Lehenga erdnigariya xwe. Piştî te em ê rengê bedewiyê, rengê şadiyê, bextê jîn û jiyanê bidin her parkekê her kolanekê li bajarê Silêmaniyê.
Dengê jinekê li şarbajarê Silêmaniyê bilind dibe. Di kuştinekê de jîn û jiyan ne bo dojeh û ne jî bo xweliyê. Dengê lîlandinê jî nekarîn bibirin, nekarîn çiyayekî bilind jî…Ji cihê wê bibin.
Perav li cihê xwe. Okyanusa Etlantîkê cihê xwe, şarbajarê sibê jî li cihê xwe ye.
Û
Wa şopa hesin jî li cihê xwe, her tişt li cihê xwe
Pênûs li cihê xwe
Kaxiz û rûpelên defterê jî li cihê xwe
Jîn jî…jiyan jî.. kilama Kurmancî ya bi têlên azadiyê jî…li cihê xwe ye
Erê Gulistan!
Niha! hevokan didim ber hev, xîtaba şevê û rojê tînim gel hev.
Qey tu dibejî, îro Şêrko Bêkes jî birîndar e piştî şehîdxistina jinekê.
Hemî mirov rojek ji rojan, bila di xwepêşandanan de ragihînin ku gava jinek tê kûştin, gava kûlîlkek tê çilmisandin, zanistîya cîhanê çawa ji kîsê xwe diçe. Hemî siwariyên vê şaristanê bila berê xwe bidin li bajarê silêmaniyê, bila rawestin û silavekê bidin, vê bax û Gulistanê… Te got ‘em ji kevneşopiyekî kevin tên.’ Kevneşopiya ku lîlandinê didin wan her kesê ku di despêkê de xwe didin ûtopyayên kifşkirinê, ûtopyayên xwe afirandinê. Em rojnivîsa hemû zemanan datînin li ber xwe. Em biharan, di kefa destê xwe de diafîrinin.Vira bilindahiya çiyayan didin hev. Replîka fîlma rêyeke dûr in.
Erê Gulistan!
Lehenga erdnigariya xwe. Piştî te em ê rengê bedewiyê, rengê şadiyê, bextê jîn û jiyanê bidin her parkekê her kolanekê li bajarê Silêmaniyê.
Erê Gulistan!
Êdî emrê te jî didin…berfe gûlekî Gulistan
Ya ku me dikûje, ya ku me sirgûn dike, ya ku me dest bi jiyanekî nû dike, hincet in û hincetê rastiyê û ronahiya rêya neteweyekî ye. Ji rengê hevrêşîmî re ne gazinan tînim û ne jî behra şîn û bajarê Şêrko Bêkes, li ber terkê dixînim. Ti rengê gûlan jî li ber terka bayê nayxim. Ti şibakeyan, ti parkan, ti lempeyên kolanan jî, vira şewqa ti ronahiyê bê dawî nabe. Ji xwe wê her dîsa gul û guldexwîn şax, û pel vedin ser vî bajarî ve. Dê were niha! ji dar û berên Kurdistanê re stranan ji ber bike. Dê were hemî demsalan bide hev, di nav bajarê Silêmaniyê de deng bide, dengê ku rojek ji rojan hêmanê bingeha jiyînê didin hev. Piştî tu çûyî, Şêrko Bêkes rakim ji gorê û bibêjim, rêwîyên her kevokekê birîndarin kû strana me, eşqa me ya jiyanê, li ser banê Gerdûnê ve li ba dibe.
Gulistan jî…
Hevrêyên Gulistan jî gulan mezin dikin, li çiyayên xwe, li bajarê xwe, li kolana ku tê de me dest bi jiyanê kiriye, dest bi rêya xwe ya esîl kiriye..
Erê Gulistan….emê niha! ji eşqê, ji kederê, ji payîzan, ji hemî jinên pêşeng re tabloyên jîn û jîyanê xêz bikin.
Erê Gulistan…
Ûmre te jî…rêwîtîya 24 salan jî…ji bo pênûsa hemî jinên ku di hezkirinê de ji dayikbûn e. Emê dilopek hibrê jî birijînîn, li ser her tabelayekê binivsînin ku li şar bajarê Silêmaniyê roj hil dibe.Xwedê kiriye ku hemî hevrê, hemî jin û bi jiyanê despê dikin
Hemî ayetên serzemîna axê, ji bo azadiyê ye, piştê dem baranekî, piştî germe havînekî ye. Di vê cîhanê de jî jinekî Kurd û Gulistana çiyayên xwe hat derbas bû
Dê were sal bi salan,
Piştê ku berfa hemî çiyayan bihele. Berî kû behsa dîroka dildar û lehengên vê rêyê bikin. Bi qinyata vê gerdûnê. Bi qinyata bêhna nergiz û beybûnên vê berpal û kendalê .
Erê Gulistan! tu azwerîyeke mezin î, tu rêya Zeynebê, rêya Nûjîyanê, rêya Şevînê, rêya vê evînê, rêya vê dozê…
Gula kîjan gulê. Xwîna kîjan lehengê, êşa kîjan qewmê, hênaseya kîjan demê, dengê kîjan tilûr û bilbilê.. Tû niha li kîjan biharê, Îlona kîjan zemanê.
Tu kîjan roj û rabirdoyê didî ber bîra me
Tu lê kîjan şopê, rêya kîjan hevrêyê xwe yî. Navê te bidim, kîjan kevirên kelamê, navê te bidim, kîjan bircekî xas belekê.
Erê Gulistan! tu xûrcezîna kîjan heyamê, keziyên jina kîjan şîr hêjayê. Tu jî di vê heyama me de hatî û çûyî. Tu jî…di demên xwe de kevoka ji hêlîna xwe firyaye.
Erê Gulistan!
Dê piştî vê çûyînê, navê te bidin, hemî xezalên li bêxêr, Sîpan, Helgurt û pêjna vê gerdûnê.
Erê Gulistan!
Tu siya dar çinarê, tu siya dara behîvê, tu siya dar gêlazê, tu siya deştên dûr.
Dengê jinekê li şarbajarê Silêmaniyê bilind dibe
Erê Gulistan!
Tu gul û gulistana şaristaniyê
Heta li çiyayên Agirîyê oxir be
Heta li ser pira Malabadiyê
Heta li nav her maleke Kûrdistanê
Heta kelam û ayeta azadiyê, oxir be Gulistan…
Ji bo bîranîna Gulistan Tara