Dewleta tirk organîzasyonek li ser tunebûna Kurdistanê û gelê kurd ava kir. Mimkûn e ku dest ji her tiştî berde. Lê tu cari dest ji îmha û înkara kurdan bernade. Kîjan kurdê vê yekê wisa nebîne û li gorî wê pozîsyon negire di nav gafletê de ye. Di dîroka kurdan de jî kîjan kurdê ji pergala nijadperest a tirk bawer kirî, bedela vê yekê pir giran daye. Ku ev kes pêşeng be, heman bedel bi gelê kurd jî daye jiyîn.
Di vî warî de tu ferq di navbera Kemalîst, lîberal, oldar, rastgir û neo çepgirên wan de nîne. Her çiqas beşek kurdan demek dirêj ji oldarên tirk bawer kiribe û piştgirî dabe wan jî van bîst salên dawiyê ev rastî cardin piştrast kir. Nijadperestiya herî xurt ji hêla oldarên tirk ango îktîdara AKP’ê ve li dijî gelê kurd li çar perçeyên Kurdistanê pêk hat û hêj tê.
Piştî vê seatê tu kurdên xwedî bawerî êdî nikarin van kirinên AKP’ê û oldarên tirk biparêzin. Ji ber ku her tim nijadperestiya wan li pêşiya oldariya wan e. Oldariyên ji bo veşartina nijadperestiya xwe bikar tînin. Mixabin beşek oldarên kurd nexwestin vê yekê bibînin. An jî dibe bi rastî rûyê oldarên tirk ên nijadperest nedîtibin.
Lê îro her tişt pir zelal derketiye holê. Divê hemû oldarên kurd ên heta niha bi hincetên cuda piştgirî dane AKP’ê û oldarên tirk êdî destê xwe danên ser wijdana xwe û biryarek nû bidin. Her çiqas dereng mabin jî hêj şansek wan heye. Niha îktîdara oldarên tirk a nijadperest xitimî ye.
Di nav rizînê de ye. Di aliyê exlaqî de têk çû. Ji dizî bigire heta hîzî, talan, durûtî, bêdadî, zordarî, komkujî, tacîz, tecawîz, gendêliyê bi her alî ve ji hev dikeve. Derket holê ku tu şerm û ara wan nema ye. Oldarî, Misilmantî û baweriya wan teva ji bo mezinkirin, parastin û domandina nijadperestiya tirk e. Di destê wan de tenê bêarî, bêşermî, derew û zordarî maye.
Oldarên tirk hemû nirxên misilmantiyê ji bo mezinkirina nijadperestî û faşîzma tirk pêşkêşkirin. Niha di destê wan de tiştek nema ye. Ketine qirika hev. Perçe perçe ji hev dikevin. Her roj çend heb ji wan vediqetin û li xwe mikûr tên. Li pişt perdeya misilmaniyê hemû sûçên li dijî mirovahiyê kirine. Yên li xwe mikûrtên jî dixwazin xwe ji van sûçan xilas bikin.
Êdî nemimkûn e ev îktîdara oldarên tirk a nijadperest li ser piyan bimîne. Ew jî vê yekê dizanin û dibînin. Ji bo wê ev du sale di nav xwe de muhasebeyekê dikin. Di encama vê muhasebeyê de Pêşiyê Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu û partiya wî veqetiyan. Piştre Serokomarê berê Abdullah Gul û Alî Babacan û derdora wan veqetiyan. Niha hevalbêndên wan ên çete, kujer, mafya, diz, tecawîzkar, talanger û kedxwar vediqetin. Diçin û li pişt xwe li ser navê mirovahiyê jî tiştek ne hiştin. Dê bi nalet û nifiran bên bibîr anîn.
