Rovî di bin darekê de razabûye, dema çavên xwe vedike dibîne ku gur li ber serê wî ye. Rovî dizane ku rewş di xeterê de ye, lewre gur fesal jê standiye. Rovî difikire gelo çi fen û hîleyê bike ku rizgar be. Rovî digrî û dibêje; Mamê gur ji Xweda re şikur ku min tu dîtî. Gur dipirse; çima te dixwest min bibînî ? Rovî dibêje: Mamo ev serê mehekê ye ku ez li te digerim agahiyek heye bidime te. Gur meraq dike gelo çi ye ev gotin û agahdariya rovî. Dipirse; Ka bibêje te yê ji min re çi bigota. Rovî dibêje; Mamo ez çûm nava gund min xwest ku hin elok û mirîşkên axa bixwim.
Hêj neketibûm hundur axa ji gundiya re hin tişt digot min xwe da guhdariya wî. Hemu kesên der û doran hatibûn bal, Axa ji wan re wiha digot; Gelî canik û camêran ajalên li derve di salê de bi sedan pez, dewar û mirışkên me dixwin. A baş ev e bang li roviyan bikin lewre çeleng û li ser xwe ne. Em ê peymanekê çê bikin bidin destê roviyan bila bidin hemû ajalan. Ji şêran heya guran û hwd, bila kaxiza xwe bixwînin mafê xwe bizanibin. Ji vir a wiha mafê wan nivîsandîne her yek ji wan çend pez, dewar û mirîşk hene bila ji xwe re bibin. Dema dilê wan goşt xwest ji xwe re bixwin, êdî nekevin nava kerî û gomên me.
Axa kaxiz û peyman amade kir hemûyan erê û qebûl kir. Ez fikirîm ku nema hewce ye ez bikevim hundirê koza mirîşkan. Camêrek derket derve û ez dîtim, vegeriya bal axa. Axa bang li min kir û got: Rovî me peymanek çêkiriye ji bona we baş e ku tu amadeyî. Van kaxizan bigire, bigihîne hemû roviyan û bila ew jî bigihînin ajalên mezin. Min kaxiz ji destê axê girt, destê wî maç kir û ez derketim derve. Baş bû ku min tu dîtî, ha ji te re vî kaxiza hanê tê de mafê te çi heye nivîsandiye. Gur bi dilekî xweş û şahî kaxiz girt lê nizane bixwîne. Ji rovî dipirse; Ev çi dinivîse ez nizanim bixwînim.
Rovî dibêje: Mamo mafê te 10 mîhên stewr û bi goştin, wa ye şivanek li ber keriyê pez e. Axayê gund ji wan re gotiye dema kîjan ajal hat di destê wan de kaxiz û nivîs hebin, mafên wan bidin wan. Li ser gotina rovî, gur kêfxweş dibe û çavên rovî maç dike ji ber ku vê qenciyê pê kiriye. Gur kaxiz ji rovî distîne û jê dipirse; rovî ka ez çi bikim û çi bêjim ji şivan re. Rovî dibêje; mamê gur li min baş guhdarî bike va ye şivan li ber keriyê pez e, Pez di mexel de ye. 2 heb seyên şivan li ber kerî ne, bi dizî her du seyan here bal şivan, silavê min jê re bêje û kaxizê deyne ser çokên wî. Axa ji wan re gotiye ku para gur çend mîh in.
Gurê belengaz bê hiş û bê pergal ji rovî bawer dike. Lê armanca rovî jî ew e ku gur wî nexwe yan jî belayekê neyne serî. Gur hêdî hêdî ber bi şivan ve dimeşe. Seyê şivan serê xwe radike gur dibîne êrîşî gur dike, gur jî dixwaze ku kaxiz bide şivan. Şivan serê xwe radike dibîne ku gurek ber bi wî ve tê. Li her du seyên xwe dike hewar û qîrîn. Gurzo , Sêro, gur min dixwe ji bo Xwedê min rizgar bikin. Gur jî lez dike ku peymana Axê bigihîne şivan.
Her du Seh bi gur digirin davêjin erdê, gur careke din radibe ku bireve, seh teriya gur diqetîne. Gur bang li rovî dike û dibêje: Rovî ev peymanê nas nakin, tu çi dibêjî. Rovî dibêje Mamo bireve poçika te qut kirin, bireve. Qanûn qanûna berê ye ger ku min ev pîlan çênekiriba, tu bi poça xwe ya qût xilas dibûyî? Ku te ez di bin darê de girtibama, te yê serê min qut kiriba. Gur bi poça qut bi xwîn û birîndar bi zor û heft bela ji destê seyên şivan rizgar dibe. Rovî li diyarê zinar bang li gur dike û dibêje; Mamê gur tu çiqas xweşik û rind bûyî, poça te piçûk û sor hatiye xemilandin.