12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Habîp Eksîk: “Ez amade me ku her du lingên min jî bên jêkirin.”

Bila aştî were vî welatî, bila hestiyên zarokên xwe bi torbeyan nedin dayik û bavan, bawer bikin ez amade me ku herdu lingên min bên jêkirin

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Îdirê Habîp Eksîk yê ku 9’ê Cotmehê li navçeya Gever a Colêrmergê di çalakiya şermezarkirina tecrîda li Îmraliyê de lingê wî di encama êrîşa polîsan de şikest, li Lijneya Giştî ya Meclîsê axivî.

Di civîna li ser bûdceya sala 2023’an, Eksîk anî ziman ku di 9’ê Cotmeha 2022’an de li navçeya Gever a Colemêrgê dema ji bo aştî, demokrasî, azadî, û li dijî bêhiqûqiya li girtîgehan û tecrîdê li dar xist em rastî êrîşa polîsan hatin. Di encama êrîşa polîsan de lingê wî yê çepê şikestiye û îşkence lê hatiye kirin.

Eksîk  axaftina xwe wiha berdewam kir û got: “Ez spasiya hemû mirovên me yên ku li min geriyan, hatin serdana min, peyam şandin, li ser medyaya civakî parve kirin, ev bêhiqûqî û bêwijdanî qebûl nekirin û di vê demê de hevgirtinê nîşan dan, dikim. Ez spasiya bijîjk û ​​xebatkarên tenduristiyê yên ku beşdarî dermankirina min bûne, dikim.”

 ‘Jiyana me ji ya zarokên vî gelî ne bi qîmetir e’

Gelê Kurd ê ku di Destûra Bingehîn a 1921’an de weke hemwelatiyên wekhev hatine pênasekirin, lê di destûra bingehîn a 1924’an de hat biçûkxistin û paşguhkirin, îro ne tenê rastî îşkenceyê tê, lê rastî îşkence, asîmîlasyon û qirkirina çandî ya sîstematîk tê.

Parlamenterê HDP Eksîk wiha axaftina xwe domand:  “Di vê pêvajoyê de tundî, mirin û îşkence ji bo kesên ku nûnertiya gelê Kurd dikin her tim weke tiştekî asayî hatiye dîtin û ji alî vê hikûmetê ve rewa tê dîtin. Jiyana me ji jiyana gelê me û zarokên gelê me yên ji bo azadî, demokrasî û aştiyê têdikoşin ne bi qîmetir e. Em li vir careke din soz didin gelê xwe. Çi dibe bila bibe, em ê heta dawiyê têbikoşin û hemwelatiya wekhev a gelê me heq dike misoger bikin. Sîstema darazê ya ku edaletê neda malbata Şenyaşar û qîrîna edaletê ya Emîne Şenyaşar jî wê edaletê nede min.”

 ’20 salên zilm û ferzkirina xizaniyê’

Eksîk anî ziman ku pergala darazê ya ku Şebnem Korur Fîncanci ya ji ber gotina li Zapê çekên kîmyewî bikar atê bikaranîn ceza dike, wê edaletê pêk neyne û wiha got: “Serokê Meclîsê peywira wekîlên Meclîsê weke tenê dengdana li Lijneya Giştî û mazûvaniya mêvanan dibîne.  Ez nehatim vir ji bo ku bersivê bidim derewa Wezîrê Karên Hundir ê ku îfadeya Walîtiya Colemêrgê bi dereweke din red kir û wêneyê wî bi hemû sûcdaran re derket holê. Ez dixwazim li vir bi taybetî diyar bikim. Ez nehatim vê derê ji bo rexnekirina vê bûdceya hikûmetê ya ku 20 sal in butçeyan dimeşîne rexne bikim. Ji ber ku ez dizanim ev bûdçe cara dawî ji aliyê vê hikûmetê ve tê dayîn. Di van hemû butçeyan de 20 sal in zilm, zordarî, bêhiqûqî, xizanî, birçîbûn, bêbextî û îşkence heye. Wek budçeyên ku bûne sedema van hovîtiyên di dîrokê de cih girtin. Ez dizanim ku bûdceya heyî mixabin wê rê li ber xizanî û bêhiqûqiyê veke. Dema sindoq bê danîn dê gelê me bersiva butçeyê bide.”

‘Bila herdu lingên min jê bibin’

Eksîk anî ziman ku êrîşa li dijî parlementerê ku bi îradeya gel hatiye hilbijartin li dijî hemû wekîlan hatiye kirin û wiha got: “Ez dizanim ku têgihiştinek heye ku wê bêje ‘li dijî tecrîdê ku rêbazeke îşkenceya derhiqûqî, dermirovî ye meşiya’ . Ez dizanim ku kêşeya me ya sereke guhertina vê têgihiştinê ye. Bila tecrîd bi dawî bibe, bila hevdîtinên aştiyê bên kirin. Bila hestiyên zarokên kurd bi kargoya PTT’ê ji dayikên wan re neyên şandin. Bila hestiyên zarokên xwe bi torbeyan nedin dayik û bavan, bawer bikin ez amade me ku herdu lingên min bên jêkirin. Bila aştî, biratî û wekhevî hebe, da ku ev xwîn raweste, dayik negirîn û zarok sêwî nemînin.”

 Ji bo gelê kurd

Eksîk li dijî polîtîkayên qirkirina çandî û asîmîlasyonê xîtabî kurdan kir û wiha got:  “Ey Kurdino; Bibin Yek, Bibin Yek, Bibin Yek. Ey gelê tirk; Gelê tirk ê ku hezar sal e em bi hev re dijîn, ji bo careke din bi birçîtî, belengazî, feqîrî û şer re rû bi rû nemînin, li erdnîgariya herî xweş a cîhanê, li vê herêmê bi derfetên herî xweş bijîn,  di sedsala 21’ê de bila zarokên me careke din birçî nemînin.”