Platforma Saziyên Demokratîk (DEKÛP) li navçeya Geverê ya Colemêrgê li Eywana Dawetê ya Florayê civîna “Aştî û Civaka Demokratîk” li dar xist. Veysi Aktaş ê ku vê dawiyê ji Girtîgeha Îmraliyê hatiye berdan, parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Mazlûm Dînç û hevşaredara Batmanê Gulistan Sonuk beşdarî civînê bûn.
Beşdar ji hêla sedan kesan ve bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin. Di eywanê de cih nema û gelek kesan li ser pêyan guhdariya beşdaran kir.
Civînê bi deqeyekê rêzgirtinê Gulistan Sonuk li ser girîngiya pêkanîna civakeke aştîxwaz û demokratîk wiha axivî: “Tiştê ku di vê pêvajoyê de divê were kirin avakirina komun û meclisan e. Ger avakirina van komun û meclisan ji hêla jin û ciwanan ve neyê rêvebirin, ew ê zû bikevin xizmeta pergalê. Ev ji me re ji bilî koletiyê û hilweşînê tiştekî nayne. Belê, îro danûstandin ji bo aştiyê têne kirin. Li aliyekî Rêber Apo weke muzakerevanê sereke heye û li aliyê din jî dewlet bi xwe heye. Di vê pêvajoyê de, karê me yê sereke avakirina civaka aştîxwaz û demokratîk e. Çima em ewqas girîngiyê didin civaka aştîxwaz û demokratîk, an çima em ewqas girîngiyê didin komun û meclîsan? Ji ber ku ger em, wekî gelê kurd, rêveberiyên xwe ava nekin, ger em xwe rêxistin nekin, em ê di nav pergalê de bihelin. Em bawer dikin ku bingeha parastina xwe ne li ser çekan e, lê li ser siyaseta demokratîk e.”
Gulistan Sonuk destnîşan kir ku avakirina komun û meclîsan bi qasî nan û avê pêwîst e û wiha pê de çû: “Çiqas em xwe rêxistin bikin, em ê karibin xwe birêve bibin, pêvajo ber bi ku ve diçe bila biçe, em ê venegerin serdema 2013-2015an. Ger em xwe rêxistin nekin û em li bendê bin û bibêjin ‘Bila dewlet rêziknameyên qanûnî çêbike, gavên berbiçav bavêje, wê hingê em ê bibînin,’ ev ê me ber bi xeletiyeke mezin ve bibe. Ew rêxistina me ye ku dê dewletê neçar bike ku gav bavêje. Çiqas em rêxistin bikin, dewlet dê neçar bimîne ku gavên qanûnî bavêje. Avakirina komun û meclîsan bi qasî av û nan girîng û pêwîst e. Ji ber vê yekê, werin em li gorî vê prensîbê xwe rêxistin bikin û xwedî li pêvajoyê derkevin.”
Piştî axaftina Gulistan Sonuk civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.
