13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Guven: Komplo ji bo Tirkiyeyê darbeyek bû

Hevseroka KCD’ê ya girtî Leyla Guven diyar kir ku komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan bi tecrîdê dewam dike û wiha got: “Ev komplo derbeyeke li daxwaza Tirkiyeyê ya bûyîna welatekî xurt, serbixwe û xweser e.”

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ji ber di doza bi îdiayên “endamtiya rêxistinê”  û “propagandaya rêxistinê” jê dihat darizandin de 22 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn ji 22’yê kanûna 2020’an ve girtî ye. Guven piştî hate girtin dozên derbarê wê de hatin vekirin û lêpirsînên hatin destpêkirin bi dawî nebûn. Guven, bi hinceta 3 axaftinên wê yên cuda bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê” di 17’ê cotmeha 2022’yan de 11 sal û 7 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Ji bilî vê yekê dema hêj negirtî bû ji ber xebatên wê yên siyasî derbarê wê de bi heman îdiayan gelek doz hatin vekirin û lêpirsîn hatin destpêkirin. Îtîrazên wê yên derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê de ji cezayên “dîsîplînê” re weke hincet hatin nîşandan.

Guven a li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Xarpêtê tê ragirtin, têkildarî pêvajoya girtîgehê û geşedanên di rojevê de pirsên ajansa me bersivandin.

Nêzî 3 sal in girtî ne, hûn dikarin derbarê pêvajoya girtîgehê de çi bibêjin?

Ya ku dike mirov nikarin di girtîgehan de bimîne, hişmendiyên ku xerabiyên zêde hilberîninin. Nexwe tu dikarî li vir bi perspextîfa xwe jiyanekê ava bikî. Di encamê de her tiştê li derve li vir jî heye. Hewa, av, asîman, baran, berf, xwarin, nivîn…Lê her tiştê li vir bisînor e. Bi kurtasî mirov bibêje mînyatura her tiştî dê rasttir be. Dema cihê hewadariyê biçûk be, asîman jî hindik xuya dike. Bawer im tişta ku mirov li vir herî zêde beriya wê bike, ax, dar, pel, xwezaya şîn a bêsînor û asîmanekî mezin e. Em li cem hevalên xwe yên 30 salan zêdetir in di hucreyên yek, du, sê kesî de dimînin van deran şirove bikin, em ê kêm bimînin. Em li vir 11 jinên serhildêr dimînin. Em 3 nifş jinên kurd bi hev re ne. Dayika me ya Besra 5 danan nimêjên xwe dike û ji me hemûyan re dûa dike. Hevalên me yên elewî jî çirayan vêdixin û daxwazan ji Xizir dikin. Em jî dibêjin ‘ya Xizir qebûl bike’. Ji ber ku li vir tu tişt bi takekesî nîne her tim kolektîf e.

Ji bo kesên xwe dizanin ev der weke akademiyê ne. Xwendin, nivîsîn û lêkolînên li derve tên îxmalkirin dikarin li vir bên kirin. Her wiha hevalên me di dema mayîna li hundir de xebatên hêja ku dîrokê ronî bikin kirine. Divê mirov careke din diyar bike ku ev der ne cihê razanê ne. Navendên hilberîna fîkrî ne. Em jî hewl didin vê yekê bikin. Nûnerên pergalê li vir her cure zehmetiyê derdixînin. Em dikarin bêjin ku îşkenceyên fîzîkî yên salên 80 û 90’î bi rêbazên cuda dewam dikin. Ev rêbaz çawa ku wê serdemê bikêr nehatin dê îro jî bikêr neyên. Gardiyan hefteyê carekê tên qawişa me di bin navê lêgerînê de ser û bin dikin û diçin. Em jî hêj ew ji derî derneketî, bi strana kurdî ya bi navê ‘Şemlê’ govendê digerînin. Ji ber vê yekê bi tu awayî nikarin moralê me xerab bikin. Li vir yekane tişta ku em bêjin pirsgirêk e, dem e. Ji ber ku dem têra me nake, em dibêjin xwezî roj dirêjtir bûna.

