12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gunay: Çavê AKP-MHP’ê li dagirkirina Rojava ye

Berdevka HDP’ê Ebru Gunay a der barê geşedanên dawî yên di rojevê de li Navenda Giştî ya partiya xwe di civîna çapemeniyê li dar xist.

Ebrû Gunay bal kişand gotina operasyonê ya Erdogan ya li dijî Rojava û wiha got:”Serokê AKP’ê Tayyip Erdogan çend roj berê got ku ew ê li Sûriyeyê operasyonên leşkerî pêk bînin. Em dizanin armanca van operasyonan dagirkirina Rojava ye. Dîsa çavên xwe berdane destkeftiyên kurdan. Dijminahiya li hemberî kurdan û destkeftiyên kurdan bi her awayî dimeşînin.”

 ‘Dixwazin Rojava dagir bikin’

Ebru Gunay da zanîn ku ji bo qeyrana li Tirkiyeyê bê veşartin Erdogan dixwaze êrîşî rojevê  bike û wiha got: “AKP di nav şer û pevçûnên herêmê de difikire ku fersenda ketiye destê wan û loma dixwazin Rojava dagir bikin. Îstîkrara herêmê ji holê rakin. Ji bo wê jî her tim kurdan tehdîd dikin. Li Tirkiyeyê pergala wan têk çûye. Sîstema wan gelên Tirkiyeyê ber bi têkçûnê ve biriye. Rewşa aborî, civakî û siyasî li ber çavan e. Bi her awayî gelên Tirkiyeyê îro ji ber pergala wan di nav zor û zehmetiyan de ye. Ji bo ku rewşa têkçûyî ya Tirkiyeyê veşêrin, çavên xwe berdane dijminahiya kurdan.”

‘ AKP-MHP dijminantiya sedsalan didomîne’

Ebrû Gunay destnîşan kir ku dijminatiya bi sedsalan ji aliyê AKP-MHP’ê ve tê dewamkirin û wiha pê de çû:”Ev operasyonên dagirkeriyê li ser dijminatiya kurdan pêk tê. Dijminatiya ku di 2015’an de gihîştibû asteke din, îro bi van operasyonan dixwazin wê dijminatiyê kûrtir bikin. Ji ber ku desthilata AKP-MHP’ê naxwaze kurd li Rojava bibin xwedî statu, naxwaze kurd li welatê xwe azad bijîn. Dijminatiya bi sedsalan îro ji aliyê AKP-MHP’ê ve tê dewamkirin. Tirkiye êdî hêdî hêdî ber bi hilbijartinan ve diçe. Ev hilbijartin dê bibe hilbijartineke dîrokî ji bo Tirkiyeyê. Encamên wê, wê bandora xwe li ser siyaseta Tirkiyeyê bike. Ji bo ku di wê hilbijartinê de bi ser bikeve, Erdogan dijminahiya li dijî kurdan ji xwe re kiriye armanceke stratejîk. Loma jî dixwazin di şert û mercên şer de hilbijartin pêk were. Bi vî awayî difikire ku ew ê li ser nijadperestiyê û li ser dijminahiya kurdan di hilbijartinê de bi ser bikeve.”

‘Hemû çavkaniyên Tirkiyeyê  li şer xerç dikin’

Ebrû Gunay, diyar kir ku hemû çavkaniyên Tirkiyeyê ji bo şer hatin xelaskirin û wiha got:”Ji ber vê zihniyetê heta niha hemû çavkaniyên Tirkiyeyê ji bo şer hatin xelaskirin. Rewşa aborî ya Tirkiyeyê pir xerab e lê ew dîsa di vê nêrînê de israr dikin. Ji ber vê zihniyetê îro gelên Tirkiyeyê bi gelek zehmetiyan re rûbirû mane. Dixwazin vê yekê careke din bi dagirkirina Rojava bidomînin.”

 ‘Pirsgirêkên îro dê hîn jî zêdetir û kûrtir bibin’

Gunay li ser kûrkirina pirsgirêkan jî rawestiya û wiha got:”Îro ji Ukraynayê bigire heta Rojhilata Navîn, li her derê gelek pevçûn û şer hene. Di nav vî şerî de ew jî dixwazin Rojava dagir bikin. Me berê jî gotibû lê em niha careke din dubare bikin: Bi van operasyonan şerê li Rojhilata Navîn dê gelek berbelav bibe û aştî û aramiya herêmê dê tune bibe. Pirsgirêkên îro dê hîn jî zêdetir û kûrtir bibin û bandora wê dê li ser aştî û aramiya Tirkiyeyê jî bibe.”

