Encama 31’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad aşkere bûn. Jurîyên nûçe, wêne, karîtatoran berhemên hêjayî xelatê hatine dîtin aşkere kirin. Xelat, dê di 22’yê îlonê de li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş a li Şîşliyê bi torenekê bên dayin.
Rojnameya Yenî Yaşamê ku pêşbirg amade kiribû, rojnamegerên ku hêjayî xelatê hatin dîtin aşkere kir. Pêşbirk ji beşên wek “Nûçeyên Tirkî”, “Nûçeyên bi Dîmen” , “Nûçeyên Kurdî”, “Wêne (Wêneyê Nûçeyê)”, “Karîkatur” û “Nûçegihaniya Jinan” a ji bo bîranîna Gurbetellî Ersoz jî di nav de ji şeş beşan pêk hat.
Xelata nûçeyên kurdî dan ANHA’yê
Di beşa nûçeyên kurdî de ku jûrî ji Ramazan Olçen, Nergîz Îsmail, Bişar Turgut, Hatice Kamer, Munevver Karademîr pêk dihat, nûçeya Nûçegîhana ANHA’yê Silava Ebdulrehman Mihemed Emîn a bi sernavê “Çîrokek sûdwergir a ziman û têkoşîna azadiyê” hêjayî Xelata Jûrîya Taybet dîtin.
Xelata Wêneyan dan MA’yê
Di beşa wêneyan ku endamên jûrî ji Ramazan Ozturk, Beritan Canozer, Salih Yeşîl, Ozcan Yaman û Murat Baykara pêk dihat, wêneyê nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya (MA) Mujdat Can ê ku bizina di nava zeviya weşitî de şewitî ye hêjayî xelatê dît.
Di beşa karîkator de de Halîl Îbrahîm Çoban xelat girt
Di beşa karîkator ku jûrî ji Kemal Gokhan Gurses, Ronî Batte, Erceren pêk dihat, xelata manisyonê dan Halîl Îbrahim Çoban.
Xelata nûçeyên tirkî dan T24’ê
Di beşa Nûçeyên Tirkî û Nûçeyên bi Dîmen ku jirî ji Farûk Bîldîrîcî, Alî Dûran Topûz, Banû Guven, Candan Yildiz, Nezahan Dogan, Mehmet Alî Çelebî pêk dihat, nûçeya “Li Îliçê rêya ku diçe hezazê: Sîyanur cizirandin, lê rûhsat betal nekirin (İliç’te göçüğe giden yol: Siyanür sızdırdı, ruhsatı iptal edilmedi) ya nûçegîhanê T24’an Cengiz Anil Bolukbaş hêjayî xelatê dîtin.
Xelata Jûrîya Taybet dan JINNEWS’ê
Di beşa Nûçeyên Vîdoyê ya Jûrîya Taybet ku jûrî ji Banu Guven, Faruk Bildirici, Candan Yildiz, Ali Duran Topuz, Nezahat Dogan, Mehmet Ali Çelebî pêk dihat de Xelata “Nûçeyên Video” dan nûçegîhana JINNEWS’ê Dilan Babat.
Xelata Nûçegîhana Jin a Gurbetelî Ersoz dan Rahîme Karvar
Di beşa nûçeyên jin a Gurbetelî Ersoz ku jûrî ji Dilek Arjin Oncel, Bircan Degîrmencî, Derya Ceylan, Elîf Ekin Saltık, Gulfem Karataş pêk dihat, xelata Nûçegîhaniya jin” rojnameger Rahime Karvar.
Xelata Rûmetê dan rojnamegerên hatin qetilkirin Tara û Bahadîn
Rojnameyê Xelata Rûmetê ku her sal dide rojnamegeran îsal da rojnameger Gulistan Tara û Hero Bahaddîn ku di 23’ê tebaxê de di êrîşa SÎHA’yê de hatin qetilkirin.
Dîsa Rojnamegera Kurd Pexşan Ezîzî ku li Îranê cezayên darvekirinê dane wê jî hêjayî xelata Rûmetê hat dîtin.