Di pêvajoya we ya girtinê de gelek geşedanên girîng hatin jiyîn. Geşedanên herî zêde bandor li we kir kîjan bûn? Şensê we yê hûn van geşedanan bişopînin hebû gelo?

Her çiqas bibêjin girtîgeh bi heman rêbazê tên birêvebirin jî di bingeha xwe de di navbera wan de cudahiyên cîdî hene. Ji qenalên televizyonê bigirin heta weşanên çapemeniyê, ji qotaya tiştan bigirin heta qursên tên vekirin, ji bikaranîna kompîtûran bigirin heta kişandina wêneyan, ji qotaya pirtûkan bigirin heta naveroka wan gelek tişt li her derê cuda ne. Mînak; me gelek caran daxwaza rojnameyên Yenî Yaşam, Evrensel, Jineolojî, kovara Modernîteya Demokratîk, qenalên Arti Tv, Halk Tv, Tele 1 û hwd. kir. Lê her carê bersivên razber ên ji hincetên hiqûqî dûr dan me. Ji xwe Dadgehên Înfazê, biryarên ku Lijneyên Çavdêriyê yên Girtîgehê wergire, weke notere dipejirîne. Ji ber vê yekê em rojev û geşedanên li derve bi awayekî tenduristî nikarin bişopînin. Lê em bi nûçeyên medyaya hawiz dikarin esasê nûçeyan bibînin. Ji ber ku birêz Ocalan jî dibêje ‘hûn ê nirxandinên di dîrokê û roja me de berovajiyê gotina serweran binirxînin; ji ber ku wan rastî berovajî kirine’. Em jî wisa bikin bê nûçe namînin. Di vê serdema min a girtinê ya 3 salan de parlamenterên me, parêzerên me em qet tenê nehiştin. Van serdanan her tim hêz û moral da me. Di 3 salên dawî dê bê guman geşedanên girîng qewimîn, hêj diqewimin. Di encamê de jiyan naraweste diherike. Bi taybetî heke hûn li Rojhilata Navîn bijîn em dikarin bêjin ku dora we xelekek ji agir e.

Min got ez bêjim di nava evqas tiştên qewimîn de bi awayekî erênî û neyînî herî zêde bandor li min kir çiye lê min nekarî ji nav derkevim. Min careke din dît ku mirov li dijî êşê gelekî xurt in. Nizanim mirov çawa dê xwe li ber ev qas êşan bigirin? Hêj jî tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan berdewam dike. Ev yek şerma min zêde dike, bêhna min teng dike. Dîmenên wêranî û êşa ku di erdheja 6’ê sibatê de bajarên Kurdistanê jî di nav de bandor li 11 bajaran kir weke herkesê bandor li min û li me hemûyan kir. Dîsa di kesayeta rêzdar Denîz Poyraz, Nagîhan Akarsel, Jîna Mahsa Emîniyê de qetilkirinên jinan ên her roj çêdibin agir dixe dilê me, dayîna cezaneyê lawê apê Alî Riza ya di ‘tûrikî’ de, girtina dayika Halîse ya bi êşên xwe ve, rewşa girtiyên nexweş ên di şertên zindanan de jiyana xwe ji dest didin û gelek mirinên bêwext û zû dilê me êşand û hêrsa me zêde kir.

Tu geşedanên erênî ku bandor li we kir çêbûn?

Heke ez bêm mijarên ku bandoreke baş li me dikin; jinên kurd ê ji bo parastina destkeftiyên kurd têkoşîneke destanwarî didin, li Rojava û gelek qadên din dilê me henîk dikin. Berxwedana jinan a di bingeha xweparastinê de ji hemû jinên cîhanê re dibe îlham. Dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ ya jinên kurd bi salane li qadan qîr dikin, li paytêxtên cîhanê bi hemû zimanan tê qîrkirin, ev destkeftiyeke bi bedelên giran hatiye bidestxistinê ye. Di kesayeta Nagîhan Akarselê ku di çarçoveya zanîsta jineolojiyê de pêşengtî ji ronîbûna jinê re kir em minetdarî hemû jinan e. Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, Emîne Şenyaşar û rêxistinên jinan ên femînîst ku tevî zextên desthilata faşîst a AKP’ê û MHP’ê qad ne terikandin ji me re bûn moral. Rastiya ku gelê kurd tevî êşên xwe xwedî li nirxên xwe derdikeve ji me re bû çavkaniya moralê ya herî mezin.