NY diyar dike ku pêdivî bi aştî û aramiyê heye

Ebrû Gunay, helwesta NY’ê jî bibîr xist û wiha berdewam kir: “Helwesta me, siyaseta me ya derbarê dagirkeriyê û şer de diyar e. Em li her aliyê cîhanê aştiyê diparêzin. Em li dijî şer in û em ê dagirkeriya Rojava qebûl nekin. Lewma di serî de gelên Tirkiyeyê û hemû gelên cîhanê divê li dijî vî şerê qirêj rabin ser piyan. Binêrin do Neteweyên Yekbûyî jî diyar kir, pêdiviya Sûriyeyê bi tu operasyonên leşkerî tune ye, pêdiviya Sûriyeyê bi çareseriya siyasî û alîkariyên mirovî heye.”

Pirsgirêkên Tirkiyeyê her diçin kûr dibin

Gunay, li ser pirsgirêkên karkerên demsalî û aboriya Tirkiyeyê jî rawestiya û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê pirsgirêkên li benda çareseriyê her roj kûrttir dibe. Pirsgirêkên herî bi êş qezayên kar û cînayetên kar in. Ji ber ku tedbîr nayên girtin û karsaz nayên darizandin û hesab ji kuştinê nayê pirsîn bêtir rê li pêş zêdebûna cînayetên kar vedike. Bi hatina biharê û germa hewayê, hem di karê înşaetan de û hem jî dikarê zeviyan de ji ber tedbîr nayên girtin mixabin her roj cînayetên kar zêde dibin. Bi taybeti li bajarên kurdan ji ber di qada çandinî û sewalkariyê de piştgiriya tê xwestin nayê dayîn, dîsa ji ber şerê li herêmê, kurd neçar dimînin ku li bajarên Rojava wekî karkerên demsalî xebatê bikin.”

Cînayetên kar zêde dibin

Gunay li ser cînayetên kar jî rawestiya û wiha got: “Bi meha nîsanê re rêwîtiya bi êş û jan a karkerêm demsalî dest pê dike. Her sal bi dehan welatiyên me ji ber tedbîr nayên girtin di van rêwîtiyan de di qezayên kar de jiyana xwe ji dest didin. Bi sedan welatiyên me jî birîndar dibin. Ji bo karkerên demsalî tu dedbîrên zagonî nayên girtin. Li aliyekî mafê wan ê perwerde, tenduristî û civakî nayê parastin, li aliyê din heqê wan ê kedê tê xwarin û nexweşiyên kar nayên qebûl kirin.  Herî zêde zarok û jin dibin mexdûrê vê yekê. Hefteya borî zarokê 14 salî Mûrat Koyunu ku li gel malbata xwe ji bo xebatê ji Wêranşarê çû Manîsayê di qezayê de jiyana xwe ji dest da. Kesên ku ji bo welatiyên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dide  wekî hejmar nêzîk dibin, nikarin rê li pêş cinayetên kar bigirin. Em ji bo her kesên ku di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin êşa wan dijîn. Ji bo mafê ewlehiya kar û tenduristiya karkeran bê parastin em têkoşîna xwe berdewam dikin.”

AKP plana têkçûna Tirkiyeyê gav bi gav pêk tîne

Gunay, li ser deynê faîza Tirkiyeyê jî rawestiya û ev agahî dan: “Dîsa pirsgirêkek din a li Tirkiyeyê qeyrana aborî ye. Qeyrana aborî ku li Tirkiye AKP bûye sedema wê her diçe mezin dibe. Di Kanûna 2021’ê de derewên mezin kirin. Niha Dolar ji 12 hezaran derket 16 hezaran.  Mîlyonek dozên îcra hatin avakirin. Deynê faîza Tirkiyeyê 1 tirilyon û 272 milyar tl zêde bû. Ev deyn bi qasî butçeya salekê ya Tirkiyeyê ye. Enflasyon 5 qat zêde bû. Hejmara kesên betal 8 milyon derbas kir. Sinorê birçîbûnê 6 hezar û 465 tl ye. Sînorê xizaniyê jî 19 hezar û 406 tl ye.  Tirkiye êdî nikare deynê xwe bide. AKP plana têkçûna  Tirkiye gav bi gav pêk tîne. Di ajandayê wan de dizî, xezp heye. Plana ku hevkarên xwe dewlemend bike heye. Lê gel vê yekê dibîne. Gelê me dê di sind8oqê de bersîvê bide.

Banga mîtînga Spî

Ebrû Gunay bal kişand ser mîtînga Spî ya kedkarên tenduristiyê jî û wiha got: “Di pêvajoya Covît-19 de yek ji qadên herî zêde bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû man, qada tenduristiyê bû. Xizmetkarên tenduristiyê ji bo balê bikişînin ser pirsgirêkên tenduristiyê SES, TTB û gelek sendîkayên tenduristiyê dê di 29’ê Gulanê de Mîtînga Spî li dar bixin. Dê bi dirûşmeya “Ked ya me ye, Gotin ya me ye. Tenduristî ya me tevan e” li Enqereyê li dar bixin. Em jî wekî HDP’ê dê piştgiriyê bidin. Em bang li her kesî dikin ku beşdarî mîtîngê bibin. “