12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gunay: 100 sal in înkar û qedexeya ziman û çanda kurdî didome

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, li navenda giştî ya HDP’ê têkildarî geşedanên dawî civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay, bal kişand ser kemîna hilbijartinê ya îqtîdarê ya 50+1 û wiha got: “Kemîna ku îqtîdarê danî ew bi xwe ketinê. “Hûn çiqasî zîrveyan pêk tînin bînin, lê êdî cihê we di siyaseta vî welatî te tune ye. Ev ê ji bo we bibe xewn.”

Gunay,  bal kişand ser 20’ê Mijdarê  Roja Zarokên Cîhanê û wiha got: “Li piraniya welatên cîhanê, zarok bê pêşeroj in. Di bin şertên giran de dijîn. Di bin bandora şer de dijîn û koçber dikin. Ji ber şer û koçberiyê mafê wan ê jiyanî tê binpêkirin.”

Berdevka HDP’ê Ebrû Guney,  bal kişand ser darizandina doza Kobanê û wiha got: “Em nayên darizandin. Em dadirizînin. Îktîdar tenê êrîşî partiya me nakin. Êrîşî hemû nirxên civakê dikin. Di demên dawî de êrîşên li dijî ziman û çandê didomin. Zêdeyî sed salin polîtîkaya înkar û îmhayê didomin. Hewl didin çand û zimanê kurdan asîmile bikin û êrîşên xwe berdewam dikin. Ne ziman û çanda kurdan, ên êrîş dikin dê di dîrokê de winda bibin.”

Hûn bi êrîşan nikarin heqîqetê tune bikin  

Gunay, li ser êrîşên li dijî HDP’ê jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Bi êrîşa HDP’ê hewl didin îxtîdara xwe berdewam bikin. Ên xwestin bi bendan me asteng bikin, bend li pêş wan bû asteng. Hûn çiqas êrîş dikin bikin, hûn nikarin heqîqetê tune bikin. Her ku îqtîdar asê dibe xwe davê deriyê MHP’ê. Zîrveyan li ser zîrveyan çê dikin. Kî bi kê re bi axive bila biaxive û kî bi kê re hevkariyê bike bila bikin dê nikaribin pergala 50+1’ê derbas bikin. Kemîna wan danîye ew bi xwe ketinê.  Bi erîşan nikarin HDP’ê têk bibin. Ev kevneşopî berxwedan û berhemên dehan salan e. Kevneşopiya ji 7 salî heta 70’ê salî ye. HDP gel e. Kaniya hêz û heviyê ye. Niha helaliya xwe dixwazin ev girîng e. Ji bo vê yekê divê ji dil rexnedayîna xwe bidinin û sozê bidin civakê ku carek din van şaşiyan nekin. Me li meclîsê bang û pêşniyarên xwe kir. Em vêpîşniyarên xwe dudomînin.”

3 milyon  û nîv ciwan betal in

Gunay, bal kişand ser qeyrana aborî û betaliyê jî û ev agahî dan: “Niha li Tirkiyeyê 3 milyon û nîv ciwan betal in. 25 milyon mirov xizan in. Jin bi tundiyê re rû bi rû dimînin.  Erdogan ê her tiştî înkar dike hêza xwe nagire qeyrana aborî jî înkar dike. 5 caran li ser hev faîzê dike. Piştre dibêje yên faîzê diparêze karê min bi wan re tune ye. Îqtîdar ji bo hebûna xwe biparêze êrîşên xwe berdewam dike. Serokê AKP’ê dîsa got enflasyon encam e. Tenê di sala 2021’an de ji sedî sed xaza xwezayî zem bû. Li şûna formulê ji sedî 50+1 zem dike, bila zeydê çotkaran ji sedî 50+1’ê kêm bikin, bila meşaên teqawîtan ji sedî 50+1 zem bikin. “

Dijminê ziman û çanda kurdan in

Gunay, herî dawî li ser êrîş û qedexeyên li ser çand û ziman jî rawestiya û got: “Di demên dawî de zextên li ser çand û ziman bi awayekî sistematîk didomin. Bi taybetî qeymewam û walî çalakiyên ziman û çandê qedexe dikin. Sed sal in li dijî kurdî û çanda kurdî bê navber înkar didome. Li dijî kurdî dijminandiyek heye. Êrîş ji xwe re  kirine armancek. Êrîşên li dijî ziman û çanda kurdî kirine pêşbirgek. Lê ziman û çanda me bi van êrîşan tune nabe. Vê polîtîkaya înkarê li Başûr jî didomînin. Dixwazin kurdan ji ser axa wan koçber dikin. Çekên kîmyewî bikar tînin. Di vir de berpirsiyarên mezin dikeve ser milê Hikûmeta Başûr. Divê parazvanên mafên mirovan û saziyên eleqeder lijneyên xwe bişînin herêmê û lêkolîn bikin. Lê Wezîrê Parastinê Hulîsî Akar îdîa dike ku di lîsteyên çekên wan de çekên kîmyewî tune. Lê van çekên kimyewî li dijî fermiyetê bikar tînin. Divê li başûr lêkolînek berfireh bê kirin û hesab ji vê yekê bê pirsîn.”