Siyasetmedarên ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd têkoşiyan, di her serdema dîrokê de bi kuştin, binçavkirin an jî girtinê re rû bi rû man. Hûn jî heman “qederê” dijîn. Hûn vê rewşê çawa şîrove dikin?

Ji bo pirsgirêka kurd divê mirov sedsala dawî bigire dest. Pêvajoyeke ji Sevrê heta Lozanê, ji Skys-Pîcot heta Makeqanûna 1921’an û Plana Şark Islahatê dirêj dibe û diçe heye. Mirovên binirx ên weke Şêx Seîd, Seyît Riza, Îhsan Nûrî Paşa, Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzanî û gelek serokên min nekarî navên wan bihejmêrim li dijî polîtîkayên ‘înkar û tunekirinê’ yên li dijî gelê kurd hatin pêşvebirin pêşengtî kirin, ez hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînim.

Çanda berxwedanê ku wan ji me re hişt niha jî birêz Abdullah Ocalan didomîne. Temsîlkirina di bingeheke rast a gelekî ‘di nava lepên qirkirinê de ye’ pêwistiya xwe bi hêjatiyên taybet heye. Ji ber vê yekê birêz Abdullah Ocalan ji hemû serhildanên paşerojê çêbûna ders derxistiye û pêvajoya ku weke ‘serhildana 29’emîn jî tê binavkirin, da destpêkirin. Lehengiya vê têkoşîna ‘hebûnê’ ku bi qasî 50 sal in bênavber dewam dike, hema bêje derketiye lûtkeyê. Ne hêzên emperyal ên navnetewî ne jî hevkarên wan ên herêmî li benda vîneke wiha nebûn. Ciwanên wêrek ên leheng ku di kesayeta kurdekî de derketin holê bûn wesîle ku bi dehhezaran kes dakevin qadan. Ji ber vê yekê têkoşîna me her roja ku diçe girseyî dibe û gihişte milyonan. Welatên di nav sînorên welatê me yê ku bûye çar parçe de ne (Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye) di warê asîmîlekirin, hilweşandin û entegrasyonê de bi hev re ketine nava pêşbirkekê. Ji komkujiyên komî heta darvekirinan, ji îşkenceyan heta koçkirinê serî li gelek rêbazên faşizan dan. Di van hemû pêvajoyan de rastiya gelekî ku madî manewî her tiştê xwe daniye holê heye. Gelê kurd 50 sal in tişta ji destê wî tê zêdetir kir. Gelekî din ê di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane bi çepikan û tilîliyan bi rê kirine nîne. Ez şerm dikim li cem dayika Halîse, dayika Esmer, Emîne û Sakîneyan û bi dehan dayikên porspî tiştekê bibêjim.

Ez ji sala 1994’an vir ve bênavber di qada demokratîk, siyaseta legal de xebitîm. Paşerojê derfetên saziyên me gelek bi sînor bûn. Hemû barê xebatkarên me yên partiyê li ser gelê me yê fedakar bû. Elbet em xebitîn me hewl da lê dema ez lê dinerim em kêm mane. Heke me siyaseteke bi bandortir, berfireh û pêşbînî bi rê ve biribûya em da niha di asteke cudatir de bûna. Partiya me di qada siyasetê de bedelên gelek giran dan û hêj jî dide. Di vê wateyê de Mehmet Sîncar, Vedat Aydin, Mûhsîn Melîk û bi sedan hevalên me yên din bi rêzdarî bi bîr tînim. Bawer im em li gorî wan bişenstir in. Şûna kuştinê bi girtîgehê tên cezakirin. Heke em hevalên me yên emrekî di zindanan de dimînin bi bîr neînin em ê kêm bimînin. Ji ber em siyaseta demokratîk dimeşînin tên kuştin û girtin. Di vê qonaxa em hatinê de desthilata faşîst a AKP’ê û MHP’ê konsepteke nû bi pêşxist. Gelê kurd ji 7 salî heta 70 salî terorîst îlan kir û pirsgirêk

