Gula sê xwişkan bû gula min, xwişka du şehîdan. Gula sê şehîdan bû xwişka min. Li derên veşartî ji xwe re gulistanan çêkiribû. Gula min bi tik û tenê, li zeviya gur û çeqelan ji xwe re baxçan çandibû, ji me re baxçan çandibû. Gula min me li ber heyvê veşartibû, me li bin deryayan veşartibû. Ji bo kes me nebîne, ji bo gur me nexwin.
Gula min ji beriya mîladê dihat, diçû zemanên bêdawî. Hostaya zemanan bû gula min, hostaya bêdengiyê, hostaya hêlînên bakûr û bayê başûr. Gula min ya zemanan bû, salan dihona, mehan bi firê dixist, kêliyan li paceyan bicîh dikir. Gula min, gul bû. Gula bi tenê. Gula bêdawî. Gula li her derî. Gula bêwariya dil û bilbil.
Gula min gul bû heyran. Nediçilmisî. Bi avê na, bi baranê bejin avêtibû. Gula min, gula baranê bû. Lê gula havînê bû jî ha. Kêfa wê û havînê gelek ji hev re dihat. Di şevên havînê de li ser banê cîhanê bi stêrkan re radiza. Ew û stêrk diçûn xewna hev. Gula min xwişka du stêrkan, piçûka sê xwişkan bû.
Gula min gul bû lêê… Mijangên wê diçûn heta ba heyvê. Dema berjêr dibûn jî digihîştin deryayê. Em dizanin û ew dizane ku bilindahî çilo ye û çî ye kûrahî.
Gula min xwe û me di nav gulan de vedişart. Loma jî vê havînê bû gul jê re. Gulên welat tev bi ser gula min de bariyan. Welat bû gul, dinya bû gul û selik bi selik bi ser gula min da bariya. Bes gula herî gul dîsa ya min bû.
Me wexteyek xwe bi kilama herdem nû û xweş geş dikir.
Gula min Cizîra Botanê….
Gula min gula Mêrdînê…
Aramê ku li zindanê çavên xwe girt vê stranê nivîsîbû û rêya Gula me jî…gelek caran bi zindanê ketibû. Lê vê carê em ê bêjin çi?
Gula min gula dilan e
Kulîlka nav niştiman e
Gula min her tim ciwan e
Şêrîna li ber dilan e
Gula min birê ket û vê havînê xwe gîhand hemî malan.Jixwe derî jê re vekirîbûn. Ew ne xerîb bû ne jî mêvan. Cara ewilî bi Mehmed Şêxo hatibû hemû malên me.
Ay lê gulê
Gula min î
Şêrîna li ber dilê min î
Gulê nadim bi malê dinê
Ez li ser gulê têm kuştinê
Erê, hêj hingê hatibû her malê û soz dabû ku dê nehêle kes li ser gulê bê kuştinê… Bes em ê niha çi bikin gulê? Gul ji bo gulê û li ser gulê bi hezaran caran hat kuştinê!
Hozan wiha negotibû. Ne gul, dê em li ser gulê bihatana kuştinê. Lê kanê kanê gula me?
Em şerm dikin bigirîn jî. Ji her derê derdikeve gula me. Nûçe û xeberan li ser me dertîne. Em newêrin xwe veşêrin jî. Çavên gulê li her derî ne.
Em newêrin biçilmisin jî, gula me ya ku di carek da sê car şehîd ket, bexçevanek çeleng e, axa me av dide.
Em newêrin ji xeman desmalan jî bavên ser çavên xwe, kameraya gula me, li her derê ye.
Qey tu gula her derê û her demê yî
Em diçin li ku tu!
Qey tu banûya hemî gulên sax û mirî yî
Ne wenda dibî ne jî diçilmisî!
Lê ji me nexeyîde gula me, em wek te heqîqî nîn in, carna diçilmisin jî. Lê bi me bikene gula me, em wek zarokên şermok dest lerzok in, nizanin gulên xwe û dilên xwe çawa bighînin destên te. Lê xatir ji me nexwaze gula me, em nema zanin çi bikin bê te.
Gula me ji newalan bilind dibe, li çolên tî geş dike. Gula me way li her derê ye. Em xwe tev li baran û ava wê bikin.
Celadet e dibêje; Gul…gula sor
Hil bû jor
Bêhn da dor
Gula me ronî jî dike.