijwar re rû bi rû dimîne. Ji destpêka vê filmê heta dawiyê, mamosteyê me hewl dide rewşa xwendekarên xwe bi pêş bixe. Ev li ser wateya peyva “paşvemayî” qet fikiriye? Ez nizanim.

***

Dema ku di salên 70’yî de ez zarok bûm, min gelek caran digot min dixwest ez Colemêrgê bibînim. Çima? Ez nizanim. Dibe ku di çavên zarokekî de ku li Stenbolê dijiya, Colemêrg dûrtirîn bajarê Tirkiyeyê bû. Di pola me de nexşeyeke Tirkiyeyê hebû ku bi qasî min dirêj bû. Anku dûrahî di navbera Stenbol û Colemêrgê de bi qasî bejna min bû. Gelekî dûr! Di wê demê de min nezanî ku dûrahiya di navbera van her du bajaran de ne tenê ya erdnîgarî ye. Wê demê min nedizanî ku li Tirkiyeyê kesên ku bi tirkî naaxivin jî hene.

***

Di destpêka salên 80’yî de pêvekeke rojên yekşemê ya rojnameya Milliyetê hebû. Zeynep Oralê tê de nivîsên li ser çandê dinivîsandin. Hin ji wan nivîsan li ser çêkirina “Hakkari’de Bir Mevsim” bûn. Nivîskar li ser dijwariyên ku ekîba filmê pê re rû bi rû bûbûn, dinivîsandin. Di nav van dijwariyan de hin, bo nimûne rewşên zivistanê, ji bo min xwezayî bûn. Yekî ji wan ez gelekî heyirandim. Di navbera ekîba filmê û niştecihên gundê de ku lê film dihat amadekirin, pirsgirêkên ji hev fêmkirinê hebûn. Gundiyan bi tirkî nedizanî! Li Tirkiyeyê kesên ku bi tirkî nediaxivîn jî hebûn. Ev waneya min a yekemîn a kurdî bû.

***
Piştî gelek salan ez çûm wan herêmên dûr. Cara yekem, ez hefteyekê li Amedê mam. Ev di sala 2013’an de ji bo beşdariya civîneke matematîkê bû. Her cara ku ez diçim bajarekî nenas, heya ji destê min tê ez li derdorê digerim. Li Amedê di ‘Pêvajoya Aştiyê’ de, ev gelekî xweş û hêsan bû. Ji bo hemû niştecihan ku rastî min hatin, ji zarokan heta pîran, ev diyar bû ku ez ne ji Amedê bûm. Gelek caran, ji bo xwestina tiştekî yan jî tenê ji bo axivînê zarokan gazî min dikir: “Turîst! Hello!” Di rewşên wisa de, heke ez li bajarekî Tirkiyêyê bim, ez ji refleksê dibêjim “tu dikarî bi tirkî biaxivî.” Ewil, hindik mabû min ev bigota, lê ji nişkê ve ez lal bûm. Zimanê vî bajarî ne tirkî bû.

***

Di tebaxa 2016’an de, ez çûm Nisêbînê. Pêvajoya Aştiyê bi qasî Colemêrga ji Stenbolê dûr, ew qasî ji me dûr mabû. Dema ez li kolanên nezîkî dêra Mor Yakûb dimeşiyam, jinek ji mala xwe derket. Piştî ku wê ez dîtim, wê dest bi axivînê kir û taxên nêzîk ên ku di şerên hendekan de hatibûn hilweşandin, nîşanî min dan. Hêsir ji çavên wê dihatin û wê axaftina xwe domand. Min nedikarî tenê peyveke wê jî fêm bikim. Min dikarî hestên wê texmîn bikim lê di navbera me de tu axivîn çênebû.
***
Di 2017’an de, ez cara yekemîn li Colemêrgê bûm. Çil sal ji xewnên min ên zaroktiyê derbas bûbûn. Du xortan ku bi lez fêm kiribû ku ez ne ji wê derê me, dest bi axivîna bi min re kir: “Turîst, hello.” Vê carê ez tecrûbedar bûm û bersiva min bû: “Merhaba.” Ez ji ekîba Hakkari’de Bir Mevsim bi şanstir bûm. Wan ciwanan tirkî baş dizanî. Em li ser gelek tiştan axivîn; xewnên wan ên pêşerojê, planên wan ji bo xwendina li zanîngehê… Dema ku ez li mala wan û li gel malbatên wan bûm mêvan, min dît ku ew bi dayik û bavê xwe re bi kurdî diaxivin. Wan zimanê dayika min baş dizanî, min zimanê dayika wan nedizanî. “Ya, bu geri zekalı Kürtler, Türkçe’yi düzgün konuşamıyorlar.”** Ez ji wan “geri zekalı Kurtler”an “geri zekalı”tir bûm.

***

Di 11’ê gulana 2019’an de ez hatim girtin û xistim girtîgeha Kepsutê. Ez bi “teror”ê anku “lêgerîna rêyên ber bi aştiyê ve di welatê xwe de” hatim sûcdarkirin. Yekî ji hevalên min ên qawîşê ku digot qey ez kurd im, bi min re bi kurdî peyivî. Min tu tişt fêm nekir. Hingê min biryar da û demsaleke nû li Colemêrgê dest pê kir.

*Li Colemêrgê Demsalek
** Ev kurdên ehmeq rast û durist nikarin bi tirkî biaxivin.