Lê gelo oldarên kurd ên heta îro di bin navê oldarî û misilmaniyê de piştgirî dane oldarên tirk ên nijadperest muhasebeyekê dikin? Em dizanin ku kurdên rêveberî, şaredarî, parlementerî û kar û barên din ên AKP’ê de cih girtîn tu muhasebeyan nakin. Ji xwe armanca wan berjewendiyên aborî bûn. Ev jî têra xwe bi dest xistin.
Bes oldarên kurd ên heta niha di bin navê misilmanî û biratiya olî de piştgirî dane AKP’ê gelo çi difikirin? Mûhasebeyek dikin an na? Qasî ez dişopînim di nav oldarên kurd de lêgerînek wiha tune ye. Wekî ku tiştek çênebûye tevdigerin. Lê mixabin nikarin bi bêdengbûnê vê pêvajoyê derbas bikin. Ji ber ku bi piştgiriya xwe bûne nîvekarê hemû sûçên îktîdara oldarên tirk bûn. Bi taybetî bûn perdeyê komkujiyên AKP’ê yên li hemberî kurd û Kurdistanê.
Ji bo wê divê oldarên kurd ên samîmî mûhasebeyekê bikin. Dema vê yekê dikin jî divê bersiva van pirsan bidin. 1- Gelo hêj ji gotina “Em xwîşk û birayên misilman in. Em dê heqê kurdan înkar nekin. Ji bo me nijad ne girîng e. Ummet girîng e” bawer dikin an na? 2- Ji ber ku bi piştgiriya xwe bûne sedema pêvajoyek ev qas gunehkar poşman in an na? 3- Rêberên olî yên kurd ên wekî Şêx Seîd, Seyîd Riza û hevalên wan hatin qetilkirin û gorên wan ji gel hatin veşartin. Lê çima ev bîst sale oldarên tirk cihê gorên van kesan aşkeran nekirin. Ji bo vê oldarên kurd dê çi bikin? 4- Xuya ye ku oldarên tirk ên nijadperest dê cardin gotina, “em ne nijadperest in, umetperest in” dubare bikin. Erdogan niha van tiştan nebêje jî, Babacan û Davutoglu dibêjin. Oldarên kurd dê wekî tiştek nebûyî piştgiriya oldarên nijadperest ên tirk berdewam bikin an na? 5- Gelo ev sed sale oldarên kurd piştgiriya oldarên nijadperest ên tirk dikin. Ji bilî zengînbûna komek hevkarên dewletê yên esil kurd, faydeyek gihişt gelê kurd? 6- Tişta herî girîng jî gelo oldarên kurd çima ev sed sale ketina dû oldarên tirk ên nijadperest. Çima rojekê nafikirin bi serê xwe têkoşînê bimeşinin?
Em dikarin van pirsan dirêj bikin. Lê pêwist nîne. Mirov dikare bi pirsin û bersiva ji van yekê jî bigihe heqîqetê. Kurdên heta niha piştgirî dane oldarên tirk ên nijadperest êdî nikarin ji van pirsan û muhasebekirina sed salan birevin. Qasî birevin dê her tim wekî îro bên xapandin, ji guneh û sûçên oldarên tirk ên nijadperest re bibin perdeyek û nîvekarê gunehên wan. Berî gelê kurd ên ji bo azadî, nasname, çand, ziman, ax û rûmeta xwe rexne bikin, divê li xwe binêrin û muhasebe bikin. Nexwe dê her tim bên bikar anîn û bibin pêlîstoka oldarên nijadperestên tirk.
Divê êdî hemû kurd jî van pirsan zêdetir ji oldarên kurd ên piştgiriya partiyên tirk ên li ser navê misilmaniyê tevdigerin bikin. Ji pirsan zêdetir jî divê rexneyên çêker bikin û çavên kurdên bawermend vekin. Ji bo azadî û hebûna gelê kurd ev yek girîng e. Mafê her kurdî jî heye ku van pirsan ji kurdên heta niha alîgiriya îktîdarên oldar ên nijadperest ên tirk kirîn û dikin, bikin.