Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ji bo serdama ya nû dest bi qebûlkirina serlêdanan kiriye. MED-DER’ê ji bo ku şagirt serî li dersên ziman bidin li ser medya dijîtal dest bi dagirtina forman kir. Dersên ku li wir tên dayîn ji asta destpêkê heta asta mamostetiyê dê ders bên dayîn. Heta niha 350 kesan serî li saziyê dane. Ji bo dersên rû bi rû, dersên ku li ser onleînê jî tên dayîn gelek kesan ji derveyî bajêr û ji derveyî welat serî li wan dane. Dê ev serlêdan heta 10’ê cotmehê bidomin û piştre jî dê mamoste dest bi dayîna dersan bikin. Rêvebera MED-DER’ê Dîlan Guvanç, diyar kir ku wan 15 pol ava kirine. Guvenç, têkildarî xebatên komeleyê ji rojnameya me re axivî.
Dîlan Guvenç, diyar kir ku ew bi zaravayan kirmanckî û kurmancî ders didin û wiha got: “Di tîrmehê de me dest bi serlêdanên polan kir. Ji bo kargehên giştî jî li ser medya dijîtal me dest bi tijîkirina forman kiribû. Piştî serlêdanan sê pol hatin vekirin. Polek bi kirmanckî du pol jî bi kurmancî zarokên temenê wan di navbera 7-14’an de bûn. Polên me li gorî temenê 7-11’an û li gorî temenê 12-14’an hatin vekirin. Me dît ku ziman li gorî kargehî têr nake. Di heman demê de me xebatên çand û hunerî da destpêkirin. Me ev bername li gorî 6 hefteyan amade kir. Ji ber ku daxwaz zêde bûn me du mehan ders dan zarokan. Me dît ku gelek zarok nikaribûn bi kurdî biaxivin. Lê em dikarin bibêjin me bingehek da avakirin. Mixabin gelek zarok di bin bandora dibistanên fermî de man e. Berxwedana ku tê kirin jî li ser zarokan ruhê kurdewariyê daye avakirin.”
Avêtina tov û hişmendiyê
Guvenç, da zanîn ku her roja diçe zimanê kurdî bi xetereya bişaftinê re rû bi rû dimêne û ev tişt got: “Mixabin polîtîkayên asîmîlasyonê li ser zarokan travmayeke mezin çêkiriye. Dema me dest bi vekirina polan kir zarok di nav tirsê û nakokiyan de bûn. Armanca me ew bû ku di hişmendiya zarokan de bingeha ziman bê avakirin. Bi salan e zimanê me li cihên fermî hatiye qedexekirin. Ev jî li ser zarokan bandoreke mezin ava kiriye. Ziman bi xwe jî laşê mirov e. Şîrê dayika me ji bo me çi be ziman jî heman tişt e. Pêwist e ji bo vê daxwaza wan em bibin bersiv. Jixwe ne mimkune ku zarok di nav du mehan de fêrî xwendin û nivîsandinê bibin. Armanc avêtina tov û ava kirina hişmendiyêye.”
Serlêdan ji sedî 60 jin in
Guvanç, bal kişand ser serlêdanên îsal ku bi piranî jinin û wiha pê de çû: “Ji bo serdema pêş jî 350 kesan serlêdan kirine. Di serdema nû de em ê dîsa ji asta destpêkê heta ya mamostetiyê dersan bidin. Ev serdem her sal jî tên destpêkirin. Bi tenê asta mamostetiyê salek li ber xwe dide. Ew jî zêde pisporiyê dixwaze. Nêzîkê 15 pol hatine avakirin, lê mixabin polên kirmanckî nehatin avakirin. Ji ber ku serlêdan tune bûn. Yên kirmanckî bi piranî li ser onlinê daxwaza vekirina polan dikin. Kesên ku serî lê dane jî piranî ji dervayê Amedê û dervayê welatin. Di vê serdemê de tişta herî balkêş ji sedî 60 jî jin in. Ev tişta ku jin girîngiyê didinê xwedî li derketina ziman e. Ev serlêdan ji bo me kêfxweşiyeke. Ji bo vê serdemê jî em ê di meha Îlonê de dest bi serlêdanan bikin û di meha cotmehê de em ê polên xwe vebikin.”
Asîmîlasyon her diçe kûr dibe
Guvenç, di dawiya axaftina xwe de xwest ku her kes li kurdî xwedî derkeve û wiha bang kir: “Em ê di meha Îlonê de li ser medya dijîtal dest bi dagirtina forman bikin. Yên onlinê jî em li whatsapê koma didin avakirin û dest bi dersan dikin. Asîmîlasyon her ku diçe kûr dibe dibê em li zimanê xwe xwedî derbikevin. Dibê li her qada jiyanê em bi zimanê xwe bixwînin, biaxivin, binivsînin û bijîn. Ji bo vê yekê jî em ji civakê dixwazin ku ziman biparêzin û geş bikin.”