Pirsgirêka kurd êdî pirsgirêkeke navneteweyî ye. Tevî vê yekê jî gelo pêkane ku hêzên navneteweyî kurdan li derveyî hevkêşeyê bihêlin?

Her çend ku Şerê Sêyemîn ê Cîhanê gihiştibe sînorên Ewropayê jî navenda wê Rojhilata Navîn û erdnîgariya kurdan e. Pêvajoya dîzaynkirina Rojhilata Navîn ku bi mudaxalekirina Efxanistan û Iraqê dest pê kir, hêj temam nebûye. Her ku DYA û NATO yên dixwazin bi dîzaynkirina nû ya Iraq, Sûriye û Îranê li herêmê bimînin neserkeftî dibin, her ku berxwedana li dijî wan mezin dibe, êdî her aliyan guman jê birin. DYA ji bo xwe ji vê rewşê xelas bike, di şerê hegemonyayê de li ser bingeha dijbertiya Rûsya û Çînê dest bi komîserhevkirina NATO’yê kir. Tam di demekê ku neserkeftîbûn û nehewcetiya NATO’yê dihat nîqaşkirin de ew dîsa zindî kir. Lewma ji vê hêlê ve şerê Ûkraynayê bi xwe re encamekî girîng afirand. Heta kir ku dewletên weke Swêd û Fînlandiyayê ku xwedî krîterên demokrotîk in jî neçarî NATO’yê kirin. Vê yekê jî kir ku li ser bingeha dijbertiya kurdan tawîz bên dayîn û dewleta tirk bikare polîtîkayên xwe yên li dijî kurdan bimeşîne. Di halê hazir de pirsgirêka kurd a ku weke pirsgirêkeke herêmî dest pê kir, êdî veguherî pirsgirêkeke kûrewî. Tevî hemû hewldanên hêzên navneteweyî jî êdî ev pirsgirêk veguherî pirsgirêkeke navneteweyî. Lewma ti hêz nikarin jinedîtî ve bên. Bixwazin û nexwazin jî di vê pêvajoyê de ku fragmanên şerê sêyemîn ê cîhanê tê lîstin de nikarin gelê kurd li derveyî vê hevkêşeyê bihêlin.

Di vê serdema ku netewe-dewlet krîzên piralî dijîn de tekane gelê xwedî perspektîfa ‘neteweya demokratîk’, gelê kurd e. Li erdnîgariyeke mîna Rojhilata Navîn ku cihekî pirçandî ye dê derfet çêbibin ku hemû gel û bawerî bi awayekî azad xweî fade bikin. Di heman demê de jin dê li dijî hemû rêveberiyên takekes, ji manewiyatê dûr û roj bi roj vediguherin nîjadperestiyê jî ji bo hemû civakê bibin çavkaniya hêviyê. Êdî eşkereye ku azadiyên takekesî yên Ewropaya kal jî bi kêr nayên. Di demekî nêz de dê rastiya gelê kurd û pêşniyarên wan li seranserî cîhanê bêhtir cih bigirin û çareseriyên mayînde bikevin rojevê. Ev tevek jî ne ji bo roniya çavê kurdan dê pêk bên. Ev yek dê bibin encama rêxistinbûna wan û bihêzbûna wan. Ya ku dikeve ser milê gelê me û nûnerên me yên siyasî ew e ku paradîgmaya paradîgmaya neteweya demokratîk û civaka exlaqî polîtîk-azadîxwaziya jinê bêhtir bidin naskirin û hewl bidin pê bidin famkirin. Ketina meriyetê ya pergala demokratîk û azadîxwaziya jinê dê bi xwe re Rojhilateke Navîn a demokratîk.

