Em li cihekî wisa dijiyan ku, ew jiyana me hemû di nava heywanan de, li zozanan û li çol û çiyayan derbas dibû. Ew jiyan piştî demekê pir xweş bû. Ez niha difikirim ku di wê jiyana ku em di nav de bûn çiqas azad bûn em. Malbatên me tu caran zext li me nedikirin. Dema ku me kar û barê malê, şîrdotina pez û dewaran diqedand em ji xwe re diçûn seyranê, li dor delavan, çiya û baniyan kêfek mezin dikir. Wê demê em bi tena serê xwe nediçûn seyranê, her dem xaltîk an jî meta me, yan jî şivanek û gavanek li pey me dihat ku dema tiştekî nebaş çêbûbûya wan em diparastin. Lê wan ji dûr ve çavbaniya me dikirin, em tu caran ji wan aciz nedibûn, me dizanîbû ku ew li pey rastî û qenciya me tên. Bi hezaran bûyerê wiha hene, lê niha ez dixwazim behsa Guhkerbûna xwe bikim.
Em koçer dema ku li zozanan konê xwe vedigirin û dest bi jiyaneke nû û azad dikin, ne wek xelkê mêvan, wisa her roj gerê bikin, piştî çend rojan jî vegerin bajarên xwe, wek malbatên niştecih/bicihbûyî û xwedî kar û baran bûn.
Di van demên havînan de her roj du caran an jî sê caran em pezî didoşin; wexta ku em li ber bêriyê rûdinin, beroşa reş didin ber xwe, pez dikeve bêriyê, em destên xwe diavêjin guhanên wan mihan ku şîrî bidoşin. Carînan di dema dotinê de guhanên hinek mihan diêşin ji ber givaştina destên me, lewma em hêdîka aliyekî serê xwe yan jî eniya xwe didin li ser dawa mîhê.
Hiriya mihan pir dirêj û qirêj e, ew dem hemû qirêjiya di nava hiriya mihan de bi ser me ve dirije, hinek ji wê qirêjiya wan dikeve nava guhê me, em serê xwe û porê xwe çiqas jî biparêzin dîsa jî guhê me tijî qirêj dibe.
Ne tenê qirêjiya wan, carna hinek qirniyên wan jî xwe diavêjin ser me. Di van deman de tiştekî ku em bikin tune ye ku heta hiriya wan tê birin (hevrîngkirin). Dema ku ez li ber bêriyê rûdiniştim, dayika min digot: “Serê xwe baş bipêçe, ji bo ku guhê te tijî qirêj nebin, jixwe guhê te baş nabihîsin, bila tu bi temamî jî ker nebî.
Jixwe min dît û nedît guhê min baş nedibihîstin, ji min re digotin; “Tu her tim tevî zarokên kurîn (lawan) dilîzî, lewma guhê te tijî girêj û gemar dibin, êdî em nikarin paqij jî bikin.” Dibe ku ew gotin rast bû lê ez nizanim. Piştî çend salan êşa guhên min herku diçû zêde dibû, vir de û wê de, rojekê dayika min ji bavê min re got: “Vê keçikê bibe cem doktorê guhan (wê digot guhçî,) ka binihêre derdê guhên wê çi ye?
Bavê min ez birim ba guhçî, guhçî bi fanoseke biçûk bi çeplê guhê min girt û hinek jî bi êş kaş kir, dema ku wî guhê min wisa êşand min kir zûrezûr û xeber jê re gotin. Wî guhê min pir êşand, dawiyê têlek zirav kir nava guhê min û got: “Heyran guhê vê keçika te tijî rêx bûye, ew rêx jî tê de bûye wek kerme, ez ê niha wan derxim lê wê hinekî biêşe, paşê dibê gerek her şeş mehan carekê were, ez ê jî wan rêxa ku di guhê wê de dibin kerme derxim.
An jî dema ku ew pezî didoşe bila hinek pembû bike guhê xwe belkî ew hinekî guhê wê biparêze. Li ber êşa guhê xwe neketim, dema ku em biçin malê wê pirs bikin, ka meseleya guhê min çawa bû. Bavê min ji dayika min re behsa meseleyê kir, dayika min jî hemû bûyer bi der û cînaran re parve kir (bi dilpakiya xwe), piştî wê dema henek û tiranê wan dest pê kir, navek din li ser min danîn ‘Guhkerme’; ev nav heta demeke dirêj li ser min ma, ya din jî digotin; “Dema ku jinek nû welidiye, bila ew şîrê memikên xwe di guhê te bidoşe, guhê te dê pak û baş bibin”. Me ew jî kir, hemû jinên nû welidîn û zarokên xwe dimijandin, dawiyê şîrê mayî di guhê min de didotin. Ya Rebîîî; ew zoriya ku min di ciwantiya xwe de kişandî, tu kesekê/î nekişand. Lê Guhkerme qet ne baş bû… Ev çend sal derbas bûn di ser de hê jî guhê min diêşin.