Partiya Wekhevî Demokrakrasiyê ya a Gelan (DEM Partî) a Amedê bi dirûşmeya “Em bi hev re bihêz in, em ê bi hev re bi ser bikevin” li eywana dawetê ya Zîrve ya navçeya Peyasê ya Amedê xwarina piştgiriyê da. Parlamentera DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren, Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê Golşen Ozer û Abbas Şahîn, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Dayîkên Aştiyê, Komeleya 78an, MED-DER, TUAY-DER, MEBYA-DER, hevşaredarên Bajarê Mezin û yên navçeyan, ESP û gelek nûnerên saziyên sivîl beşdar bûn.
‘Girava Îmraliyê giraveke tecrîdê ye’
Gulistan Kiliç Koçyigit qala serdana komîsyona meclise ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiye avakirin ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir û got: “Serdana komîsyonê ya Îmraliyê rê li ber xaleke girîng a dîrokê vekir. Birêz Ocalan li Îmraliyê pir bi biryar û bi coş e. Mîna roja yekem, ew 24 saet ji bo gel dixebite. Ew bi baldarî ji sala 1993an vir ve hewl dide aştiyeke mayînde li pêş bixe. Min bi çavên xwe dît ku ew li pişt banga 27ê Sibatê radiweste û dê her beşdariyekê ji bo serkeftina vê pêvajoyê bike. Girava Îmraliyê giraveke tecrîdê ye.”
‘Mirovên wêrek aştiyê çêdikin’
Gulistan Kiliç Koçyigit ji ber neçûna Îmraliyê rexne li hin partiyên siyasî yên di komîsyonê de ne kir û wiha domand: “Em li sedemên wan dinêrin; gelo bi rastî sedemên wan hene? Em dixwazin ku ew xwe bi DEM Partiyê û gelê Kurd re bidin ber hev. Yên ku gelek zilm û zordarî kişandine û dîsa jî banga aştiyê dikin. Em dixwazin ku ew mafekî mayînde bidin kesên êş kişandî. Hûn ewqas dirêj di siyasetê de ne, çima we heta niha zîhniyetek ji bo aştî û çareseriyan li pêş nexistiye? We bingeha xwe ji bo vê yekê amade nekiriye? Gelê me yê ku ji bo vê biryarê bedelên giran daye lê dîsa jî ji bo aştiyê têdikoşe. Aştî bi hincetan nayê avakirin. Mirovên wêrek aştiyê çêdikin. Siyasetmedarên wêrek aştiyê ava dikin”
‘Em celadê xwe baş nas dikin’
Gulistan Kiliç Koçyîgît qala daxuyaniya Serokê CHPê Ozgur Ozel a li ser DEM Partiyê ‘evîndarê celadê xwe’ kir û wiha pêde çû: “Em celadê xwe baş nas dikin. Lê tevî vê yekê em dixwazin her kes ji bo çareseriyê ji bo aştiyê seferber bibe. Em her wiha dizanin ku siyaseta kesên ku aştiyê dixin bin sînorên AKP-MHPê ne. Em dixwazin careke din vê bangê bikin: Tenê di dema hilbijartinê de Kurdan bi bîr neynin. Tenê dema ku hûn di tengasiyê de ne Kurdan bi bîr neynin. Di demên aştiyê de, di demên ku çareseriyek hewce ye de Kurdan bi bîr bînin. Me gelek zehmetî kişandine, lê me ji bo pêşeroja vî welatî û demokrasiya wî biryarên girîng û dîrokî dane. Em naxwazin kes li ser mijarek bi bingehek dîrokî û civakî ya ewqas xurt wekî pirsgirêka Kurd deng bide.”
‘Ev Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk”
Gulistan Kiliç Koçyîgît got ku qonaxa yekem a pêvajoyê qediya ye û teqez kir ku qonaxa duyem bingeha qanûnî û rêziknameyên qanûnî ne. Gulistan Kiliç Koçyigit got: “Divê hikûmet bêyî nîqaşeke din qanûnên azadiyê û qanûnên entegrasyona demokratîk li pêş bixe. Divê qanûnên veguhêz bi lez û bez ji komîsyonan re werin pêşkêşkirin. Helwesta me ya li ser vê mijarê zelal e. Em helwestên hêza siyasî ya ku pêvajoyê dimeşîne qebûl nakin. Serê xwe di nav qûmê de vedişêrin. Pêvajoyê bi tevahî hembêz nakin û zimanê xwe rast nakin. Ew dibêjin ev pêvajo ‘Pêvajoya Tirkiyeya bê terorê.’ Ev pêvajo pêvajoyek aştiyê ye, pêvajoyek demokrasiyê ye. Her kesê ku baweriya xwe bi vê pêvajoyê tîne em pir baş dizane ku ev PêvajoyaAştî û Civaka Demokratîk e.”
‘Aştî ne tiştek li derveyî me ye’
Gulistan Kiliç Koçyîgît axaftina xwe bi gotinan bi dawî kir: “Divê her kes di vê salonê de ji bo çareserî û aştiyê berpirsiyariyê bigire ser xwe. Aştî ne tiştek li derveyî me ye. Em ê aştiyê ava bikin. Ger hikûmet ji aştiyê paşve gav bavêje, an jî yên ku pêvajoya heyî dest pê kirine ji wê paşve gav bavêjin, divê bi mîlyonan mirov li dijî derbikevin. Divê em aştiya xwe û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd biparêzin. Em dizanin ku gelê ji bo aştiyê şer kiriye. Tirkiye dê bi gelê xwe re jiyanek nû ava bike. Em di vê mijarê de bi biryar in. Li Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê, baweriya Kurdan bi aştî û azadiyê ji her demê xurttir e. Ev pêvajo ne tenê pêvajoya Tirkiyeyê ye.”
