Gel xwedî li Colemêrgê derket û nerazîbûnên li dijî polîtîkaya qeyûman zêde bûn. Lewre li gorê dewletê diviyabû ew rojev jî were guhertin û nerazîbûn û ç.alakiyên li dijî polîtîkaya qeyûman zêde nebin.
Carekê mirovek pir xwer û zikbirçî diçe mêvandariya hevalekî xwe. Xwarin tê ber wan û dest bi xwarina xwe dikin û di ber de jî sohbetê dikin. Mêvanê çavbirçî dixwaze hinekî xwediyê malê mijûl bike û para zêde ji xwarinê jê re bimîne. Mêvan dibêje xwediyê malê: Hezar rehme li gora bavê te be, Xwedê ji te razî be, ka bêje rehmetiyê bavê te çawa mir. Xwediyê malê dest pê dike çîroka nexweşiya bavê xwe ji serî de dibêje û behsa gera wî ya li ser hekîm û doktoran dike.
Di wê navberê de mêvan qet dengê xwe nake û zorî daye xwarinê. Xwediyê malê ji nişkan ve dibîne ku dê xwarin jê re nemîne. Xwediyê malê ferq dike ku hatiye xapandin lewre di dilê xwe de dibêje ka ez jî heman rêbazê bi mêvan re bikin. Bila hinekî bi çîroka bavê xwe mijûl bibe da ku ez çend gez xwarin bixwim. Xwediyê malê ji mêvan dipirse û dibêje: Xwedê ji te razî ka rehmetiyê bavê te çawa mir.
Mêvan qet dirêj nake, bi hevokekê bersivê dide û dibêje: Wele bavê min hema ket û mir. Welhasilî mêvanê çavbirçî qûrnaz jî derdikeve û fen lê nayê ew çend gezên xwarinê yê mane jî bi xwediyê malê re dixwe.
Îca mesela me û dewleta tirk jî wiha ye. Her ku em li rojevekê germ dikin ew rojeva me diguherînin û tiştekî din dixin rojevê ku me pê mijûl bikin.
Rojeva me tecrîda Îmraliyê bû, ev rojev bi nerazîbûna li dijî tecrîdê û kampanyaya (Ji Abdullah Ocalan re azadî ji bo pirsgirêka kurd çareseriya aştiyane) bûbû rojeva sereke ya kurdan. Lewre dewlet ji bo ku vê rojevê biguherîne qeyûm avêt ser şaredariya Colemêrgê.
Gel xwedî li Colemêrgê derket û nerazîbûnên li dijî polîtîkaya qeyûman zêde bûn. Lewre li gorê dewletê diviyabû ew rojev jî were guhertin û nerazîbûn û ç.alakiyên li dijî polîtîkaya qeyûman zêde nebin.
Îca di vî agirê mezin ê ku di navbera navçeya Amedê Çinar û Şemrexa Mêrdînê de bi zeviyan ket, wekî firsendeke din a guhertina rojevê ji dewletê re peyda bû.
Heke di dema xwe de û bi lezgînî destwerdana vî agirî bihata kirin ne ewqas zeviyên xelkê dişewitîn û ne ewqas kes dibûn qurbaniyên vî agirê dijwar ê sersarî û zikreşiya bazirganî û hesabên polîtîk ên desthilatê.
Lewre destwerdana agir nekirin û bi hezaran dolim zeviyên xelkê şewitîn û 15 kes di şewatê de jiyana xwe ji dest dan. Pêşî li vê felaketa mezin vekirin da ku rojeve ame dîsa biguherînin da ku em qeyûm jî jibîr bikin û bi meselya şewatê dakevin.
Lê ew çi dikin bila bikin haya kurdan jî baş ji wê meseleyê heye û her çendî kurdan bi meseleyên derveyî rojevê mijûl bikin kurd jî wê dest ji rojevên xwe yên sereke bernedin.