Yê tawanbar bêsûc e ta ku sûcdariya wî tespît nebe? Hevokeke watedar e. Der barê dadmendiyê de di dadgehan de pêk tê û tê wateya ku li ser texmîn û gumanan mirov nikare kesekî tawanbar bike, pêwiste belge, şahid û tespîtên tawanbariyê hebin.
Lê gelo em dikarin bêjin ku yê tawanbar sûcdar e ta ku nesûcdariya xwe isbat neke! Di mijara gelê kurd û doza kurdî de ev hevoka duyemîn li ba rewşenbîr, siyasetmedar û beşeke mezin ji civakên ereb pir cihê xwe digire, armanc ne naskirina rastiyê ye, bi qasî ku armanc vajîkirina rastiya ne û barkirina tawanbariyan li ser gelê kurd û doza wê ya neteweyî bi nêrîn û biryarin pêşwextin. Rastiya vî tiştî heye, dema mirov mijarekê yan jî diyardeyekê nasneke, bêguman wê tesbît û helwestên wî jî der barê wê diyardeyê de şaşbin û ji derveyî rastiya wê diyardeyê de bin, hingê jî rê pê dikeve ku nas nake û pêwiste jê re were zelalkirin. Lê dema dinase û nerastiyan der barê wê mijarê de belav dike, hingê jî dibe helwesteke sistematîk, pêşwext û bi armanc ku pêwist dike li himber jî helwest û bergeriyeke sistematîk xwe bide pêş.
Di roja îro de li Bendava Tişrînê Dewleta Tirk şerekî qirkirinê li hember gelên Xweseriya Demokratîk bi taybet li dijî kurdan dide meşandin. Qaşo ji bo parastina yekpariya axa Sûriyeyê û rakirina terorê şer dike! Tirkiye ewqas xemxurê yekpariya axa Sûriyeyê ye? Bêguman heger hêza xwe ji Sûriyeyê bikşîne, Sûriye yekpare û bi tenê mijarên gelo li jêr çi sîstemê û çawa gelên di Sûriyeyê de wê bi hev re bijîn cihê danûstendin û lihevkirinane, ne bi tang û topên Tirkiyeyê çareser dibin, bi diyalogeke sûrî-sûrî çareser dibin.
Lê armanca Tirkiyeyê ne yekpariya axa Sûriyeyê û ne jî teror e. Çimkî ew bi xwe terora dewletê dide meşandin û bi dehan komên terorîst xwedî dike. Armanca Tirkiyeyê dagirkirin û jiholêrakirina gelê kurd e. Ji bo vê armancê ji aliyê siyasî, leşkerî, diplomasî û ya herî metirsîdar jî ji bo gurkirina kîna gel û neteweyan li hember hev e şereke pir alî dide meşandin. Heger em ragihandina Tirkiyeyê û malperên dijîtal ên nijadperest, teror, çete û gelek rewşenbîr û siyasetmedarên Sûriyeyê yên ereb bişopînin, em ê bibînin ku êrîşeke berfireh li ser gelê kurd heye. Vî şerî bi awayeke sistematîk pêş dixin da ku karibin gelan bînin hember hev. Qaşo bi belgeyên sexte û kîndar, diyar dikin ku kurd ne ji vê axê ne, cudakar in, gawir in, bêkok in, serdestiyê li ereban dikin, guhertina demografî dikin, komkujiyan dikin û hwd.
Tirkiye ala xwe li ser herêmên qaşo rizgarkirina Efrîn, Girêspî, Serêkaniyê, Bakur-Rojavayê Sûriyeyê û ta herêma parava Derya Spî radike. Baregehên xwe avadike zimanê xwe ferz dike, çete û kujeran bera ser serê gelê me daye. Aşkere diyar dike ku Sûriyeyê wîlayeteke Tirkiyeyê. Lê belê siyasetmedar, tevger, rewşenbîr û dewletên ereb weke sê meymûnên ker, lal û kor bêdeng in. Weke xapandin behsa dagerkeriya Îsraîlê dikin! Ku Îsraîl bi xwe jî dizane ne cidîne û gelên xwe dixapînin. Bêguman di serî de me diyar kiribû ku sedemên kîna li hember gelê me dîrokî û siyasî ne, di nava dîroka Sûriye, Tirkiye, Iraq û Îranê de ev dewletên netewperest behsa kurdan û rastiya wan nehatiye kirin. Di zanîngeh, dibistan û ragihandina xwe de gelê kurd herdem tawanbar kirine ku dixwazin welatên wan talan û parçe bikin. Heger carna jî behs dikin, bi tenê behsa Selahedînê Eyûbî dikin ew jî wek xizmetkarekî ji hebûna wan ne, ne wek kurdekî. Lewre li ba gelên ereb bi taybet nefretbûneke ji kurdan peyda kirine. Herwiha di milê siyasî de herdem li kurdan weke kêmnetew, bêdoz, koçber di van welatan de dane pênasekirin. Hebûna wan xistine nav gumanan. Dema behsa kurdan kiribin jî wan wek ereb, tirk, faris û bêdîrok nîşan didin. Mafên wan di çarçoveya welatiyekî de, yan jî penaberekî de dibînin. Resenî û hebûna wî nîşan nadin. Ev zihniyet hatiye çandin. Lewre em dibînin ku kurd kirine cinawerek û metirsiyeke li ser van welatên netewperest. Him civakên xwe li ser bêbextiyan avakirine, him jî siyasetên xwe yên înkara gelê kurd bi rêya dibistan û zanîngehên xwe bi civakên xwe re dan mijandin. Hingê jî di roja îro de ewqas kîn li hember gelê me dide meşandin. Kîneke sîstematîk hatiye avakirin. Lewre hemleya reşkirin û gurkirina kînê li hember kurdan ji aliyê hucreyên tarî ve Tirkiye, îslama siyasî, netewperest û şovenistên ereb ve tê meşandin. Bi armanca gurkirina şerekî nijadî, ku bi tenê projeya hevpeymana îxwanî muslimîn û netewperestên tirk ên AKP-MHPê pêk bînin.
Tirkiye li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê şerekî vekirî daye destpêkirin. Li Dêrazorê û Reqayê propoganda dijminahiya kurd-ereb bi rêya çeteyên xwe re xistiye rojevê. Ragihandina Tirkiyeyê û çeteyan gefên qirkirina kurdan gur kirine ku di encamê de Sûriyeyê ber bi komkujiyan ve bibe. Tirkiye li ser xwîna gelan Sûriyeyê dagir bike. Li himber ewqas kîn û êrîşên pir alî, pêwist e di asta hundirîn û derve de berxwedana demokrasiyê, wekheviya gelan û jiyana hevbeş were meşandin. Li ser milê her kesî ev erka dîrokî ku berpirsiyariya hemû beşên civakê, tevgerên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar û demokratîxwazan e. Pêwist e faşizma Tirkiyeyê were deşîfrekirin û rastiya planên wê, çete û nijadperestan ku bi xwîna gelan dilîzin were teşhîrkirin û valaderxistin.