Em di meha ku starta komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye dayîn de ne. Di vê çarçoveyê de hûn têkildarî komployê dixwazin çi bibêjin?

Birêz Abdullah Ocalan ku ji bo afirandina jiyaneke civakî ya li gorî heqîqetê bi rola serdemê rabû û bi rê ketî, di çarçoveya geşedanên dîrokî de têkoşîneke neteweyî meşand û bi zanebûniya berpirsyartiyeke mezin xwe gihand van rojan. Bêguman di ferqê de ye ku rêya dest pê kirî gelek astengiyan di xwe de dihewîne û rêyeke kujende ye. Lê belê azadiya gelekê di bin çerxa topyekûn a qirkirin û tunekirinê de di dinyaya me de bê bedel nabe. Herî zêde wî baş pê dizanî bê ka çi bi serê pêşengên kurdan ên berê hatibû. Lewma bi feraseta ‘yan em ê ji vê jiyana koletiyê rizgar bibin û azad bijîn, yan jî em ê di vê oxirê de mirinê bidin ber çavan’ tevgeriya. Di sala 1999’an de bi komployeke navneteweyî birêz Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê. Lê birêz Abdullah Ocalan tevî şert û mercên giran ên dîlgirtinê jî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi hûr û kûr fikirî. Hêzên komploger ên navneteweyî tu caran nexwestin gelê kurd li Rojhilata Navîn bibin xwedî statû.  Hêzên komploger di şexsê Abdullah Ocalan de gelê kurd hedef girt. Bi vê yekê re dê polîtîkayên dagirkeriyê bi rehetî bimeşandina.

Di vê mijarê de nirxandina herî berfireh jî birêz Abdullah Ocalan kiriye. Di esasê xwe de pir eşkereye ku ev komplo di şexsê Rêberê Gelê Kurd de li dijî daxwaza komareke bihêz a serbixwe û bi têrî xwe dike hatiye kirin. Hêzên hegemon tu welat û civakên ku li Rojhilata Navîn bi dînamîkên xwe yên cewherî bi têrî xwe dikin naxwazin. Lewma serî li polîtîkayeke ‘berxê bi gur re dixwe û bi xwediyê wê re digirî’ dimeşînin. Ji bilî Tirkiyeyê tevahiya cîhanê di ferqa vê konseptê de ye. Vaye di piştperdeya polîtîkayên taybet ên li Îmraliyê jî ev plan heye. Heke li welatekî din îşkenceya tecrîdê ya wiha dûvdirêj bihata kirin, gelo dê ‘qaşo hewariyên demokrasî û aştiyê’ çi bikirana? Ev pirs nehatiye berisvandin.

Dema em dikevin salvegera komployê, tecrîda li ser Abdullah Ocalan didome. Ev bû 31 meh tu agahî jê nayên girtin. Gelo hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Ev yek pir zelal e; ji bo perspektîfa birêz Abdullah Ocalan dernekeve derve ev tecrîd xistin meriyetê. Rayedarên Tirkiyeyê ku li Girava Îmraliyê gardiyantiya hêzên rojavayî dikin, mafên birêz Abdullah Ocalan ên qanûnî bi awayekî keyfî ji holê radikin. Sepana tecrîdê ku di îçtîhadên navneteweyî de jî weke îşkence tê qebûlkirin, bi rêya CPT’yê tê rewakirin. CPT di raporên xwe de dibêje ‘divê cih nedin tu binpêkirinên mafan ên Tirkiye naxwaz e.’ Ev mîna, mînaka wê ya herî şênber e. Vaye tam bû 31 meh ku ne malbata birêz Abdullah Ocalan û ne jî parêzerên wî nikarin pê re hevdîtinê bikin. Di heman demê de her sê hevalên me yên din jî di bin tecrîdeke giran de ne. Komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê îro jî bi tecrîdkirina Rêbertiyê û êrişên îmhakirinê yên li dijî me tên domandin. Derdorên komploger ji komployê encamek bi dest nexistin û niha jî serî li rêbazekî wiha

Gelo dê bikarin bi tecrîda girankirî encamekî bi dest bixin?

