8 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Gustavo Petro bersiv da Trump: Bes îfitrayê li min bike

Serokdewletê Kolombiyayê Gustavo Petro bi zimanekî tund sûcdarî û gefên Donald Trump ên li hemberî xwe red kir, ku wî bi bazirganiya narkotîkê sûcdar dike.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump li balafira Air Force One daxuyaniyek da rojnamegeran û îdîa kir ku destwerdaneke leşkerî ya li Kolombiyayê ya weke operasyona li Venezuelayê, dibe ku fikrekî baş be. Trump Serokdewletê Kolombiyayê Petro sûcdar kir ku narkotîkê vediguhezîne DYAyê û got: “Wê nikaribe vê bi demdirêjî dewam bike.”

Serokê DYAyê roja şemiyê ji bo Gustavo Petro got: “Divê hay ji xwe hebe” û roja yekşemê jî ji bo lîderê Kolombiyayê got: “Zilamê nexweş” û îdîa kir ku “Ji bikaranîna kokaînê hez dike.” Trump îdîa kir ku Kolombiya jî “welatekî nexweşketî ye” û îdîa kir ku Petro “Febrîqeyên kokaînê ava kiriye û difiroşe DYAyê.”

Serokdewletê Kolombiyayê yê çepgir Gustavo Petro jî polîtîkayên leşkerî yên rêveberiya Trump ên li herêmê bi zimanekî tund rexne dike. Petro girtina Serokdewletê Venezuelayê Nicolas Maduro ji aliyê DYAyê ve weke “revandineke ne hiqûqî” pênase kir. Maduro piştî bombardûmana li ser paytext Caracasê dawiya hefteyê hatibû binçavkirin.

Serokdewletê Kolombiyayê Gustavo Petro bi zimanekî tund sûcdarî û gefên Donald Trump ên li hemberî xwe red kir, ku wî bi bazirganiya narkotîkê sûcdar dike. Petro li ser platforma medya dîjîtal Xê daxuyaniyek da û got: “Navê min di ti dosyayeke edlî ya têkildarî bazirganiya narkotîkê de nîne. Birêz Trump dest bes îftirayê li min bikin.”

Wezareta Karên Derve ya Kolombiyayê nerazîbûneke tund nîşanî daxuyaniyên Trump da û ev yek weke “Destwerdaneke nayê qebûlkirin” pênase kir û ji DYAyê daxwaza “hurmetê” kir.