Li hemberî êrîşên li ser rojavayê Kurdistanê dê sibê li gelek bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê çalakî û mêş bêne lidarxistin. Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk a ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin têkildarî çalakiyên ku wê sibê bêne lidarxistin bi rêya Ajansa Welat bang li gelê Êlihê kir.
Gulistan Sonuk diyar kir ku di pêvajoyeke ku çareseriya pirsgirêka kurd tê nîqaşkirin de êrişên li ser Rojava ne ji rêzê ne û got ku plansaziya van êrişan di nava rojekê de nehatine kirin û wiha axivî: “Di demeka ku Hêzên Sûriya Demokratîk û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hevdîtinan pêk anîn û hevpeymanekê di nava herdu hêzan de hatibû qebûlkirin ev êriş pêk hatin. Di pêvajoyeke wisa de êrişê li ser Helebê û pêve girêdayî êrişên li ser tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne êrişên ji rêzê ne. Di heman roja ku hevdîtin di navbera HSDê û hikûmeta demkî de çêbûn li Fransayê jî bi HTŞê re hevdîtin hatin kirin. Piştî van hevdîtinan bi awayekî hovane êrişên li ser herdu taxên Helebê yên ku kurd lê dijîn kirin. Gelê kurd van êrişên li ser Rojava baş nasdike. Ev êriş hişmendiya DAIŞê bixwe ne. Çawa ku jinên kurd li Kobanê hişmendiya DAIŞê tê bir dê heman îrade van êrişan jî bin pê bike û têk bibe. Gelê kurd baş dizane hikûmeta demkî van êrişan bi tena serê xwe nake. Hin kes û hin dewletên biyanî yên ku piştgiriya vî şerî dikin hene. Ji aliyekî ve hin kes dixwazin bi kurdên bakur re aştiyê pêk bînin û ji aliyekî ve jî hin kes alîkariyê didin hêzên HTŞê û bi wan re tevdigerin. Helbet gelê kurd vê yekê baş dizane ku li rojavayê Kurdistanê şerek hebe mirov nikare li Bakur qala aştiyê bike. Kesên ku sed sal berê Kurdistan kirin çar perçe û niha jî dixwazin di aliyê fikir ve bikin perçe. Gelê kurd jî li hemberî wan vê peyamê dide, herder rojavayê Kurdistanê ye û Kurdistan yek perçeye. Êriş li kêjan aliyên Kurdistanê bê kirin jî kurd van êrişan li ser xwe dibînin û li hemberê van êrişan disekinin.”
Gulistan Sonuk ji bo meşa ku wê sibê bê lidarxistin ev bang kir: “Sibê jî li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dê çalakî pêk bên, li Êlihê jî em ê li Kolana Gulistanê saet di 14:00an de çalakiya meşê pêk bînin. Bangewaziya me ew e ku her kesên ku li Êlihê dijîn sibê tev li vê meşê bibin. Ji ber ku ev meş ji bo Rojava, çand û statuya kurdî piştgiriyeke. Ji bo parastina xîreta Rojava em li benda gelê xwe ne.”
Etîket: bangÊlihgelHevşaredar Gulistan Sonuk
Çavkanî: Ajansa Welat