Heke bikariyan ji xwe dê di nava 24 salan de ev yek bikirana. Dê ji vir û şûnde jî feraset û planên hêzên komploger li ber îradeya ji pola ya gelê me yê leheng têk biçin. Aliyê ku ev derdor fam nakin ew e ku paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan a bûye malê civakê û di gelek qadên jiyanê de ketiye meriyetê êdî nikarin pêşî li ber bigirin. Komploya 9’ê Cotmehê ku kete sala 25’an pir zû de vala hatiye derxistin. Ji vê demê û şûnde hedefa me ya sereke; li dijî stratejiyên çareseriyê yên bi derxistina rêbertiyên sexte dixwazin pêş bibin, azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê ye. Di vê pêvajoya ku dê qeder bê diyarkirin de hêz, îrade û cisareta gelê kurd heye ku vê pêk bîne. Hindik maye ku bi polîtîka û helwestekî siyasî ya hevpar re bibêjin ‘Niha dema azadiyê ye’ û bi pêşengtiya jinan bi ser bixin. Birêz Abdullah Ocalan digot; ‘Hezkirina mirovê azad, bingeha xwe ji îradeya azad digire. Ji ber ku azadî nayê firotin. Nayê kirîn. Bi azwerî, hezkirin û kedê tê afirandin. Tiştekî exlaqî nîne ku kesekî ne azad soza azadiyê bide kesekê din. Divê tu ji ewilî bigihijî zanebûna

Yek ji bingehîn pirsgirêkên Tirkiyeyê, pirsgirêka kurd e. Gelo ji bo çareseriya pirsgirêka kurd çi berpirsiyarî dikeve ser milên gelên din û muxalefetê?

Pirsgirêka kurd pirsgirekek bingehîn û dîrokî ye. Ji bo çareseriya pirsgirêkê wezîfeyên girîng dikeve ser milê civaka Tirkiyeyê. Divê her kes viya baş bizanibe pirsgirêka kurd tenê ne pirsgirêka kurdan e. Pêwîste ji bo krîzên bingehîn analîzên bingehîn bên kirin. Heke îro li welatê em krîza aborî û feqîrî û gendeliyên cidî diqewimin, divê gelên Tirkiyeyê di bingehek rast de viya lêkolîn bike. Hilbijartinên bi rêya axaftinen hamasî, vîdeoyên şantaj û montajê, bi vir û derewan hatiye qezenckirin, tekane krîter nîn e. Îro bêşansiya Tirkiyeyê ew e ku muxalefetek wêrek nîn e. Gelê kurd yek ji gelên herî qedîm ê li ser vê erdnîgariyê ye, hê jî gelê kurd nizane ku polîtîkayên çareserkirina pirsgirêka kurd a muxalefetê çi ne. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê kodên muxalefetê baş deşîfre kiriye. Di hemû demên krîtîk de rojevek derveyî rastiyê dixe rojevê û dema muxalefet jî xemsar nêzî vê yekê dibe pirsgirêkên rasteqîn li derveyî rojevê dimînin. Ev çerx dewam dike. Hilbijartinên herî dawî jî rewşek trajîk û têkbirî bi xwe re anî.

We li girtîegehê pêvajoya beriya hilbijartinê û piştî hilbijartinê şopand. Pêvajoyek hilbijartinek nû jî nêz dibe. Gelo peyama we ji bo aliyên ku wê li ber desthilatdariyê rabin çi ye?

