Di pevajoya ku Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan got “Li vî welatî qexe tune” tê dîtin ku qedexe zêde dibin. Heta niha gelek zozan çiya û herêmêm çoltarê li çûn û hatina welatiyan hatin qedexekirin. Herî dawî gundê Meydînê li gundiyan qedexe kirin. Gundiyên gundê Meydînê ku xwestin biçin gundê xwe rastî qedexeya leşkeriyê hatin. Welatiyên xwestin biçin gundê xwe yê li quntarê Çiyayê Gabarê, leşkeran ew astengkirin. Gundê Meydînê ku di salên 90’î de hatibû valakirin, ji wê rojê heta niha weke “Herêma ewlekariya taybet” hatiye ragihandin û ketin û derketina gund tê qedexekirin. Gundê behsa xeberê di vê sala dawî de bi qirkirina daran a bi destê cerdevanan tê kirin di rojevê de ye.
Walîtiya Şirnexê tenê salê carekê destûrê dide ku şênî biçin gundê xwe. Di vê çarçoveyê de komeke derdora 100 kesan ji bo biçin gund destûr ji walîtiyê standin û di danê sibehê saet di 05.00’ê de xwestin biçin gund. Lê rêya wan li gundê Darayê yê navçeya Qesrikê ji hêla leşkeran ve hate girtin û leşkeran ji ewil gotin ku dê nehêlin kesên navên wan di lîsteyê de nîne derbas bibin. Piştre jî hat gotin ku dê nehêlin jin û zarok biçin gund. Li ser vê yekê di navbera leşker û welatiyan de arêşe derket. Welatiyên ku bertek nîşanî astengkirinê dan, neçûn gund û vegeriya navçeya Cizîrê.