Em girtiyên polîtîk in. Me bi derfetên kêm pêvajoya hilbijartinê û encamên hilbijartinê şopandin. Helbet favoriya hilbijartinê partiya me ye. Her çiqas bi erênî her çiqas bi neyînî ekranên televîzyonan bi siyasetmedar û nûnerên tije bûn. Me jî bi vî awayî hevrê û hevalên xwe yên siyasetmedar nas kir. Tevî ku rejîma AKP-MHP di hilbijartinê de bi ser ketin jî lê ew bi sendromek têkçûyî ya navxweyî de rû bi rû ne. AKP her tim pêvajoyê bi rêbazên darbeyê ji bo xwe bi kar tîne. Dixwaze civakê manîpule bike û dema xwe tije bike. Rejîma AKP-MHP’ê bi rêbazên şerê taybet dixwaze hemû aliyên muxalîf tasfiye bike û xwe li ser pêya bihêle. Lê halbûkî ya pêwîst ew e şer û qetlîam bi dawî bibin û em di welatek bihevre, wekhev û azad de bijîn.

Dilê cîhanê Rojhilata Navîn jinûve tê teşekirin. Di demek wiha de li her welatekî desthilatdar ji ber helwestên xwe yên ku zextan dikin û despot her kes pirsiyarî dike. Li her welatekî ji bo gelên bindest xelk radibe ser pêyan û hesab ji desthilatadaran dixwaze. Lê li Tirkiyeyê her roj gelê kurd di bin zext û qetlîaman de ye, lê belê li cîhanê ji bo kurdan kes dengê xwe nake, dinya kerr û lal dimîne. Helwestek nîşanî desthilatdariya AKP’ê ya Tirkiyeyê nade. Ji demokratan bigire heta rewşenbîran, ji çepan bigire heta çepgiran, ji dîndaran bigire bawermendan her kes li ber zilma li ser kurdan ketiye nava xemsarî û bêdengiyê. Deriyên xwe li kurdan girtine û geşedanên têkildarî kurdan di kunekî de temaşe dikin. Helbet ez aliyên ku bi hestiyar tevdigerin naxim nava vê xemsariyê. Helbet bi hezaran mirovên hestiyar hene, akademîsyenên aştiyê hene, bedelên giran hatin dayîn, em qet van ji bîra nakin û em helwest û tevgerên wan bi qîmet dibînin.

Gelek aliyên ku nebûne girseyên xurt, li ber desthilatdariyê bêdeng dimînin û adeta kurdan wek hedef didin nîşandan û ji kurdan re dibêjin, ‘grûbên marjînal’. Kesên ku li ba kurdan cih digirin jî bi cezayê ‘piştevaniya kurdan’ wan ceza dikin. Herî dawî Gerînendeyê Weşana Giştî ya televizyona TELE1’ê birêz Merdan Yanardag, mirov dikare di vê çarçoveyê de bigire dest. Birêz Yanardag axivî û gotinên wî deshtilatdariyê û şirîkê wê gelek aciz kir. Çimkî cara yekem e ku kesek di raya giştî ya Tirkiyeyê de tê naskirin, got, ‘Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û tecrîd li birêz Abdullah Ocalan tê sepandin’. Ji ber vê rastiyê Merdan Yanardag girtin û di şexsê wî de xwestin çavê hemû muxalîfan bitirsînin.

Em wek girtiyên polîtîk û azadiyê yên kurd dizanin ku pêvajoyên krîtîk bi xwe re biryarên krîtîk tînin. Lewma ji ber vê yekê em nêzîkatiyên lîberal, şexsên ku tu encamê nayînin, bêbandor û pasîfîst red dikin. Em demokrasiya radîkal dipejirînin û bi dirûşma ‘her der çalakî her der berxwedan’ berz dikin û dengê xwe bi cîhanê digihînin. Em di pêvajoyek wiha girîng a ku dinya têde derbas dibe, hemû berxwedanên li cîhanê divê bibin yek û em li dijî aliyên faşîst û nijadperest, biryara xwe ya avakirina ‘Konfederalîzma Demokratîk a Cîhanê’ qîr dikin.

Ajansa Mezopotamya / Mujdat Can